Rojnameya Ronahî

Peymana Lozanê Li Pêngava 15’ê Tebaxê Terpilî

Volqan Elî

Li gorî ku em ji dîroka nêzîk dizanin, Asyaya navîn ber bi sedsala 9. êdî hişk û zuwa dibe, baran kêm dibare, xela radibe. Ji ber vê yekê qewmên li wan erdan dijîn berê xwe didin aliyên xwe yên rojava, başur welhasil… qewmê Turanî  yek ji van e. Dîroka vê dûr û dirêj e. Di encamê de xwe digihînin, erdên Îran, Kurdistan û Anatoliyê. Çengê li ser Îranê belav dibe, nikare xwe berde jêrî. Yan jî nikare wekî li Kurdistanê, li Anotoliyê bi cih dibe bi cih bibe.

Wekî ku me bi çend hevokan li jor gotiye, mijar ne di gotareke wisa de ye, bi çend pirtûkan nikare têra xwe were ser ziman. Tenê em dikarin vê bêjin: Qewmên Turanî yên ji Asyaya Navîn tên, li Rojhilata Navîn gelek begtî û dewletên wekî, Selcûqî, Osmanî û hwd ava dikin. Jixwe nasnameyên van jî mijara nîqaşeke pir cuda ye. Di van deman de hêza bingehîn a bîrdozî ku li ber belavbûna qewmên Turanî bibe asteng, Îslam e. Ji ber vê yekê di demeke kurt de ola xwe diguherin û dibin Îslam. Ji vê yekê hêzeke mezin digirin ku gelên derdorê talan bikin. Dîsa gelek olên wekî Zerdeştî hebin jî, ew xetereyekê ji van êrîşan re, ji vê belavbûnê re nikarin çêkin. Berxwedan û tfaqên gelan, bi şiklên cuda jî çêdibin.

Hem bi Selcûqî, hem bi Osmanî hedefa Turanî-Tirkan ew e ku ber bi rojava (Grek û welatê qewmên Ewrûpî), başur (welatên Ereb û Kurdan), rojhilatê başur (welatê gelên Fars û hwd) ve belav bin. Dema dewleta herî dawî ya Turanî-Tirkiye ava dibe jî Tirk vê stratejiya xwe ya milî naguherin. Îro jî wisa ye. Ev di goşe-quncikekî mejiyê wan de nipûtaze zindî ye. Dîroka Osmanî, vê çîrokê bi şiklekî baştir ji me re dibêje. Di qewmê Osmanî de lîstok û fenûfît pir in. Siyaseta rojane ya di navbera dewletan de demkî ye, zû ji bîr dibe.

Piştî şerê cîhanê yê yekemîn, bi peymana Lozanê di sala 1923’an de Kurdistan ji aliyê hêzên emperyalist ên Ewrûpî û dewleta Tirk ve hate parçekirin. Parçeyê herî mezin bi ser dewleta Tirk ve berdan. Du parçeyên din jî bi dewletên Erebî ve girêdan. Ev dewlet jî hema bêje pê ve girêdayîbûn. Parçeyê Rojhilat jî ji xwe sala 1639’an de bi peymana Qesr-i Şêrîn gihiştibû Safewiyan. Hêzên emperyalîst, di sedsalên 19. û herî dawî jî bi şerê cîhanê yê yekemîn, wekî dehan dewletan dizayn kiribû.

Peymana Lozanê ne tenê erdnîgariya Kurdandistanê parçe kir, ruhê Kurd û Kurdisatê parçe kir û nehişt ruhê netewî yê Kurdan bikemile. Gelên herêmê bi giştî bi çend dewletan ve girêda, gel berdan qirika hev. Ji ber vê yekê bi taybetî li ser gelê Ereb û gelên din ên herêmê bû şûrê Demoqles. Bi taybetî dewleta Tirk, piştî vê di nava 50-60 salan de destpêkê hêza berxwedanê ya gelê Kurd tine kir. Paşê jî bi bişaftin û koçberkirinê, Kurd ji nasname û ruhê xwe yê gelbûnê dûr xist. Hemû komkujiyên li serê Kurdan ên bi taybetî li Bakur ji aliyê dewleta Tirk ve hatine kirin, dîsa pişaftin û tinehesibandina li parçeyên din ji ber Peymana Lozanê rewa bûn; rewa hatin nîşandan.

Dîroka gelê Kurd a berxwedanê ya di vê pêvajoyê de tê zanîn. Heta bi salên 1940’an, herî dawî di berxwedana Dêrsimê de dînamîkên berxwedanê yên gelê Kurd tên şikênandin. Pêvajoya heta 1984’an ji bo gelê Kurd dema nijadkujiya spî ye.

15’ê Tebaxa 84’an, li Dihê û Şemzînanê guleya destpêkê li beramberê dewleta Tirk a dagirker hate berdan. Ji aliyê fîzîkî vê ev rastiyek e. Dîsa, ji aliyê dîroka nêzîk ve rewşa siyasî ya herêmê wisa bû; piştî şerê cîhanê yê yekemîn ji aliyê ruhî ve şexsiyeta Kurd û Kurdistanê, yekîtiya gelên Rojhilata Navîn (Ereb, Tirk, Kurd, Aşûrî û hwd.) bi Peymana Lozanê derbeyeke xeter xwaribû. Bi vê hemleya dîrokî, ji aliyê nazarî (bîrdozî-teorîk) ve astengên li ber yekîtiya neteweya Kurd û gelên Rojhilata Navîn dest pê kirin werin rakirin. Di demeke kurt de Kurdên ji her çar parçeyan, zarokên leheng ên gelê Tirk, gelê Ereb û gelên din ên herêmê di nava Tevgera Azadiyê û hêzên gerîlayên azadiyê de hatin ba hev. Wekî ku destana Kawayê Hesinkar nûjen bûyî bû.

Ev hevoka dawî ne bîrdozî ye, ji rêzê ye, ne jî hamaseteke demkî ya siyasî ye. Di Adara 2019’yan de DAIŞ’a ku bibû bela serê mirovan ji aliyê YPG-YPJ û QSD’ê ve li Baxozê hate tekbirin. Ruhê ku ev pêk anî, di encamê de hemû gelên Rojhilata Navîn wekî şervan anîn ba hev, ruhê 15’ê Tebaxê heman ruh e: Ruhê Apoçî yê azadiya gelan e…