Rojnameya Ronahî

Pêdivî bi şoreşa çandî heye

Abdullah Babat 30 salan di hepsê de ma û piştre jî li Akademiya Huner a Aryenê dest bi perwerdeyên şêwekariyê kir. Ew dibêje, “Dema hûn şoreşekê dikin, hûn mecbûr in di warên çand û huner de jî şoreşê bikin.” 

Abdullah Babat, sala 1992’yan li Wanê bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” hate girtin û 30 salan di hepsê de ma. Di 15’ê Nîsana 2022’yan de jî tehliye bû. Babat, niha li Akademiya Huner a Aryenê perwerdeya nîgarkêşiyê dide ciwan û zarokan. Babat, li girtîgehê hînî nîgarkêşiyê bû û di nava 30 salan de hunerê xwe bi pêş xist û niha jî vê tecrûbeya xwe bi ciwanan re parve dike. Babat got, hem perwerdeyê dide hem jî hîn dibe. Babat, pirraniya dema xwe li atolyeyê derbas dike û heta niha bi sedan tablo çêkirine.

Babat piştî ku 19’ê Nîsana sala 1992’yan li Wanê hat binçavkirin, hat girtin. Paşê jî ew li hepsên Wan, Amed, Mûş, Çankiri û Tekîrdagê girtî ma. Babat, Girtîgeha Çankiriyê ji bo xwe weke “dibistan, zanîngeh, cihê ez lê mezin bûme” pênase dike û bingeha xebatên xwe yên çand û hunerê jî li vir ava dike.

Bob Ross meraqa wî zêdetir dike

Babat, wiha qala wê pêvajoyê dike: “Ez hem li wir (Çankirî) mezin bûm hem jî têgihiştina min bi pêş ket. Bandoreke mezin a wê girtîgehê li ser min çêbû. Elaqeya min a ji bo çanda Kurdî, dengbêjî, muzîk û folklorê wê demê dest pê kir. Di 17 saliya xwe de hatim girtin. Ciwantiya min li Çankiriyê derbas bû û hemû aliyên min ên hunerî jî li wir bi pêş ketin. Dema li girtîgehê di ekîba folklorê de min cih digirt. Min li wir xwe di qada çand û huner de bi pêş xist. Piştre jî hatim girtîgeha Mûşê. Hevalên li wir nîgar çêdikirin. Min jî firçeyên wan dişûştin, li cem wan disekinîm û min hewl dida hîn bibim. Wê demê li ser televîzyonê nîgarvan Bob (Ross) hebû û bandoreke mezin li min dikir. Bernameya wî 40 deqe bû û hefteyê carekê bû. Û min li hemû bernameyên wî temaşe kirin.”

Hem hîn dibe hem jî fêr dike 

Abdullah Babat qebîliyeta xwe ya çêkirina nîgaran li girtîgehê bi pêş xist. Herî dawî sirgunî Girtîgeha Tekîrdagê hate kirin û heta roja tehliye bû jî her tim wêne xêz kirin. Piştî ku hat berdan, ew çû Akademiya Huner a Aryenê û dest bi dayîna dersê kir: “Min her tim dixwest resman çêkim. Heke careke din bêm dinyayê, dê bala xwe bidim ser resman û vê bikim. Piştî girtîgehê hatim Aryenê. Hem hîn dikim, hem jî hîn dibim. Dixwazim demek piştre pênûsrejiyê bikim û hunera xwe hinek pêş bixim.”

Şoreş bêyî huner wekî mirovekî seqet e

Babat dibêje, şoreşa Kurdan nekarî bi xwe re şoreşeke çand û hunerî bîne û divê ev mijar her tim mijara xwerexnekirinê be: “Civakeke bê huner, nayê qebûlkirin. Têkoşîneke 50 salan heye, berdêlên giran hatin dayîn lê me nekarî vê têkoşînê bi huner re bînin ba hev. Heke di şoreşê de tu nikarî aliyên wê yên çand û huner xurt bikî, ew ê mîna mirovekî seqet bisekine. Ji bo me ev yek cihê xwerexnekirinê ye. Heke hûn tevî ewqas berdêlan jî nikarin huner biafirînin, wê demê hêza we ya veguherandina civakê jî qels dibe. Şoreşa çand û huner jî yek ji mezintirîn şoreşan e. Dema hûn şoreşê dikin, hûn neçar in ku di warên çand û huner de jî şoreşê bikin. Weke mînak, di salên 90’î de Koma Berxwedan bandoreke pirr mezin çêkir ne wisa? Wî ruhî di nava ciwanan de ruhê şoreşê afirand. Em dibînin bê ka muzîk jî li ser civakê çiqas bi bandor e. Mixabin piştî salên 2000’î paşve ketin. Heke hûn bixwazin civakekê veguherînin, bêguman têkoşîn bingehê vê ye lê di vê veguherînê de bandora herî mezin çand û huner dike.”

Pêdivî bi şoreşa zihnî heye

Abdullah Babat wê dersên şêwekariyê bidomîne: “Li vir ji bo nîgarê elaqe heye. Ez jî bi qasî hêza xwe hem resman çêdikim hem jî hîn dikim. Hewcehî bi şoreşa zêhniyetê heye. Ji bo vê jî hewce ye civak têbikoşe. Di navbera salên 90’î û 2000’î de pirr ferq heye. Dema em diçin malekê, ciwanekî piştî salên 2000’î ji dayik bûyî li quncikekê rûdine, bi telefonê û tiştên pirr cuda mijûl e, lê yên salên 90’î li ser siyaset û çandê diaxivin. Dev ji civakê berde, heta di navbera kesên malê de jî ferq û cudahiyeke ewqasî mezin çêbû. Ev yek jî min pirr diêşîne. Divê ji bo sererastkirina vê rewşê her kes hewl bide. Ez ji hevalên xwe yên li girtîgehê re silavan dişînim û min gelek bêriya wan kiriye.”