Navenda Nûçeyan
Serokê Giştî yê YNK’ê Bafil Talabanî peyamek ji Newroza Amedê re şand û got, em bi hêvîne ku ev sal bibe sala ku hemû kurd bi hev re ji bo berjewendiyên gelê xwe têbikoşin û em banga berdana Rêberên xwe dikin û em dibêjin, yan Kurdistan yan mirin.
Îro ji bo newroza Amedê peyama Serokê Giştî yê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Bafil Talabanî peyamekê dîtbarî şand û di pîrozbahiya newrozê de, ev peyame hat pêşkêşkirin.
Talabanî di peyama xwe de bal kişand gîrtigehên ji pêşengên kurdan hatîn tijîkirin û got, Rêberên me berdin.
Peyama Serokê Giştî yê YNK’ê Bafil Talabanî wiha bû:
“Roj baş xwişk û birayên delal, Newroza we pîroz be, Newroza we hemû zarok û ciwanan jî pîroz be.
Em bi hêvîne ku ev sal bibe ew sala ku hemû Kurd bi hev re tevbigerin. Em ê pirsgirêkên xwe partî û takekesî, bidin aliyekî û bi yekitiyê ji bo berjewendiyên gelê xwe bi hev re mil bi mil têbikoşin.
Ez bang li welatên me yên cîran hemûyan dikim ku wan siyasetmedarên me berdin, rêberên me hemûyan berdin, destûr bidin ku mirov serdana wan bikin, doktor û parêzerên wan biçin xizmeta wan. Dilê me bi wan malbatên re ye ku bi bobelata erdhejê hemû xizm, xwişk û bira, dê û bavên xwe winda kirin.
Bi piştevaniya we em ê zextê li partiyan bikin ku berjewendiyên gel esas bigrin.
Bijî Kurd û Kurdistan yan Kurdistan yan mirin.”