Monday, June 8, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Li Efrînê yek ziman, yek mezheb tê ferzkirin

19/07/2018
in Uncategorized
A A
Li Efrînê yek ziman, yek mezheb tê ferzkirin
Share on FacebookShare on Twitter

Civata gelên gef li wan tê xwarin (GfbV) ku saziyeke civakî ya navneteweyî ya li Elmanyayê ye, diyar kir ku dewleta Tirk li Efrînê li dijî Kurdan û komên din ên olî şer dike. Saziyê destnîşan kir ku yek ziman û yek mezheb li ser gelê herêmê tê ferzkirin.
Civata gelên gef li wan tê xwarin (GfbV) ku navenda wê li bajarê Gottîngen ê Elmanyayê ye, rapora xwe ya li ser Kantona Efrînê ku 4 meh in ji aliyê leşker û çeteyên Tirk ve hatiye dagirkirin, weşand. Rapor ji aliyê Berpirsyarê Maseya Rojhilata Navîn a Saziyê Dr. Kemal Sîdo ve hate eşkerekirin û işaret bi hewldanên dewleta Tirk ên ji bo tinekirina xemla dîrokî ya Efrînê hate kirin.
Di raporê de hate ragihandin, dewlet û çeteyên Tirk piştî ku 18’ê Adara 2018’an navenda Efrînê dagir kirin, yekser tabelayên bi Kurdî û dersên Kurdî yên li dibistanan rakirin û wiha hate gotin: “Li Efrînê ku gelek nasnameyên cuda yên etnîkî û olî bi hev re lê diman, piştre li jinan hate qedexekirin ku bi servekirî dernekevin derve. Li jinan hate ferzkirin ku xwe bi turbanê binixumînin. Ji nişka ve li kolanên Efrînê tenê mêrên bi rî xuya kirin.

ÊZIDÎ, ELEWÎ Û
XIRISTIYAN NÎNIN

Saziya GfbV’ê bi bîr xist ku tevî Misilmanan li Efrînê Êzidî, Elewî û Xiristiyan jî hebûn û wiha dewam kir: “Êdî mirovên ji etnîk, ol û mezhebên cuda li bajêr nînin. Mînak; li gorî texmînên me beriya niha tenê li navenda bajarê Efrînê hezar Xiristiyan hebûn. Niha yekî bi tenê jî nîne.”
Nûnerê GfbV’ê Dr. Sîdo li ser binpêkirina mafên mirovan a li Efrînê agahî da raya giştî:
“Li gorî agahiyên ku me ji aktîvîstên li herêmê wergirtine, di nîvê destpêkê yê meha Tîrmehê de li Efrînê 120 kes hatin revandin, 7 kes hatin kuştin, 10 caran bûyerên şêlandinê û 27 caran jî serdegirtin çêbûn. Bêguman ev hejmar tenê yên têne dîtin e. Ji destpêka dagirkeriyê ya 18’ê Adarê û vir ve artêşa Tirk herî kêm 3 hezar Kurd revand. Di vê mijarê de hejmara ku tê texmînkirin derdora 7 hezarî ye.

PAQIJIYA ETNÎKÎ

Malbat ji tirsa, bûyerên revandinê eşkere nakin. Hêzên ser bi artêşa Tirk ve, timî dest datînin ser telefonên destan ên sivîlan. Bi kurtasî mirov dikarin bêjin ku li herêmê paqijkirine etnîkî tê kirin. Artêşa Tirk bi qasî deh hezar Îslamîstên tund ên ji derve aniye, li herêma Kurdan bi cih kiriye.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

150 Malbatên Êzîdî yên li kampên Başûr diman vegeriyan Şengalê
NÛÇE

150 Malbatên Êzîdî yên li kampên Başûr diman vegeriyan Şengalê

08/06/2026
Perwîn Yûsif: Banga aştiyê banga sedsalê ye
NÛÇE

Rêber Apo: Entegrasyona demokratîk bi demokrasiya xwecihî bi wate dibe

08/06/2026
Ji Rojavayê Kurdistanê şermezarkirina gotinên nijadperest ên Rehmî Koç
NÛÇE

Ji Rojavayê Kurdistanê şermezarkirina gotinên nijadperest ên Rehmî Koç

08/06/2026
Li wanê Mehrîcana Keda Jinan a Berhemdar
JIN

Li wanê Mehrîcana Keda Jinan a Berhemdar

08/06/2026
Ji Bakurê Kurdistanê Kampanya “Ciwanên komînal li dijî Şerê Taybet li qada ne”
JIN

Ji Bakurê Kurdistanê Kampanya “Ciwanên komînal li dijî Şerê Taybet li qada ne”

08/06/2026
YRJ’ê; Êrişa li ser Ajansa Nûçeyan a Jinê hewldana bêdengkirina dengê rastiyê ye
JIN

YRJ’ê; Êrişa li ser Ajansa Nûçeyan a Jinê hewldana bêdengkirina dengê rastiyê ye

07/06/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.