Saturday, July 25, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Konferansa Kongreya Star a Heleb hat lidarxistin

19/07/2018
in Uncategorized
A A
Konferansa Kongreya Star a Heleb hat lidarxistin
Share on FacebookShare on Twitter

Duyemîn Konferansa Kongreya Star a Heleb bi biryaran û hilbijartina meclîsa nû ya kongrê bi dawî bû.
Duyemîn Konferansa Kongreya Star a bajarê Helebê bi dirûşma “Bi rihê Berxwedana Serdemê em ê Şoreşa Jinan bikin şoreşa civakî” bi beşdarbûna 350 delegeyan û nûnerên partiyên Sûriya Pêşerojê, PYD’ê, Meclisa Sûriya Demokratîk, Hevgirtina Niştimanî ya Demokratîk, YPG, YPJ, Asayîşa Jin û şandeyek ji herêma Şehbayê hat lidarxistin.
Di konferansê de, Rêvebera TEV-DEM’ê ya taxa Şêxmeqsûd a Helebê Fehîma Silêman axivî û anî ziman ku Kongreya Star di salên dawî de di her aliyan de gavên girîng avêtin û got, “Li gel serkeftinan jî kêmasî di aliyê rêxistinbûyînê de derketin, sedemên kêmasiyan jî mercên ku tax têre derbas bû ye. Em bi hêvî ne ku kêmasî dîsa dernekevin.”
Fehîma tekez kir ku di şerê li taxê rû da de, jin û dayikan rola pêşeng lîstin û di eniyên pêş de li ber xwe didan, bê westandin efsanên qehremaniyê xêz kirin.
Piştî xwendina rapora salane ya xebatên kongreyê nirxandin hatin kirin, li ser derbaskirina kêmasiyan nîqaş hatin kirin.Piştî nîqaşan bi erêkirina hemû endamên kongreyê rêze biryar hatin girtin. Di Konferansê de, Hêvîn Silêman, Nehla Mustefa, Fatima Hesen û Sîham Bîlal wekî endamên Koordînasyona Kongreya Star a Helebê hatin hilbijartinAxaftina dawî ya konferansê ji aliyê endama Kongreya Star Zelal Xebat ve hate kirin. Zelal Xebat, konferans li jinên Bakurê Sûriyê û Rojhilata Navîn pîroz kir û têkoşîna jina azad a rêxistinkirî silav kir û tekez kir ku li Rojava wê xeta Neteweya Demokratîk bişopîne û ji bo jiyaneke azad û bi rûmet têdikoşe.
Konferans bi dirûşemyên “Jin, Jiyan, Azadî û Bê serok jiyan nabe” bi dawî bû.

ShareTweetPin

Herî Dawî

Di heftiyekê de Îsarîlê 17 çalakiyên bejayî li ser axa Sûriyê pêk anîne
NÛÇE

Di heftiyekê de Îsarîlê 17 çalakiyên bejayî li ser axa Sûriyê pêk anîne

25/07/2026
Xeta Iraq-Sûriyê-DYA’yê; Zêdeyî 600 hezar ton sotemenî hatiye hinardekirin
NÛÇE

Xeta Iraq-Sûriyê-DYA’yê; Zêdeyî 600 hezar ton sotemenî hatiye hinardekirin

25/07/2026
Li Rojhilat û Îranê di mehekê de 12 jin û du zarok hatin qetilkirin
JIN

Li Rojhilat û Îranê di mehekê de 12 jin û du zarok hatin qetilkirin

24/07/2026
Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin
NÛÇE

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin

22/07/2026
Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir
NÛÇE

Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir

22/07/2026
TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî
NÛÇE

TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî

22/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.