Hunermendê Kurd Salih Osê di 40 rojiya wefata wî de hate bîranîn.
Desteya Çand û Hunerê ya Kantona Cizîrê bi armanca bîranîna hunermendê Kurd Salih Osê ku 40 roj li ser wefatê wî re derbas bû, civînek li navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo ya li bajarê Qamişlo lidar xist.
Di civîna bîranînê de, endamên tevgerên çand û hunerê yên herêmên Cizîrê, rewşenbîr, helbestvan, malbat û hevalên Salih Osê amade bûn.
Piştî rêzgirtinê Cîgirê Hevserokên Desteya Çand û Hunerê ya Kantona Cizîrê Hena Hena axivî û li ser kesayeta hunermend Salih Osê ev tişt anî ziman, “ Salih Osê yek ji hunermendên navdar e, di dilê hemû şagirtên xwe de hezkirina hunerê, civakbûyînê çand.”
Li ser navê Yekîtiya Hunermendan a herêma Cizîrê Elî Abdullah jî da zanîn ku Salih Osê yek ji damezrînerên Yekîtiya Hunermendan a herêma Cizîrê bû û got, “Salih Osê roleke mezin di zindîkirina kevnoşopiyên kurdî de lîst. Em ê jî heya dawiyê şopdarên riya wî bin.”
Biranîn bi stranên koma Stêrvan û Peymangeha Rojava bi dawî bû.






