Saturday, July 25, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Encamnameya Kongreya MSD’ê hate eşkerekirin

17/07/2018
in Uncategorized
A A
Encamnameya Kongreya MSD’ê hate eşkerekirin
Share on FacebookShare on Twitter

Kongreya 3’yan a Meclîsa Sûriya Demokratîk (MSD) ya li Tebqayê bi dawî bû.

Kongreya Meclîsa Sûriya Demokratîk (MSD) cara sêyem Duşemê li Tebqayê bi tevlêbûna 270 delegeyî pêk hat.

Encamnameya kongreyê wiha ye:

“Meclîsa Sûriya Demokratîk (MSD) di dîroka 16’ê Tîrmeha 2018’an de li bajarê Tebqaya ji desthilatdarî û çeteyan re rizgarkirî bi dirûşemeya ” Ber bi çareseriya siyasî û avakirina Sûriyeya Demokratîk a ne navendî ve” û bi beşdarbûna derdora  nêzî 300 delegeyî û mêvanên ji nûnerên hêz, partî û deste û rêxistinên rêveberiyên xweser û ên sivîl, QSD, kesayatên niştimanî yên opozisyona derve û ya hundurîn hate lidarxistin.

Bi dehan peyamên pîrozbahiyê ji aliyê partî û hêzên Kurdî, Erebî, kesayetên civakî ve hatin şandin. Di hemû peyaman de piştgiriya kongrê hate kirin û têkoşîna wê ya di vê pêjvajoya ku Sûriyê û Rojhilata Navîn û cîhan tê re derbas dibe hate silavkirin.

Di vê pêvajoya berdest de pêdivî bi nerîneke demokratîk û rêxistinî û bi berpirsyariyê heye. Her wiha divê mirov ji nêzîkatiyên berjewendiyên partiyan jî dûr raweste. Li ser vê Meclîsa Sûriya Demokratîk bandê rêveberiya xweser û meclîsên sivîl, banê Hêzên Sûriya Demokratîk e. Beşdaran diyar kirine ku çareseriya siyasî û diyalog rêya xilasbûna ji krîzê ye.

Piştî axaftina destpêkê ku ji aliyê Hevseroka Meclîsê ve hate kirin, hin mêvan jî axaftin kirin, her wiha peyamên pîrozbahiyê hatin xwendin. Kongrê bi xwendin û nirxandinên xebatên meclîsê, her wiha xwendina raporên buroyên wê, rêzikanmeya meclîsê û guhertina wê dewam kir.

Her wiha mekanîzmeya Meclîsên hate guhertin. Li gorî wê tekezî li ser ku doza niştimanî bingeha çareserkirina dozên civakî ye, di nav de dozên girêdayî mafê pêkhateyan hate kirin.

Beşdaran damezirandina Meclîsa Sûriya Demokratîk nirxandin û wekî gaveke ber bi çareseriya aloziyê Sûriyeyê ve destnîşan kir û dibînin ku nêrîna wê ya ji bo çareserkirina kirîzên Rojhilata Navîn ya herî rast e û Damezirandina projeya Sûriya demokratîk hêviyên hemû pêkhateyên Sûriyê, ji Kurd, Ereb, Suryan, Asur, Tirkumen û hwd pêk tîne.

Kongre gelek biryar girtin û hin xalên rêziknameyê guhertin. Dîsa jî tekezî li ser dewamkirina xeta stratejîk li gorî mekanîzmaya sazbûnê, nirxên biratiya gelan di navbera hemû pêkhateyan û yekîtiya çarenûsa gel dike.

Beşdaran her wiha, diyar kirin ku ew ê bi hemû rêbazan dagirkeriya Tirkiyê li Sûriyê têk bibin û hemû biryarên Konferansa Rizgarkirina Efrînê ya li Şehbayê hate lidarxistin, pêk bînin û bi hemû saziyên niştimanî, herêmî, cîhanê ji bo vegera gelê Efrînê bixebitin.

Beşdaran di dawiyê de Emîna Umer û Riyad Derar wekî hevserokên meclîsê hilbijartin û Îlham Ehmed jî wekî Seroka Desteya Rêveber a meclîsê  hilbijartin. Her wiha 41 endamên meclîsa serokatî ya meclîsê, di nav de 20 jin hatin hilbijartin. Endamên desteyê jî di civîna yekemîn de werin hilbijartin. Endaman soz da ku ew ê xeta şehîdên azadî û demokrasiyê bişopînin û ji bo avakirina pergaheke ne navendî û demokratîk li Sûriyê bixebitin.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

Di heftiyekê de Îsarîlê 17 çalakiyên bejayî li ser axa Sûriyê pêk anîne
NÛÇE

Di heftiyekê de Îsarîlê 17 çalakiyên bejayî li ser axa Sûriyê pêk anîne

25/07/2026
Xeta Iraq-Sûriyê-DYA’yê; Zêdeyî 600 hezar ton sotemenî hatiye hinardekirin
NÛÇE

Xeta Iraq-Sûriyê-DYA’yê; Zêdeyî 600 hezar ton sotemenî hatiye hinardekirin

25/07/2026
Li Rojhilat û Îranê di mehekê de 12 jin û du zarok hatin qetilkirin
JIN

Li Rojhilat û Îranê di mehekê de 12 jin û du zarok hatin qetilkirin

24/07/2026
Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin
NÛÇE

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin

22/07/2026
Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir
NÛÇE

Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir

22/07/2026
TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî
NÛÇE

TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî

22/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.