Zozanên Serhedê bi her sal hembêza xwe ji koçer, şivan û bêrîvanan re vedike. Lê ji ber qedexeyên dewleta Tirk weke berê gel bi azad nikarin herin zozanên xwe. Koçerên Zozanên Artemêtê ya Wanê diyar kirin koçerî karek zehmet e lê xweş e.
Malbata Demîr ku 20 salin li Zozanê Artemêtê ya Wanê nêzî 500 mih û bizinan xwedi dike, bi şîr û penêrê wan debara xwe dike.
Malbata Demîr a li zozanê Artemêta Wanê 20 salin koçeriye dikin, debara xwe bi şîr, mast û penêrê mih û bizinan dikin. Malbata Demîr ku ji Sêrtê ye, nêzî 20 salin di demsala bihar, havîn û payizê de pezê xwe tînin zozanan debarê bi şîrê pez dikin. Malbata Demîr nêzî 500 mih û bizinan xwedî dikin û bi şîrê wan debarê dikin. Malbata Demîr her roj pez didoşin û şîrê wî dikin mast, penêr û li bajar difiroşin. Di salên dawî de ji ber zozan hatine qedexekirin li nêzî bajar pezê xwe xwedî dikin. Malbata Demîr di 20 salên dawî de li Wanê bi cih bûne û dema hewa germ dibe û berf dihele pezê xwe derdixin zozanan. Şivan û Bêrîvan rojê carekê pez didin bêrî û şirê wî didoşin. 5 jinên Bêrîvan bi hevre pez didoşin û piştî şîr dotin, dikin mast û penêr û roja din dibin li bajarê Wanê difiroşin.
Her roj saet di 11.00’an de jinên Bêrîvan pez didin bêrî û şîrê wî didoşin.
20 SALIN BÊRÎVAN IN
Bêrîvana 55 salî Ayşe Demîr ku xwediya pez e diyar kir ku berê diçûn zozanên Xîzan, Feraşîn û Elbakê, zozan bi zozan digeriyan. Demîr anî ziman ku di 20 salên dawî de hatine li Wanê bi cih bûne û di demsalên bIhar, havîn û payizê de derdikevin zozanan. Demîr, diyar kir ku hevserê wê şivaniyê dike û ew jî berîvaniyê dike û bi şîrê pez debara malbatê dikin. Demîr, anî ziman ku ji şîr mast û penêr çê dikin û sal 12 meh şev û roj bi sewalan re xewtê xwe derbas dikin. Demîr, destnîşan kir ku berê diçûn deşt û zozanên Elbak, Feraşin û Xîzanê, lê piştî ev zozan hatin qedexekirin êdî leşker destûr nadin biçin zozanan.
Demir, anî ziman ku debara wan li ser sewalkariyê ye û nikarin bê sewalan bijîn û wiha got: “Em niha bi pez debara xwe dikin. Em ne hewceyê kesî ne. Ger ku dewlet destûr bide em ê niha biçin zozanên bilind. 2 mehin em li vir in. Em lîtreya şîr bi 5 lîre, kiloya penêr bi 16 lîre difiroşin.”
Bêrîvan Rewşan Yucel jî diyar kir ku karekî zor û zahmet e, lê kareki azad û xweş e. Yucel anî ziman ku 27 salin koceriyê dike, 200 mihan didoşe…MA






