Monday, June 8, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Rewşa koçberên Kampa Minbicê zehmet e

17/07/2018
in Uncategorized
A A
Rewşa koçberên Kampa Minbicê zehmet e
Share on FacebookShare on Twitter

Koçberên bajarê Minbicê ji ber zêdebûna germahiyê zehmetiyên mezin dikişînin. Koçberan bang li rêxistinên mirovî kirin ku alîkariya wan bikin.
Li kampa Minbicê ya li gundê Resim El-Exder 780 malbatên ku ji ber hovîtiya çekdaran û hêzên rêjîmê reviyane hatine bicihkirin. Li kampê 5 hezar û 250 kes hene. Pirraniya wan ji bajarokên Meskene, El-Xefse û El-Mehdûm û gundewarên Dêr Hafir yê ku dikeve başûrê Minbicê ne.
Bi zêdebûna germahiyê û ji ber tunebûna ceyran û ne bûna alavên sarkirinê koçber gelek zehmetiyan dikişînin. Rêveberiya Kampê bi derfetên xwe yên heyî hewl dide pirsgirêka koçberan çareser bike û pêdiviyên wan bi cih bîne.
Koçbera bi navê Xedîce Zêdan El-Timê ku dayîka 4 zarokan e, ji gundên Dêr Hafir a Helebê ye, beriya sal û nîvekê ji ber şerên di navbera rêjîmê û DAIŞ’ê de reviya û li li kampê bi cih bû. Xedîce li ser rewşa wan a li kampê ev tişt anî ziman: “germ zêde bû û li ba me tu amûrek sarkirinê tune ye. Zarokên me herî zêde ji germahiya bandor dibin.” Xedîceyê bang li rêxistinên Mirovî kir da ku alîkariya wan û zarokên wan bikin.
Koçbera bi navê Zeyneb El-Hesen ya ji Helebê jî wiha got: “Germahiya zêde buye û konên me kevinbûne û ji hev ketine. Av li kampê kêm e, ji bo peydakirina wê, em li tabûra depoya avê pir dimînin”.
Zeynep jî bang li rêxistinên mafên mirovan û Rêxistinên navdewletî kir ku alîkariya wan bikin.
Koçberê bi navê Ferec El-Xelef bavê 5 zarokan e, ew jî ji Helebê koçber bûye û di kampê de bi cih bû ye. Ferec ji ber astengdariyê nikare bimeşe û wiha got: “Ez her tim di bin konê de dimînim. Ji ber germahiya zêde zehmetiyê dikişînim. Zarokên min bi zikêşê ketine û ji ber tunebûna bijîşkan û ber astengiya min ez nikarim wan ji bo dermankirinê bibim derveyî kampê.”
Endama Rêveberiya Kampê Îmam Mistefa diyar kir ku ew bi derfetên xwe yên bi sînor hewl didin avê ji koçberan re peyde bikin û got: “Konên koçberan ji ber hawaya zêde ji hev ketine em hewl didn ji wan re konên nû û amûrên sarkirinê ku bi enerjiya tavê dixebitin peyda bikin.”…ANHA

ShareTweetPin

Herî Dawî

150 Malbatên Êzîdî yên li kampên Başûr diman vegeriyan Şengalê
NÛÇE

150 Malbatên Êzîdî yên li kampên Başûr diman vegeriyan Şengalê

08/06/2026
Perwîn Yûsif: Banga aştiyê banga sedsalê ye
NÛÇE

Rêber Apo: Entegrasyona demokratîk bi demokrasiya xwecihî bi wate dibe

08/06/2026
Ji Rojavayê Kurdistanê şermezarkirina gotinên nijadperest ên Rehmî Koç
NÛÇE

Ji Rojavayê Kurdistanê şermezarkirina gotinên nijadperest ên Rehmî Koç

08/06/2026
Li wanê Mehrîcana Keda Jinan a Berhemdar
JIN

Li wanê Mehrîcana Keda Jinan a Berhemdar

08/06/2026
Ji Bakurê Kurdistanê Kampanya “Ciwanên komînal li dijî Şerê Taybet li qada ne”
JIN

Ji Bakurê Kurdistanê Kampanya “Ciwanên komînal li dijî Şerê Taybet li qada ne”

08/06/2026
YRJ’ê; Êrişa li ser Ajansa Nûçeyan a Jinê hewldana bêdengkirina dengê rastiyê ye
JIN

YRJ’ê; Êrişa li ser Ajansa Nûçeyan a Jinê hewldana bêdengkirina dengê rastiyê ye

07/06/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.