Hozan serhed, bi navê xwe yê rast Silêman Alpdogan di 12’ê Tîrmehê sala 1999’an li zozanê Fereşînê bi rengekî hêsîr ket destê dijmin û hat şehîd xistin. Hozan Serhed bi afrîneriya mûzîka xwe rengekî nû da stranên Kurdî. Stranên wî yên weke Hewlêr, Mizgîna Leheng, Payîze heta roja îro jî li ser zimana ye.
Her kes vê rastiyê dizane kû çavkaniya ava jiyanê ji quntarên çiyayên welatê min dixulxule û kêlî bi kêlî û gav bi gav bi xwe re tovên jiyaneke geş dipişkivîne,vê rastiyê hîn bi hemo wateya peyvê li ser sînga welatê min rengê xwe wenda nekiriye û gurr jî diherike. Em hîn dikarin bêjin:di dinyaya kû dêwan daqurtandî de,hêşta dayîka min di ber hûrkirina pîvazekê re destek girî dike. Hîn jî li ser bênderên gundê me canî cot cot dibezin û bi zayîna mihekê,şivan sê berxika ber hemêza xwe dike tîne gund û hîn jî mirîşkên malî hêkên du zerikî dikin. Dinya jî dizane kû awazê jiyana mirovan bi lorîkên dayka min hatin hûnandin,çawa îlam û kirmaşan bûn maka hore û awzên çemerî,pawe û tawêle û biyare û pesarên çiyayê şinirwê jî bûn dergûşa hewar û siyaçemaneyên hawramiyan,quntarên çiyayê agirî jî dibin warê kalandina lawik û kilamên dengbêjiyê. Li vêderê bi dehan dengbêjên weke Şakro bi dengên xwe yên çiyayî û bi hestên xwe yên nazik stran û lawikên kû qehremanî û biserhatiyên vî welatî di hundirê xwe de dihewandin,dikalîn. Van deveran dîroka bi hezaran sal zulm û stema dagirkeriyê kişandin û li hember wê li ber xwe dan,van lawik û stranan jî ev dîroka qehreman ya bi êş dinav hev de di hundirê xwe de xudî kirin û heta roja îro anîn. Bê guman dema em behsa dengbêjiyê dikin,bilindiya çiyayê agirî xwe derdixe pêşya çavên me. Li vê devera resen,li ber dengê bilûra şivanan û şinge şînga zengilê pezê kû dihat bêriyê û xulxula meşka dayka min re,li welatê serheda destanek ji dayîk dibe. Ev destan lawikê serheda hozan Serhed e, ev lawik weke hemû lawikan ji dayîk nabe,ev lawik aşiq ji dayîk dibe. Ev lawikê aşiq di zarokatya xwe de kela eşqa tembûrê jiyan dike,lewra jî dayîka wî neçar dibe bi perê tevdîra xarina zivistanê jêre tembûrekê bikire. Dibêjin ev lawikê aşiq di demeke gelek kurt de bi tembûrê re dihele û rihê xwe û tembûrê dinav hev de dihûnîne,li ciyê kû lê dixwîne jî mamoste matmayî dimînin û li ber fêmkirina eşqa vî lawkî bê çare dimînin. Ev lawik ji bo bibe hozan Serhed eşqa tembûrê û meydana huner û hunermendê heyî jî wî têr nakin. Wî hest dikir kû di warê huner û hunermendiyê de xelekek windayî heye,hest û wîjdanê wî ew neçar kirin kû ew li dû wê xeleka windayî bigere. Hozan Serhed her çiqas kû di warê hunerî de gelek pêş dikeve û di zemîna huner û hunermendan de ciyekî wî yê ber bi çav çêdibe jî,lê ew nikare bayê popîlîzmê bipejirîne û pêlî hest û wîjdanê xwe bike,lewra ew xeleka windayî li ber eşqa xwe asteng dibîne. Bê guman gera li dû xeleka windayî wisa rihet nabe û şîrove kirin û fêmkirina wê jî wisa hesan nabe,çima hesan nabe? Ji ber kû hozan bi xwe li welatê qedexeyan de mezin bû. Heta dighêje rastiya wê xelekê û hinekî fêm dike kû ew xelek stranên kû di qirikan de bûne kul û hişk û ziwa bûne,êşa welatekî dagirkirî,civaka hatiye perçiqandin û qedexe kirin e.
Sal derbas dibin,eşqa hozan Serhed kû wî neçar dike her dinav lêgerînê de be, bi wî dide fêm kirin kû hunermendên civaka bindest erkên wan zêdene û barê wan girane. Dinav vê yekê de dibîne kû li welatê wî rastiyeke kû hatiye berûvajî kirin heye,ji ber kû hestên wî nazikin û wîjdanê wî zindî ye nikare vê rasyiyê paş guh bixe û weke hunermendê sexte kû wê demê xwe xistibûn rojeva bazarê ji nedîtîve bê. Ji bo hozan Serhed bighêje xeleka windayî weke dîtina serok jêre dibe şans ta mirov dikare binav bike. Dîtina serok ta dihêle, nakokiyên kû di hundirê wî de dijîn derdixe zanebûnê. Nakokiya herî mezin jî eve kû ew bi xwe xelkê welatekî resene lê nikare bi zimanê dayika xwe bi saza xwe re hestên xwe par veke. Dema kû li ser vê yekê lêdikole dibîne kû dewleta tirk bi her awayî çand û hunera welatê wî perçiqandî û bi awayekî berfere ji bo asîmle kirin û ji xwe xerîb kirina kurda polotîka xistiye dewrê. Di nava vê polotîkayê de kesên kû dewletê bi xwe ew kirine hunermend û derxistine piyasê,yên weke nûrî sesi gûzel-mehmûd tuncer-îzet altin mêşe-îbrahîm tatlîses û bi sedan kesên din dinava vê hemleya berfere ya asîmle kirina kurdan de cî girtibûn û li dijî gelê xwe bûne maşeya destê dewletê. Fêmkirina van rastiyên bi êş meşa hozan Serhed û lêgerîna wî ya li xeleka windayî xorttir dike. Li vêderê hozan fêm dike kû eşq gihiştina astê xwe helandina dinava armancê de ye,dema aşiq dinava armanca xwe de xwe dihelîne û pêre dibe yek,wê demê aşiq azadî û nemiriyê bi dest dixîne. Bê guman eger ev rastî rastiya kesekî be,di cîhana me ya îro de bi awakî xazayî li derveyî tevgera azadî û bîrdoziya rêber Apo cî jêre nînin. Hozan Serhed bi vê encamê tevlî tekoşîna azadya kurdistanê dibe û di rêya şehîd Sefqan û şehîd Mizgîn û Delîl doxanan de ket rêza xebatê. Ji bo cara yekem jêre derfeta tomarkirina straneke kurdî çêbûbû digot: ez careke din ji dayîk bûm. Bê guman ew li akademya Masom korikmaz demekê ma û dewreyeke perwerdê li wir dît û bi şanseke mezin karîbû ji nêzîk ve bi rêber Apo re bikeve nav gotobêjên li ser çand û hunerê. Bi van gotobêjan hozan Serhed,di lêgerîna xeleka windayî de dighêje despêka çareserya qetandina wê xelekê û bi wê ferasetê dikeve nav qonaxa çareseryê. Hozan Serhed piştî akadîmya Masom korikmaz derbasî awropa dibe û dinava koma berxwedan de xebatê dike. Li wêderê cara yekem strana (emê çêkin) bi zimanê kurdî di kasêta koma berxwedan de tomar dike. Bê guman bandora wî li ser koma berxwedan ciyekî çêdike,ji ber kû wî di astê zanyariya mûzîkê de bi awayekî akadîmîk xwe bi pêş xistibû. Hozan Serhed li kuderê dibû bila biba her kesî li ser mûzîkê aqil jê digirt.
Cara yekem zivistana 1996 li bajarê silêmanyê li navenda çanda mezopotomya min hozan serhed dît,li gel şehîd çiya bi hevre ji hewlêrê hatibûn. Heval Çiya berpirsyarê Giştî yê xebata me ya çandê bû,dema kû me nîqaş kir,dinava nîqaşan de hozan serhed pêşniyar kir kû ew li navenda silêmanyê bimîne,di serî de min wate nedayê kû çima dixaze li silêmanyê kar bike,piştî kû demekê em bi hevre man û me hev nas kir, min dît kû di heval Serhed de eşqeke lêgerînê ya naskirina zaravayên kurdî heye. Silêmanyê soranin û nêzîkê wê hem hewramî hene û hem jî kelhur hene,lewra xwest li silêmanyê bimîne. Dema kû li awropa bû bi zaravayê dumilkî hinek stran gotibûn û li wir rastî hunermendên soran hatibû,dixwest li ser zaravayê soranî jî hinekî kar bike û bi rastî jî tavilê ket nav xebatê û gelek zû xwe li gel hunermendên wêderê adebte kir û hezkirina derdûra xwe qazanc kir. Li ser mijara kû çima dixwest li ser zaravayên kurdî lêhûrbûnê çêke,wisa digot:dewletên dagirker li ser çand û hunera me gelekî xebitîne û xwestine me asîmle bikin,di pila yekem de dewleta tirk pirojeyên mezin ji bo vê yekê çêkirine û heta asteke bilind jî em weke kurdên bakurê kurdistanê ji çand û hunera xwe xerîb kirine,girêdayî vê yekê kurdên kurmanc yên perçê din yên kurdistanê jî para xwe ya xerîb bûnê têra xwe girtine. Ji bo vê yekê naskirina zaravayên kurdî hem ji bo yekîtya netewî û hem jî ji bo vegera li ser koka xwe wê roleke mezin bibîne
Li başûrê kurdistanê nêzî du salan me bi hevre kar kir,hozan Serhed gelek taybetmendiyên wî yên bedew hebûn, ji berî her tiştî gelekî dil nizim bû û li her civatê jî xwe dixist dilê mirovan. Ji zarokan gelekî hezdikir û ji pera aciz bû. Herdem rû li ken û gotinxweş bû. Di wê dema kû em bi hevre man de,me gelek berhem jî bi hev re çêkirin,yek ji wan berhema kilîpa(hewar)bû kû me bi zaravayê soranî amade kiribû. Ev kilîp di dîroka tekoşîna me de yekem kilîp bû kû li çiyayên kurdistanê bi gêrîla re bê çêkirin. Her wisa strana hewlêr kû hozan bi xwe yekbû ji yên li ser awazê wê xebitî û pê hat naskirin. Bê guman dinava xebatê de gelek bîranîn jî me bi hev re derbaz kirin. Hozan serhed hunereke zindî ye,wê di dilê gelê kurd û mirovatî de her zindî jî bimîne.
Delîl MÎRSAZ






