Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê diyar kir, 15’ê Tîrmehê li Biradostê di çalakiya gerîla de 8 leşkerên Tirk hatine kuştin.
Li gorî daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê, roja 15’ê Tîrmehê li herêma Biradostê ji du baskan ve çalakiyek hatiye kirin û di encamê de 8 leşker hatine kuştin. Hate gotin, artêşa Tirk êrîş biriye ser gundê Bosine û zarokek kuştiye.
Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê ya li ser mijarê wiha ye:
Hêzên me di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Pîroz û Şehîd Agirî de, 15’ê Tîrmehê saet 18:30’î li dijî artêşa TC a dagirker a li ser girê Lêlîkanê yê li herêma Bradostê ya Başûrê Kurdistanê çalakiyek li dar xistin. Ji du baskan ve derbên giran li çeper û stargehên dijmin ên li ser gir hatin xistin. Bi qasî ku hate zelalkirin, 8 leşkerên dijmin di çalakiyê de hatin kuştin. Artêşa TC a dagirker piştre obus û hawan avêt Lêlîkanê û derdora gundê Bosine. Ji ber êrîşa artêşa Tirk a li ser gundê Bosine, zarokekî bi navê Mihemmed Marîf jiyana xwe ji dest da.






