Saturday, July 25, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Doktoran ji bo Şehbayê bang kir

17/07/2018
in Uncategorized
A A
Doktoran ji bo Şehbayê bang kir
Share on FacebookShare on Twitter

Welatiyên Efrînê yên li ku ji ber êrîşên dagirkeriya Tirk li Şehbayê bi cih bûne di nava şert û mercên zehmet de dijîn û têkoşîna xwe berdewam dikin. Ji ber kêmbûna dermanan û xizmeta tendurustiyê bi nexweşiyan re rû bi rû dimînin. Rêveberên nexweşxaneya Avrîn ji bo alîkariyê bang li rêxistinên mirovî kirin.

Ji ber kêmbûna derman û alavên tendrûstiyê yên pêwîst, hejmara mirin û nexweşan li nav welatiyên Efrînê yên li Şehbayê de zêde dibin. Rêveberên nexweşxaneya Avrîn bang li rêxistin û aliyên têkildar kirin ku ji bo rêgirtina li ber mirinan, alav û pêdiviyên pêwîst ji wan re peyda bikin.
Komîteyên tendrûstiyê yên girêdayî Heyva Sor a Kurd li Şehbayê bi derfetên kêm ji bo şêniyên Efrînê bi erkên xwe radibin. Nexweşxaneya Avrîn û gelek navendên tendrûstiyê li herêmê û navçeyên Şehbayê vekirin.
Ji ber dorpêçkirina Şehbayê, komîteyên tendrûstiyê nikarin derman û pêwîstiyên tendurustî ji bo dermankirina nexweşan derbasî kantonê bikin û nikarin nexweşan jî derxînin derveyî herêmê. Bi vê yekê metirsiyên zêdebûna mirinan zêde dibe.
Endamê Rêveber a nexweşxaneya Avrîn a navçeya Fafînê Mihemed Şêxo, diyar kir ku ji ber dagikirina Efrînê ji aliyê artêşa Tirk a dagirker û komkujiyên ku li Efrînê li dijî sivîlan pêk anî, şêniyên Efrînê neçar man ji malên xwe derkevin û li kantona Şehbayê bi cih bibin.
Şêxo destnîşan kir ku ji ber dorpêçkirina Şehbayê gelek astengiyan dikşînin û hin nexweşiyan ji ber kêm derfetan û kêmbûna dermanan, nikarin derman bikin, lewra gelek nexweş jiyana xwe ji dest didin.
Şêxo wiha dewam kir,”Pêwîstiya gelek nexweşan bi derketina derveyî Şehbayê heye. Pêwîstiya 30 nexweşên penceşêrê bi dermankirina lezgîn hene, 450 nexweş li hêviya erêkirina derkertina derveyî herêmê ne.”
Şêxo di dawiyê de bang li rêxistinên mafên mirovan kir ku serdana Şehbayê bikin, rewşa zehmet a şêniyên Efrînê bi çavên xwe bibînin û alîkariya wan bikin ji bo ku rê li ber mirinan were girtin…ANHA

ShareTweetPin

Herî Dawî

Di heftiyekê de Îsarîlê 17 çalakiyên bejayî li ser axa Sûriyê pêk anîne
NÛÇE

Di heftiyekê de Îsarîlê 17 çalakiyên bejayî li ser axa Sûriyê pêk anîne

25/07/2026
Xeta Iraq-Sûriyê-DYA’yê; Zêdeyî 600 hezar ton sotemenî hatiye hinardekirin
NÛÇE

Xeta Iraq-Sûriyê-DYA’yê; Zêdeyî 600 hezar ton sotemenî hatiye hinardekirin

25/07/2026
Li Rojhilat û Îranê di mehekê de 12 jin û du zarok hatin qetilkirin
JIN

Li Rojhilat û Îranê di mehekê de 12 jin û du zarok hatin qetilkirin

24/07/2026
Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin
NÛÇE

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin

22/07/2026
Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir
NÛÇE

Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir

22/07/2026
TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî
NÛÇE

TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî

22/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.