Saturday, July 25, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Rêber Apo planên qirkirinê têk bir

17/07/2018
in Uncategorized
A A
Rêber Apo planên qirkirinê têk bir
Share on FacebookShare on Twitter

Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Mûstafa Karasû derbarê tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de axivî û diyar kir ku rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi avakirina PKK’ê re planên qirkirinê, planên tinekirina Kurdan ên dewleta Tirk ji hev xist. Ji ber vê yekê tolê ji Rêber Apo hiltînin.”

Karasû diyar kir ku rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi avakirina PKK’ê re planên qirkirinê, planên tinekirina Kurdan ên dewleta Tirk ji hev xist.
Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Mûstafa Karasû derbarê tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bersiv da pirsên rojnameya Yenî Ozgur Polîtîkayê.
Karasû diyar kir ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan rêberekî ji rêzê yê siyasî nîne û got, “Rêber Apo ne tenê bernameyeke siyasî danî holê û qala azadiya Kurd û Kurdistanê kir. PKK jî ne tevgereke wiha ye. Rêber Apo zîhniyet, nêrîn, hestên Kurdan guherand; jiyan, rewşa malbatî û têkiliyên wan ên cîrantiyê guherand. Civakeke ku karibe têbikoşe derxist holê. Ji bo karibe di oxira azadî û demokrasiyê de têbikoşe, jiyana wan bi temamî guherand. Li dijî her şêweyên paşverûtiyê têkoşiya û gelê Kurd rakir ser piyan.”
Karasû destnîşan kir ku bi têkoşîna Ocalan re rastiya Kurdên Azad afirî û wiha axivî: “Rastiya Kurdên Azad ên navenda xwe Amed e derkete holê. Rêber Apo got, “Rastiya Kurd a ku min afirand, rastiya Kurdên Azad ên navenda xwe Amed e”. Ev bîst sal in ji ber vê yekê tecrîdeke giran li ser wî tê ferzkirin. Naxwazin gotineke wî jî bigihêje derve. Dibînin ku gotineke wî jî dikare bandorê li civakê bike. Lewma tecrîd û zexteke gelekî giran li ser wî heye.”
RÊBER APO PLANÊN QIRKIRINÊ JI HEV XIST
Karasû diyar kir, Ocalan rêberê gel e, rêberê şoreşê ye û bi hest û nêrînên xwe civakê bi rê ve dibe. Mûstafa Karasû anî ziman ku ji ber van taybetmendiyên xwe, dijminatiyeke mezin li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê kirin û wiha dewam kir: “Rêber Apo derkete holê, koma Apoyî ava kir, PKK damezrand û bi têkoşîneke mezin planên qirkirinê, planên tinekirina Kurdan ên dewleta Tirk ji hev xist, ji holê rakir. Lewma dijminatiyeke mezin li Rêbertî dikin. Ji ber ku mejî, polîtîka û têkoşîna vî Rêbertî bandor li Kurdên li hemû parçeyan kir. Rastiya dewleta Tirk, rastiya civaka Tirkiyeyê li pişt rastiya civakî û siyasî ya gelê Kurd maye. Ji ber vê yekê jî li dijî Rêber Apo bi hêrs in. Tolê ji Rêber Apo hiltînin.”
KIRYARÊN TAYBET ÊN LI DIJÎ ŞEXSEKÎ
Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Mûstafa Karasû diyar kir ku dewleta Tirk hemû derfetên xwe ji bo tinekirina têkoşîna 35 salan a bi pêşengiya PKK’ê bi kar tîne û got: “Hemû polîtîkayên xwe di vê çarçoveyê de ne. Dewleta ku li dijî têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd, li dijî têkoşîna azadiyê ya PKK’ê, li hemberî gerîla gelekî bi hêrs e û ji bo tinekirina wan hemû derfetên xwe bi kar tîne, bêguman wê tecrîd û zexteke giran li Rêber Apo bike, ku wî bi xwe ev têkoşîn afirand. Ev du sal in em nizanin bê hev dibînin a nabînin. Ji Tîrmeha 2011’an û vir ve heft sal in parêzer û malbat nikarin wî bibînin. Kiryareke bi vî rengî li cihekî din ê cîhanê nîne. Kiryarên taybet ku li dijî şexsekî bi cih tên anîn. Tenê li dijî Rêber Apo tên bikaranîn. Rêber Apo bîst sal in li dijî vê yekê li ber xwe dide.”
ŞERÊ TAYBET Û PSÎKOLOJÎK TÊ
MEŞANDIN
Karasû destnîşan kir ku divê haya gel ji polîtîkayên li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hebe û got, “Çawa ku li derve li êrîş li dijî têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd tê kirin, zext û zordarî heye, li dijî Rêber Apo jî heman zext û êrîş hene. Tecrîda giran a li ser Rêber Apo ji ber vê yekê ye. Eger mirov dixwaze zexta li ser Rêber Apo fêhm bike, divê li zext û zordariya li gelê Kurd tê kirin binerin. Bîst sal in di her kêliyê de şerekî psîkolojîk li dijî Rêber Apo heye.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

Di heftiyekê de Îsarîlê 17 çalakiyên bejayî li ser axa Sûriyê pêk anîne
NÛÇE

Di heftiyekê de Îsarîlê 17 çalakiyên bejayî li ser axa Sûriyê pêk anîne

25/07/2026
Xeta Iraq-Sûriyê-DYA’yê; Zêdeyî 600 hezar ton sotemenî hatiye hinardekirin
NÛÇE

Xeta Iraq-Sûriyê-DYA’yê; Zêdeyî 600 hezar ton sotemenî hatiye hinardekirin

25/07/2026
Li Rojhilat û Îranê di mehekê de 12 jin û du zarok hatin qetilkirin
JIN

Li Rojhilat û Îranê di mehekê de 12 jin û du zarok hatin qetilkirin

24/07/2026
Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin
NÛÇE

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin

22/07/2026
Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir
NÛÇE

Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir

22/07/2026
TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî
NÛÇE

TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî

22/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.