Saturday, July 25, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Divê Destûr Sûriyeke ne navendî armanc bike

17/07/2018
in Uncategorized
A A
Divê Destûr Sûriyeke ne navendî armanc bike
Share on FacebookShare on Twitter

Hevserokatiya MSD’ê di kongreya xwe ya sêyemîn de nêrîna xwe ya siyasî eşkere kir û pêşniyar kir ku aloziya Sûriyê bi sîstema nenavendî ya demokratîk, parastina yekbûna xaka Sûriyê, parastina ewlekarî û aramiya herêmê were bidawîkirin.
Sêyemîn Kongreya MSD’ê bi dirûşma “Ber bi çareserkirina siyasî û avakirina Sûriya nenavendî ya demokratîk ve” bi beşdarbûna 270 delegeyan, mêvanên ji tevahiya Sûriyê, her wiha şandeyên ji Ewropa û Misrê hat lidarxistin. Piştî axaftina hevserokatiyê hate kirin, nêrîna siyasî ya pêşeroja Sûriyê û çareserkirina aloziya Sûriyê û rêbaza çareseriyê hatin destnîşankirin.
Di bendên çareseriyê de wiha tê gotin:“Erêkirina projeya demokratîk a laîk wek projeya fikrî û siyasî ya pêşeroja Sûriyê, her wiha rêbaza çareserkirina pirsgirêka tayîfî ku di welat de pêk hatiye. Bi rêbaza demokratîk û laîk dê hemû kêşe û belayên li serê welat, bi dawî bibin.
Demokrasî rêya çareserkirina kêşeyên neteweyî û mezhebî ye. Ev li welatê me ku bi pirrengiya xwe tê naskirin, heye. Tekezî li ser wê yekê were kirin ku çareserkirina aloziya Sûriyê li gorî rêbaza siyasî ku xwe wekî tekane rêya siyasî ku dikare guhertinan pêk bîne, dibe. Li gorî wê rê ji hemû pêkhateyan re were dayîn ku rola xwe di Sûriya pêşerojê de li ser esasê demokratîk pêk bînin. Ev ji bo avakirina civaka demokratîk a pirreng û saziyên dewleta destûrî ya nenavendî ye.
Tekezî li ser Sûriya ne navendî were kirin, ev ji bo pêkanîna rêgezên demokrasiyê û laîk ku divê destûrek demorkatîk a li ser esasê lihevkirinê pêk were. Destûra ku sîstema ne navendî ya pêşeroja Sûriyê armanc dike.
Tekezî li ser rêgezên MSD’ê û bingeha wê ya sereke ku wekî preojeya siyasî ya niştmanî ya demokratîk a hemû Sûriyê ye, were kirin. Ev proje ji bo hemû pêkhateyan û komên siyasî ji bo parastina berpirsiyariyên xwe û rizgarkirina niştiman li ser esasî demokratiyê û jiyana hevbeş pêk were. Di heman demê de rizgarkirina Sûriyê ji êşên heyî û pêkanîna hêviyên gel ên ber bi guhertina demokratîk pêk werin.

ShareTweetPin

Herî Dawî

Di heftiyekê de Îsarîlê 17 çalakiyên bejayî li ser axa Sûriyê pêk anîne
NÛÇE

Di heftiyekê de Îsarîlê 17 çalakiyên bejayî li ser axa Sûriyê pêk anîne

25/07/2026
Xeta Iraq-Sûriyê-DYA’yê; Zêdeyî 600 hezar ton sotemenî hatiye hinardekirin
NÛÇE

Xeta Iraq-Sûriyê-DYA’yê; Zêdeyî 600 hezar ton sotemenî hatiye hinardekirin

25/07/2026
Li Rojhilat û Îranê di mehekê de 12 jin û du zarok hatin qetilkirin
JIN

Li Rojhilat û Îranê di mehekê de 12 jin û du zarok hatin qetilkirin

24/07/2026
Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin
NÛÇE

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin

22/07/2026
Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir
NÛÇE

Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir

22/07/2026
TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî
NÛÇE

TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî

22/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.