Monday, June 8, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Efrîn ne Bab û ne Îdlib e

17/07/2018
in Uncategorized
A A
Efrîn ne Bab û ne Îdlib e
Share on FacebookShare on Twitter

Serkirdeyê Partiya Demokratîk a Kurd a Sûriyê PDKS Remzî Şêx Mûs derbarê Konferansa Rizgarkirina Efrînê de ji rojnameya Ronahî re axivî û ev tişt anî ziman: Lidarxistina konferansê gavek dîrokî bû. Ji bo pêkanîna biryarên konferansê em xwedî helwesteke stratejîk in. Gel û rêveberî wê pêkve Efrînê rizgar bikin. Efrîn ne Bab û Idlib e, ji bilî Efrîniyan kesek wê nikaribe Efrînê bi rê ve bibe.
PÊWÎST BÛ HEMÛ ALÎ AMADE BÛNA
Remzî şêx Mûs serkirdeyê Partiya Demokrat a Kurd a Sûriyê PDKS li Efrînê derbarê Konferansa Rizgarkirina Efrînê de ji rojnameya Ronahî re ev nirxandin kir. Şêx Mûs şêwaz û mekanîzmeya lidarxistina konferansê bi serkeftî bi nav kir û got: Li gorî rêbazên rêxistinî yên lidarxistina konferansan, Konferansa Rizgarkirina Efrînê xwedî taybetmendiyek cuda bû. Mekanîzmeya platform, rexne û rexnedayîn min weke siyasetmedar cara yekê di vê konferansê de dît. Şêx Mûs dibêje ku nîqaşên di konferansê de hatine pêşxistin dîrokî bûn. Hemû kurt û kêmasî di 4 rojên konferansê de hatin nîqaşkirin û çareseriya guncaw bi encam û biryaran derket. Şêx Mûs dewam dike: Ji bona ku ev konferans hîna encamtir bûya, pêwîst dikir ku hemû partiyên Efrînê li ser navên xwe têde amade bûna. Ji ber ku ev konferansa Efrînê ye. Rizgarkirina Efrînê jî barê her Kurdistaniyekî û bi taybet Efrîniyan e.
EM Ê BIRYARÊN KONFERANSÊ PÊK BÎNIN
Şêx Mûs derbarê civînên bi gel re tên lidarxistin de ev tişt anî ziman: Ji bona ku Rêveberiya Xweser û gel bibin yek ku em wan kêmasiyên xwe yên berê dubare nekin, gelekî girînge biryarên konferansê bi gel werin parvekirin. Ev gava han wê bêtir rêveberiyê bi civakê re bike yek û wê bi yek raman, fikirandin û helwestî pêkve ber bi rizgarkirina Efrînê ve biçin. Ji ber vê yekê di konferansê de xeta gel hate hilbijartin. Wê bi pratîzekirina encamên konferansê ne tenê Efrînê rizgar bibe, dê zihniyet jî were rizgarkirin.
Remzî Şêx Mûs berpirsê Partiya Demokrat a Kurd a Sûriyê PDKS li Efrînê tekez dike ku partiya wî di pêkanîna encam û biryarên konferansê de xwedî helwesta stratejîk e û dibêje: Em ê heya dawiyê wefedarê Berxwedana Efrînê û biryarên Konferansa Rizgarkirina Efrînê bin.
EFRÎN BINGEHA
ÇARESERIYA ALOZIYA SÛRIYÊ YE
Şêx Mûs di nav nirxandinên xwe de bal kişand ser tevgerîna aliyên dijber û got: Bi qasî têkoşîna me, aliyên ku dixwazin têkoşîna me têk bibin, gel û rêveberiyê ji hev qut bikin, dixebitin. Parvekirina biryar û encaman bi gel re, rê li ber hewldanên van aliyan digire û baweriya navbera gel û rêveberiyê de zêdetir dike. Cîvînên bi gel re isbat kirin ku gel û rêveberî li hemberî planan biryardarin Efrînê rizgar bikin. Wê li ser vê bingehê jî her keseke li cihê ku lê vê têkoşînê bimeşîne.
Serkirdeyê Partiya Demokratîk a Kurd a Sûriyê PDKS Remzî Şêx Mûs dawiya nirxandinên xwe de got ku konferans di çarîka dawî ya pêvajoya aloziya Sûriyê de hat lidarxistin. Tekez Efrîn ne Cerablus, Bab û Idlib e. Wê rizgarkirina Efrînê bibe bingeha çareserkirina tevahî aloziya Sûriyê. Ji bilî Efrîniyan kesek dîtir nikar Efrînê bi rê ve bibe.

Idrîs HENAN

ShareTweetPin

Herî Dawî

150 Malbatên Êzîdî yên li kampên Başûr diman vegeriyan Şengalê
NÛÇE

150 Malbatên Êzîdî yên li kampên Başûr diman vegeriyan Şengalê

08/06/2026
Perwîn Yûsif: Banga aştiyê banga sedsalê ye
NÛÇE

Rêber Apo: Entegrasyona demokratîk bi demokrasiya xwecihî bi wate dibe

08/06/2026
Ji Rojavayê Kurdistanê şermezarkirina gotinên nijadperest ên Rehmî Koç
NÛÇE

Ji Rojavayê Kurdistanê şermezarkirina gotinên nijadperest ên Rehmî Koç

08/06/2026
Li wanê Mehrîcana Keda Jinan a Berhemdar
JIN

Li wanê Mehrîcana Keda Jinan a Berhemdar

08/06/2026
Ji Bakurê Kurdistanê Kampanya “Ciwanên komînal li dijî Şerê Taybet li qada ne”
JIN

Ji Bakurê Kurdistanê Kampanya “Ciwanên komînal li dijî Şerê Taybet li qada ne”

08/06/2026
YRJ’ê; Êrişa li ser Ajansa Nûçeyan a Jinê hewldana bêdengkirina dengê rastiyê ye
JIN

YRJ’ê; Êrişa li ser Ajansa Nûçeyan a Jinê hewldana bêdengkirina dengê rastiyê ye

07/06/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.