Saturday, July 25, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Koma dawî ya YPG’ê ji Minbicê vekişiya

17/07/2018
in Uncategorized
A A
Koma dawî ya YPG’ê ji Minbicê vekişiya
Share on FacebookShare on Twitter

Fermandariya Meclîsa Leşkerî ya Minbicê ragihand, koma şêwirmend a dawî ya YPG’ê ya li Minbicê peywira xwe temam kiriye û roja 15’ê Tîrmehê bi temamî ji Minbicê vekişiyaye. Meclîsa Leşkerî ji bo piştgiriya wan spasiya YPG’ê û Koalîsyona Navdewletî kir.

Fermandariya Meclîsa Leşkerî ya Minbicê ragihand, koma şêwirmend a dawî ya YPG’ê ya li Minbicê peywira xwe temam kiriye û bi temamî ji Minbicê vekişiyaye.
Fermandariya Giştî ya Meclîsa Leşkerî ya Minbicê derbarê mijarê de daxuyanî da.
Di daxuyaniyê de ev tişt hatin gotin, “Meclîsa Leşkerî ya Minbicê radighîne ku beşa dawî ya şêwirmendên leşkerî yên YPG’ê piştî ku erka xwe ya perwerdekirina şervanan bi hevkariya koalîsyonê qedandin 15’ê Tîrmeha 2018’an ji Minbicê vekişiyan.
Piştî ku Meclîsa Leşkerî ya Minbicê di 4’ê Nîsana 2016’an de hate damezirandin û ji bo amadekariyên Pêngava Rizgarkirina Minbic û gundewarên wê ku di 1’ê Hezîrana 2016’an de destpê kir destek ji Yekîneyên Parastina Gel û Koalîsyona navdewletî xwest.
Meclîsa Leşkerî ya Minbicê û YPG’ê bi hevakariya Koalîsyona Navdewletî di 15’ê Tebaxa 2016’an de bajar rizgar kirin, piştî ku aramî li herêmê pêk hat, bi hezaran şênî vegeriyan bajarê xwe.
Di dîroka 16’ê Mijdara 2016’an de, wekî Meclîsa Leşkerî ya Minbicê û rêveberiya ewlehî û leşkerî ya Minbicê girt. YPG’ jî bi daxuyaniyeke fermî û merasîmeke leşkerî ji bajêr vekişiyaye. Lê me karê xwe yê avakirina saziyên û rêxistinkirina mekanîzmeya parastina bajar berdewam kir, me xwest ku komeke şêwirmendên leşkerî yên YPG’ê li Minbic bimînin da ku bi hevkariya Koalîsyona Navdewletî desteka perwerdekirina şervanên meclîsê bide. Piştî du salan meclîsê dît ku êdî ew dikarin bi xwe perwerdeyên xwe dewam bike. Li ser vê yekê û bi îtîfaqa YPG’ê beşek şêwirmendên leşkerî di 3’ê Hezîranê de vekişiyan, beşa dawî jî piştî ku karê xwe qedandin vekişiyan.Em wekî Meclîsa Leşkerî ya Minbicê, careke din spasiya YPG’ê û şêwirmendên leşkerî dikin ku piştgirî dane meclîsê. Her wiha em spasiya Hêzên Kaolîsyona Navdewletî dikin û berxwedana wan a rizgarkirina bajar ji terorê silav dikin.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

Di heftiyekê de Îsarîlê 17 çalakiyên bejayî li ser axa Sûriyê pêk anîne
NÛÇE

Di heftiyekê de Îsarîlê 17 çalakiyên bejayî li ser axa Sûriyê pêk anîne

25/07/2026
Xeta Iraq-Sûriyê-DYA’yê; Zêdeyî 600 hezar ton sotemenî hatiye hinardekirin
NÛÇE

Xeta Iraq-Sûriyê-DYA’yê; Zêdeyî 600 hezar ton sotemenî hatiye hinardekirin

25/07/2026
Li Rojhilat û Îranê di mehekê de 12 jin û du zarok hatin qetilkirin
JIN

Li Rojhilat û Îranê di mehekê de 12 jin û du zarok hatin qetilkirin

24/07/2026
Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin
NÛÇE

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin

22/07/2026
Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir
NÛÇE

Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir

22/07/2026
TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî
NÛÇE

TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî

22/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.