Saturday, July 25, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Ewlekariya hundurîn a Reqayê xurt dibe

16/07/2018
in Uncategorized
A A
Ewlekariya hundurîn a Reqayê xurt dibe
Share on FacebookShare on Twitter

Dewreya 25’emîn a Hêzên Ewlekariya Hundurîn a Reqayê ku 230 endam beşdar bûn, bi merasîmekê bi dawî bû.
Rêveberên Hêzên Ewlekariya Hundirîn a bajarê Reqayê ku beşdarî merasîma bi dawîbûna dewrê bûn gotin, “Me piştî ewqas tehdîd, gelek astengî derbaskir û teror tune kir.”
Rêveberên Hêzên Ewlekariya Hundurîn a bajarê Reqayê di merasîma bi dawîbûna dewreya şehîd Xalid El-Hemûd a endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn de axivîn.
Hêzên Ewlekariya Hundirîn xebatên xwe berfireh dike.
Merasîma dewreya 25’emîn a Hêzên Ewlekariya Hundirîn, bi tevlîbûna 230 endaman pêk hat.
Dewre, bi navê şehîd Xalid Hemûd li Akademiya şehîd Idrîs a navçeya Eyn Îsa ya Kantona Girê Spî hate lidarxistin.
Dewreyê 10 rojan dewam kir. Endam li ser waneyên bîrdozî û leşkerî hatin perwerdekirin.
Di merasîmê de Rêveberê Ewlekariya Hundirîn a bajarê Tebqayê Îmad Hisên û Rêvebera Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Reqayê Xelye Hemûd axivîn û behsa xebatên parastina sivîlan ya din êrîş û tehdîdan de, kirin.
Herdû rêveberan wiha gotin: “Me di Hêzên Ewlekariya Hundirîn de piştî ewqas sal gelek astengî û zehmetî derbaskirin û me teror bi hemû şêweyên wê li herêmê tune kir.”
Hêzên Ewlekariya Hundirîn di 6’ê Hizîrana borî de gelek şaneyên terorê tune kir. Di 22’ê Hizîrana borî de jî piştî ragihandina rewşa awarte ji bo 5 rojan gelek şaneyên terorê bin çav kirin û gelek cebilxane desteser kirin.
Hêzên Ewlekariya Hundirîn li hember êrîş û tehdîtan soza parastina aramiya herêmê û sivîlan dan.
Piştî bi dawîbûna axaftinan endaman sond xwarin, paşê merasîm bi dawî bû.
Şehîd Xalid El-Hemûd yê ku dewre bi navê wî hate vekirin, ji şêniyên Reqayê ye û endamekî Hêzên Ewlekariya Hundirîn a bajêr bû. Dema bi erka xwe radibû li bajarokê El-Sehlebiyê yê gundewarên Reqayê di 9’ê Hezîrana derbasbûyî de şehîd bibû…ANHA

ShareTweetPin

Herî Dawî

Di heftiyekê de Îsarîlê 17 çalakiyên bejayî li ser axa Sûriyê pêk anîne
NÛÇE

Di heftiyekê de Îsarîlê 17 çalakiyên bejayî li ser axa Sûriyê pêk anîne

25/07/2026
Xeta Iraq-Sûriyê-DYA’yê; Zêdeyî 600 hezar ton sotemenî hatiye hinardekirin
NÛÇE

Xeta Iraq-Sûriyê-DYA’yê; Zêdeyî 600 hezar ton sotemenî hatiye hinardekirin

25/07/2026
Li Rojhilat û Îranê di mehekê de 12 jin û du zarok hatin qetilkirin
JIN

Li Rojhilat û Îranê di mehekê de 12 jin û du zarok hatin qetilkirin

24/07/2026
Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin
NÛÇE

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin

22/07/2026
Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir
NÛÇE

Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir

22/07/2026
TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî
NÛÇE

TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî

22/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.