Akademiya Şehîd Qendîl Selhebiye dewreya perwedeyê bi beşdarbûna 100 şervanên nû yên QSD’ê bi navê dewreya Reefet Reqa dest pê kir.
Dewereya Şehîd Reefet Reqa bi merasîmekê li Tebqa hate destpêkirin. Dewre bi beşdarbûna şervanên 2 focên leşkerî ku ji her focekê 50 şervan tevlî bûne, hate destpêkirin. Dewre wê 45 rojan dewam bike.
Hevserokê Desteya Parastinê yê Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Tebqayê Mihemed Xalid û fermandarên QSD’ê yên herêma Tebqa, her wiha hevserokên komîteyên meclîsa rêveber a Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a herêma Tebqa û Rêveberên Meclîsa Jinan a herêma Tebqayê beşdarî merasîmê bûn.
Di merasîmê de li ser navê Meclîsa Jinan a Tebqayê Fatma Hisên axivî. Fatmê dewre li hemû şervanan û şêniyên herêmê pîroz kir û sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û diyar kir ku bi saya tekoşîna şehîdan û şervanên QSD’ê destkeftî hatine bidestxistin.
Di berdewama merasîmê de Hevserokê Komîteya Parastinê yê Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Tebqayê Mihemed Xalid axivî û diyar kir pêwîste di rewşa Sûriyê ya heyî de avakirina hêzên leşkerî ji bo parastinê pêwîstiyeke û da zanîn ku şêniyên herêmê dikarin parastina xwe bikin û herêmên xwe birêve bibin.
Paşê sed şervanên ku beşdarî dewreyê bibûn soza leşkerî dan. Di dawiya merasîmê de beşdaran xelekên govendê gerandin. Şehîd Refet Reqa di şerê rizgarkirina bajarê Reqayê de şehîd bû…ANHA






