Saturday, June 14, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

KJK: Wê gelê Kurd qetlîama dewleta Tirk ya dagirker qet qebûl neke

23/11/2022
in Uncategorized
A A
KJK: Wê gelê Kurd qetlîama dewleta Tirk ya dagirker qet qebûl neke
Share on FacebookShare on Twitter

Navenda Nûçeyan

 KJK’ê bang li gelê Kurd û di serî de jinên Kurd kir ku xwe bi rêxistin bikin û li dijî êrîşên faşîst helwesta xwe ya xweparastinê bilind bikin û got, gelê Kurd wê qetlîama dewleta Tirk ya dagirker qet qebûl neke

Derbarê êrîşên dewleta Tirk ya dagirker  yên li ser Rojava û Herêmên Parastinê yên Medyayê Koordînasyona KJK’ê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

KJK’ê di daxuyaniya xwe de êrîşên dagirkriya Tirk yên hewayî yên di 20’ê Mijdarê de li dijî Rojava, Rojhilat û Başûrê Kurdistanê pêk hatin şermezar kir û got: “Em zarokên hêja yên gelê xwe yên di van êrîşan de jiyana xwe ji dest dane bi rêzdarî bi bîr tînin û ji gelê me yê di êrîşan de birîndar bûne jî şîfayê dixwazin. Em sersaxiyê ji hemû gelê Kurdistanê re, di şexsê malbatên xwe yên ku xizmên xwe ji dest dane re dixwazin. Desthilatdariya çete ya faşîst AKP-MHP li pêşberî bilindbûna nirxên aştî, demokrasî û azadiyê yên ku bi paradîgmaya Rêbertiya me li welatê me, li herêmê û raya giştî ya cîhanê tengijiye.Hikumeta çete ya AKP û MHP tu carî dev ji polîtîkayên xwe yên qetlîamker bernedaye. Di çarçoveya van polîtîkayan de bi meşandina polîtîkaya tecrîd û îşkenceya li ser Rêbertiya me, weke ku tola nirxên azadiyê yên ku Rêbertiya me li Kurdistanê û li tevahiya cîhanê afirandiye, şer dimeşîne”.

KJK’ê da xuyakirin ku gel dizane ku desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê amadekariya şerekî berfireh dike û wiha got: “Çawa ku di êrîşên dawî de jî hat dîtin, ev şer bi haydarî û destûra Rûsya û Amerîkayê tê pêşxistin. Gelê Kurd wê qet qetlîama dewleta Tirk a ku bi êrîşên bi şahidî û erêkirina Rûsya û dewletên NATO’yê pêk tîne, qebûl neke. Desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê ku nikare şoreşa Rojava bifetisîne ya ku li ser mîrateya watedar û bi nirx a dîroka me ya têkoşînê ya 40 salî pêş ketiye û nirxên ku Kurdan bi dest xistine hedef digire.”

KJK’ê da zanîn ku Kobanê weke cihê şoreşa jinê ya destanî navê xwe di dîrokê de nivîsand û wiha dewam kir: “Desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê ku nikare vê rastiyê qebûl bike, tinekirina vê îradeya rêxistinbûyî weke sedema hebûna xwe nirxand. Ev klîka faşîst, Şoreşa Rojava ji bo desthilatdariya xwe xeternak dibîne, ji yekîtiya azad û demokratîk a gelan ditirse. Êrîşa wê nîşaneya tirsa wê ya ji vîna jinê ya rêxistinkirî û hêza hevpar a gelan e. Di rewşa niha de desthilatdariya faşîst a AKP û MHP’ê li welatê me, Tirkiye, Rojhilata Navîn rîskê çêdike, xwe li ser xwîn, zayendperestî û nijadperestiyê ava kiriye û ji van tiştan sûdê werdigire”.

’Li ber xwe bidin û têkoşîna demokratîk mezin bikin’

KJK’ê bang li hemû gel û di serî de jinên Kurd kir ku xwe bi rêxistin bikin û li dijî êrîşên faşîst helwesta xwe ya xweparastinê bilind bikin û wiha got: “Em bang li raya giştî ya demokratîk, sazî û rêxistinên Tirkiye, herêm û cîhanê dikin ku li dijî êrîşên çeteyên faşîst ên AKP-MHP’ê yên li her çar parçeyên Kurdistanê zêde bûne, li ber xwe bidin û têkoşîna demokratîk mezin bikin.”

Post Views: 42
ShareTweetPin

Herî Dawî

Ji dema Serxwebûnê ve sîstemên desthilatdariyê li Sûriyê… û sîstema herî guncaw ji bo Sûriya îro… (1)
NÛÇE

Ji dema Serxwebûnê ve sîstemên desthilatdariyê li Sûriyê… û sîstema herî guncaw ji bo Sûriya îro… (1)

14/06/2025
Ziftkirina kolanên Qamişlo ji aliyê şaredariyê ve dewam dike
CIVAK Û JIYAN

Ziftkirina kolanên Qamişlo ji aliyê şaredariyê ve dewam dike

14/06/2025
‘Wê 350 heya 400 hezar tonê genim ji cotkaran were kirîn’
CIVAK Û JIYAN

‘Wê 350 heya 400 hezar tonê genim ji cotkaran were kirîn’

14/06/2025
Mehrîcana 10’emîn a Kurteçîrokên Kurdî destpê kir
NÛÇE

Mehrîcana 10’emîn a Kurteçîrokên Kurdî destpê kir

13/06/2025
Kongra 7’emîn wê bibe sîwana ragihandina azad
NÛÇE

Kongra 7’emîn wê bibe sîwana ragihandina azad

12/06/2025
Roja Têkoşîna li Dijî Karkirina Zarokan
CIVAK Û JIYAN

Roja Têkoşîna li Dijî Karkirina Zarokan

12/06/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.