Saturday, July 25, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Helbesta yekê li ser keda jinê nivîsandiye

16/07/2018
in Uncategorized
A A
Helbesta yekê li ser keda jinê nivîsandiye
Share on FacebookShare on Twitter

Jina Helbestvan Starê Ebdê ya ji Bajarê Hesekê ji 15 saliya xwe heta niha helbestan dinivîse û dibêje dema ku ew helbestan dinivîse di dilê xwe de jiyanê bi rih dike.
Jina Helbestvan Starê Ebdê 42 salî û ji Hesekê ye. Ew ji 15 saliya xwe heta niha helbestan dinivîse û di heman demê de mamoste û endama rewşenbîran e. Starê anî ziman ku ew di helbestên xwe de ked, dîrok û rastiya jinê radixîne pêş çavan.
Starê Ebdê da zanîn ku wê helbesta xwe ya yekem li ser ked û rola dayikan nivîsandiye û got: “Ez bi evînek mezin helbestan dinivîsim. Dema ku ez dinivîsim bêhna min fireh dibe. Ez hem mamostetiyê dikim hem jî karê xwe yê nivîsandinê didomînim. Ez girîngiyek mezin nîşanî keda jinê û rola jinê ya di jiyanê de, didim. Loma helbesta min a yekem li ser keda dayikan e. Min xwest ez bi helbesta xwe peyamekê bidim civakê ku rola jinê çiqas girîng e. Jin hem zarokên xwe mezin dikin, hem karê xwe dikin her wiha çand û hunera xwe diparêzin. Loma divê her dem li dijî keda jinê rêzdarî bê nîşandan.”
JIN AFRÎNER IN
Starê bal kişand ser afirîneriya jinê ya di jiyanê de û wiha dewam kir: “Du dîwanên min ên helbestê hene. Min dîwanek bi zimanê Erebî yek jî bi Kurdî amade kiriye. Çimkî ez girîngiyê didim zimanê dayika xwe. Gelek helbestên min hene ku min derbarê jinê de nivîsandiye. Çimkî min di heman demê de feyz ji afirîneriya jinê girtiye. Jin her dem afirîner in. Ji ber ku zihniyeta baviksalarî her dem keda jinê binax kiriye loma min xwest ez dîrok, ked û nasnameya jinê di helbestên xwe de derxim pêş.”
HELBEST ÇEKA HERÎ XURT E
Starê da zanîn ku çeka herî xurt a helbestvan, helbest e û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Helbestkar bi helbestên xwe li dijî desthilatdar, dagirker û mêtingeran şer dikin. Loma ew jî her dem êrîşî helbestkaran dikin. Taybetmendiya helbestkar jî ew e ku di helbestên xwe de rastiyê derxe pêş û di heman demê de civakê hem hişyar hem jî perwerde bike. Ez ê di siberojê de berhemek bi navê ‘Kevoka Spî’ çap bikim. Di vir de jî dîsa ez ê ramanên jinê derxim pêş. Jin bi fikir û ramanên xwe yên azad xweşik in.”…Ronîda Hacî /Hesekê

ShareTweetPin

Herî Dawî

Di heftiyekê de Îsarîlê 17 çalakiyên bejayî li ser axa Sûriyê pêk anîne
NÛÇE

Di heftiyekê de Îsarîlê 17 çalakiyên bejayî li ser axa Sûriyê pêk anîne

25/07/2026
Xeta Iraq-Sûriyê-DYA’yê; Zêdeyî 600 hezar ton sotemenî hatiye hinardekirin
NÛÇE

Xeta Iraq-Sûriyê-DYA’yê; Zêdeyî 600 hezar ton sotemenî hatiye hinardekirin

25/07/2026
Li Rojhilat û Îranê di mehekê de 12 jin û du zarok hatin qetilkirin
JIN

Li Rojhilat û Îranê di mehekê de 12 jin û du zarok hatin qetilkirin

24/07/2026
Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin
NÛÇE

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin

22/07/2026
Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir
NÛÇE

Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir

22/07/2026
TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî
NÛÇE

TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî

22/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.