Saturday, July 25, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Em bi hev re li ber îdamê rabin

16/07/2018
in Uncategorized
A A
Em bi hev re li ber îdamê  rabin
Share on FacebookShare on Twitter

Girtiya siyasî ya Kurd Zeynep Celaliyan nameyek ji girtîgehê şand, işaret bi cezayê darvekirinê yê li Îranê kir. Celaliyan bang kir û got, “ez weke girtiyeke ku bi salên dirêj li bin cezayê darvekirinê me, ez daxwazê ji we hemûyan dikim ku em hemû bi hev re li ber cezayê darvekirinê rabin.

Girtiya siyasî ya Kurd Zeynep Celaliyan nameyek ji girtîgehê şand, işaret bi cezayê darvekirinê yê li Îranê kir û ev bang kir: “Em bi hev re li ber darvekirinê rabin.”
Girtiya siyasî ya Kurd Zeynep Celaliyan ku li girtîgeha bajarê Xoyê yê eyaleta Ûrmiyê tê girtin, li dijî darvekirinê nameyek nivîsî.
Nameya Zeynep Celaliyan wiha ye:
“Ramîn, Zanyar, Luqman, Kemal û kesên din ku cezayê darvekirinê li wan hatiye birîn, vê nameyê ji bo we dinivîsînim ku xem û êşên me pir in. We jî ew kolber dîtine? Ku ji bo pariyek nan giyanên xwe yê pak didin. Di hemû civakê de kesên ku kar dikin heqdestê wan tê dayîn, lê kolberên Kurd li beramber ew karê ku dikin ji aliyê Komara Îslamî ya Îranê ve tên gulebaran kirin. Yan ew dayikên li gel zarokên xwe karkeriyê dikin? Beşek ji vê civakê mêrsalarî ye, dijî jinê ye û jinbûn tenê êş e.
Yan ew jina ciwan a ji bo nîşandana nerazîbûna xwe ya li dijî cudakariyê, li ber çavê tijî rondik ê dayikê agir berda bedana xwe? Yan ew zarokê ji bo peydakirina pariyek nan dixebitin? Ezîzên min, dengê we ji kîjan ji van êşan e? Nizanim ev çi ceza ye ji bo we erê kirine, cezayê Kurdbûna we ye, yan jî mirovdostbûna we ye?
Eger cezayê li dijî stemkariyê darvekirin be, ango ewên ciwanên welatê me bi darvekirinê ceza dikin, divê li kîjan dadgehê werin dadgehkirin û çawa werin lêpirsîn? Gelê hêja yê Îranê û rêxistinên Mafên Mirovan ez weke girtiyeke ku bi salên dirêj li bin cezayê darvekirinê me, li pişt dîwarê girtîgehê van zordaran bû, ez daxwazê ji we hemûyan dikim ku em hemû bi hev re li ber cezayê darvekirinê rawestin. Dayik û bavê van girtiyên siyasî kêfxweş bikin. Werin em hemû bi hev re li ber vî cezayê sedsalên navîn rabin. Ji ber ku bêdengiya me mohra piştgirîkirina cezayê darvekirina Ramîn, Luqman, Zanyar, Hidayet, Kemal û girsiyên din ên siyasî ne.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

Di heftiyekê de Îsarîlê 17 çalakiyên bejayî li ser axa Sûriyê pêk anîne
NÛÇE

Di heftiyekê de Îsarîlê 17 çalakiyên bejayî li ser axa Sûriyê pêk anîne

25/07/2026
Xeta Iraq-Sûriyê-DYA’yê; Zêdeyî 600 hezar ton sotemenî hatiye hinardekirin
NÛÇE

Xeta Iraq-Sûriyê-DYA’yê; Zêdeyî 600 hezar ton sotemenî hatiye hinardekirin

25/07/2026
Li Rojhilat û Îranê di mehekê de 12 jin û du zarok hatin qetilkirin
JIN

Li Rojhilat û Îranê di mehekê de 12 jin û du zarok hatin qetilkirin

24/07/2026
Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin
NÛÇE

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin

22/07/2026
Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir
NÛÇE

Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir

22/07/2026
TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî
NÛÇE

TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî

22/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.