Saturday, July 25, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Em nikarin ji Ocalan agahiyê bigirin

16/07/2018
in Uncategorized
A A
Em nikarin ji Ocalan agahiyê bigirin
Share on FacebookShare on Twitter

Hevberdevka HDK’ê Gulîstan Kiliç Koçyîgît di 4. Civîna Meclîsa giştî ya Serdema 8. a HDK’ê de bal kişand ser tecrîda li Îmraliyê û got, “Li ser tenduristî û ewlekariya Ocalan em nikarin agahiyê bigirin.”
Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) civîna xwe ya çaremîn a meclîsa giştî ya serdema heyştemîn li avahiya navendî ya li Stenbolê pêk anî. Pankarta bi nivîsa “Azadî ji Hevberdevkê me Onûr Hamzaoglû re” li salona civînê hate daliqandin. Hevberdevka HDK’ê Gulîstan Kiliç Koçyîgît di destpêka civînê de axivî û şehîdên Rojiya Mirinê ya 14’ê Tîrmehê bi bîr anî. Koçyîgît destnîşan kir ku têkoşîna berxwedêrên 14’ê Tîrmehê îro jî sedema hebûna wan e.
Koçyîgît diyar kir ku bi sîstema nû re meclîs tevizî ye û parlamenter jî bûne mîna noteran. Koçyîgît bi dewamî got, “Ji bo me ya girîng demokrasiya radîkal e, avakirina meclîsên gel e. Mixabin Tirkiyê demokrasiya xwe ya parlamenter ku kêm jî be hinekî hebû, bi destê xwe tasfiye kir û monarşiyeke nû ava kir.”
Gulîstan Kiliç Koçyîgît işaret bi desteya wezîran kir û got, desteya wezîran nîşan dide ku welat wê bi mejiyê şîrketekê were birêvebirin. Koçyîgît got, ne ji desteya wezîran ne jî hikumetê, demokrasî, wekhevî û azadî nayê vî welatî.
PÊWÎSTÎ BI TÊKOŞÎNÊ HEYE
Hevberdevka HDK’ê nerazîbûn nîşanî biryara dadgeriyê da ku serkêşê mafyayê Sedat Peker ê gef li akademîsyenên aştîxwaz xwaribû beraat kir. Koçyîgît got, “Mafyayekî bi navê Sedat Peker ji aliyê dadgeriya vî welatî ve hate parastin. Hevberdevkê me yê dilovan Onûr Hamzaoglû ji ber ku daxwaza aştiyê kir, bi mehan e li girtîgehê dîlgirtî ye. Ji bo serkêşekî din ê mafyayê jî rapora tenduristiyê hate dayin û maf jê re hate dayin ku bi awayekî bê sînor karibe hevdîtinan bike. Ev yek radixe pêş çavan bê hiqûq çiqasî binpê bûye. Li hemberî me bêhiqûqiyeke çawa heye? Li ser Birêz Ocalan ê li Girtîgha Îmraliyê tecrîdeke giran heye ku destûr nayê dayin parêzer û malbata xwe bibîne. Ji bilî hevdîtineke malbatê, ji 5’ê Nîsana 2015’an û vir ve agahî ji Ocalan nayê girtin. Li ser tenduristî û ewlekariya wî em nikarin agahiyê jê bigirin.”
Gulîstan Kiliç Koçyîgît da xuyakirin ku ji bilî têkoşîna li dijî faşîzma tund, rêyeke din li ber wan nîne.
Hevberdevka Kongreya Demokratîk a Gelan HDK’ê Gulistan Kiliç Koçyîgît bal kişand ser nîqaşên derbarê îdamê û got, “ev yek wê di heman demê de li ser girtiyên siyasî jî bê ferzkirin.” Koçyîgît ji bo rûniştina 19’ê Tîrmehê ya Hevberdevkê HDK’ê Onûr Hamzaoglû û siyasetmedarên din banga tevlîbûnê kir.

ShareTweetPin

Herî Dawî

Di heftiyekê de Îsarîlê 17 çalakiyên bejayî li ser axa Sûriyê pêk anîne
NÛÇE

Di heftiyekê de Îsarîlê 17 çalakiyên bejayî li ser axa Sûriyê pêk anîne

25/07/2026
Xeta Iraq-Sûriyê-DYA’yê; Zêdeyî 600 hezar ton sotemenî hatiye hinardekirin
NÛÇE

Xeta Iraq-Sûriyê-DYA’yê; Zêdeyî 600 hezar ton sotemenî hatiye hinardekirin

25/07/2026
Li Rojhilat û Îranê di mehekê de 12 jin û du zarok hatin qetilkirin
JIN

Li Rojhilat û Îranê di mehekê de 12 jin û du zarok hatin qetilkirin

24/07/2026
Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin
NÛÇE

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin

22/07/2026
Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir
NÛÇE

Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir

22/07/2026
TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî
NÛÇE

TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî

22/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.