Saturday, July 25, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Ezê laçika spî ji bo aşitiyê timî bidim serê xwe

16/07/2018
in Uncategorized
A A
Ezê laçika spî ji bo aşitiyê timî bidim serê xwe
Share on FacebookShare on Twitter

Parlamentera HDP’ê Remziye Tosun ji ber ku bi laçika xwe ya spî sond xwar mohra xwe li pêvajoya sondxwarina li Meclîsê da. Tosun diyar kir ku ew ji destpêkê heta dawî şahidê zindî yê şerê li Sûrê ye û wiha got: “Ez şahidê zindî yê hemû qedexe, şer û wêrankirina li Sûrê pêk hat im û ji bo vê jî heta ku ez bijîm dê laçika xwe ya spî ji bo aştiyê bidim serê xwe.”
Parlamentara HDP’ê yê Amedê Remziye Tosun ku di serdema şerê Sûrê ya 28’ê Mijdara 2015’an de dest pê kir û 96 roj dewam kir yek ser şahidiya zindî ya qedexeya li ser 6 taxan, şer, kuştin û wêrankirinên pêk hatin kir. Ji ber vê şahidiya zindî li gel pitika xwe 2 meh di girtîgehê de ma û di hilbijartina 24’ê Hezîranê de di Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) de wek parlamenterê Amedê hat hilbijartin û çu Meclîsê. Tosun ji ber ku yekemîn care di Meclîsa Tirkiyê de bi laçika spî sond xwar, mohra xwe li pêvajoya merasîma sondxwarinê da. Tosun piştî ku bi laçika xwe ya spî li Meclîsê sond xwar û vegeriya Amedê, sedemê çûyîna xwe ya Meclîsê ya bi laçika xwe ya spî vegot.

NESÎHETÊN DAYÎKAN

Tosûn ji bo sedemê çûyîna xwe ya Meclîsê ya bi laçika xwe û hestên xwe yên di serdema sondxwarinê de ev tişt anî ziman: “Ez qet neketim nav kelecanek, ez di xebat û mîtîngên hilbijartinê yên di nav gel de bêtir diketim nav kelecanê. Ez di wan kêliyan de tenê aştiyê fikirîm, di serdema hilbijartinê de daxwazên jinan ên aştiyê ji hişê min dernek. Nesîhetê dayîkan yên di kampanya hilbijartinê de li min kirin, kelecana di nava çavê zarokan de ji ber çavên min qet neketin.”

LAÇIK ÇANDA ME YE

Tosun bal kişand ser parvekirinên tora civakî ya li ser piştî merasîma sonda li Meclîse xwarî û wiha gatina xwe bi dawî kir: “Kesên ku wate û girîngiya laçika spî zanibûn xwedî li sonda ku min bi laçik di serê min de xwend derket. Hinekan jê di parvekrinên xwe de digot ‘ma tu çuy mewludê?’. Laçıka spî kevneşopiya me ye. Sembola aştiya jinên kurd e. Kî ji ber vê nerihet dibe bila bibe. Ez ê her dem bi laçika xwe ya spî biçim parlamentoyê. Hinekan jî digot ku ‘hevîrê xwe bike û here’. Belê emê hevîrê xwe jî biguvêjin, li malê xwarina xwe jî çekin û biçin Meclîsê jî.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

Di heftiyekê de Îsarîlê 17 çalakiyên bejayî li ser axa Sûriyê pêk anîne
NÛÇE

Di heftiyekê de Îsarîlê 17 çalakiyên bejayî li ser axa Sûriyê pêk anîne

25/07/2026
Xeta Iraq-Sûriyê-DYA’yê; Zêdeyî 600 hezar ton sotemenî hatiye hinardekirin
NÛÇE

Xeta Iraq-Sûriyê-DYA’yê; Zêdeyî 600 hezar ton sotemenî hatiye hinardekirin

25/07/2026
Li Rojhilat û Îranê di mehekê de 12 jin û du zarok hatin qetilkirin
JIN

Li Rojhilat û Îranê di mehekê de 12 jin û du zarok hatin qetilkirin

24/07/2026
Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin
NÛÇE

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin

22/07/2026
Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir
NÛÇE

Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir

22/07/2026
TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî
NÛÇE

TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî

22/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.