Saturday, July 25, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Bi erzanbûna sebzeyan sûk geş bûn

16/07/2018
in Uncategorized
A A
Bi erzanbûna sebzeyan sûk geş bûn
Share on FacebookShare on Twitter

Piştî destpêkirina mewsîma berhevkirina sebzeyan li Eyn Îsa, buhayê sebzeyan nîvenîv daket û vê yekê jî hişt ku bazarên herêmê geş bibin. Şêniyên herêmê ji ber erzanbûna buhayên sebzeyan kêfxweşiya xwe anî ziman.
Bi destpêkirina mewsîma berhevkirina sebzeyên havînê re li herêma Eyn Îsa ya girêdayî kantona Girê Spî, buhayên sebzeyan bi rêjeya ji sedî 60 ji mehên berê kêmtir bû. Sedema kêmbûna buhayê sebzeyan ew e ku pir hatine çandin.
Li herêmê gelekî sebze tê kirîn û firotin, ji ber ku buhayê sebzeyan erzan bûye û ji bo veşartina zivistanê bi rêya kîsên veşartinê bi kêr tê. Her wiha sebze bi başbûna xwe ya tendurist tên zanîn.
Xwediyên firoşgehan û şênî didin zanîn ku buhayê sebzeyan gelekî erzan bûye û ne wekî mehên borî ye. Di demên berê de buhayê firingiyan digihîşt 300 LS (lîrayên Sûriyeyê) lê di demên dawîn de heta 125 LS’yan daketiye.
Erebeyên tijî sebze her roj berê xwe didin bazarên navçeyê da ku cotkar berhemên xwe bifiroşin û ev yek dihêle ku tevgera sûkê bi rengekî giştî zêde bibe.
Di vê derbarê de cotkarê bi navê Siûd El-Ebdûlah da zanîn ku şêniyên gundewaran debara xwe, xwe bi xwe dikin û çandina sebzeyan di erdê wan bi xwe de dihêle û ku bi buhayê herî kêm bifiroşin.
Xwediyê firoşgeha sebzeyan Nayif El-Şewîn jî da zanîn ku buhayê sebzeyan erzan bûye, ji ber ku cotkaran dest bi berhevkirina sebzeyên havînê kiriye.
Welatiyên bi navên Mihemed El-Îsa û Ebdurezaq El-Ismayîl jî da zanîn ku sebzeyên li bazarê tên peydakirin, buhayê wan kêm e û bi xwe jî baş in…ANHA

ShareTweetPin

Herî Dawî

Di heftiyekê de Îsarîlê 17 çalakiyên bejayî li ser axa Sûriyê pêk anîne
NÛÇE

Di heftiyekê de Îsarîlê 17 çalakiyên bejayî li ser axa Sûriyê pêk anîne

25/07/2026
Xeta Iraq-Sûriyê-DYA’yê; Zêdeyî 600 hezar ton sotemenî hatiye hinardekirin
NÛÇE

Xeta Iraq-Sûriyê-DYA’yê; Zêdeyî 600 hezar ton sotemenî hatiye hinardekirin

25/07/2026
Li Rojhilat û Îranê di mehekê de 12 jin û du zarok hatin qetilkirin
JIN

Li Rojhilat û Îranê di mehekê de 12 jin û du zarok hatin qetilkirin

24/07/2026
Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin
NÛÇE

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin

22/07/2026
Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir
NÛÇE

Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir

22/07/2026
TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî
NÛÇE

TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî

22/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.