Saturday, July 25, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Di MSD’ê de wê guhertin pêk werin

16/07/2018
in Uncategorized
A A
Di MSD’ê de wê guhertin pêk werin
Share on FacebookShare on Twitter

Kongreya Meclîsa Sûriya Demokratîk MSD’ê wê di 16’ê vê mehê de were lidarxistin. Endamê Desteya Rêveberiya Meclisa Sûriya Demokratîk MSD’ê Hikmet Hebîb bal kişand li ser girîniya kongreyê û diyar kir wê bi vê kongreyê guhertinên ku pêşeroja Sûriyê eleqeder bike, pêk werin.”

Hikmet Hebîb diyar kir ku Kongreya 3’yemîn a meclisê wê di 16’ê vê mehê de were lidarxistin û da zanîn ku kongre wê guhertinê di xebatên meclisê yên di hemû aliyan de pêk bîne.
Endamê Desteya Rêveberiya Meclisa Sûriya Demokratîk MSD’ê Hikmet Hebîb diyar kir ku kongreya wan wê di 16’ê vê mehê de were lidarxistin û ev tişt anî ziman: “Kongreya 3’yemîn a Meclisa Sûriya Demokratîk di nava şert û mercên siyasî û leşkerî yên li Sûriyê de tê lidarxistin. MSD, ji destpêka avabûna xwe de xebatên avakirina projeya demokrasiyê ji hemû pêkhateyên Sûriyê dimeşîne. MSD, sîwana siyasî ya QSD’ê ye ku herêm ji çeteyên DAIŞ’ê paqij kir.”
Hebîb îşaret pê kir ku MSD’ê ji destpêka avabûna wê ve û piştî pêkanîna rêgeza demokrasiya nenavendî ya ji bo rêvebirina gelê Sûriyê bû cihê baweriya gelek aliyên siyasî, kesayetên li hundir û derveyî welat û wiha dewam kir: “Xuya kir ku aloziya Sûriyê derbasî pêvajoya şerê siyasî û danûstandinan dibe. Ev şerê siyasî ji bo rêgirtina li ber berjewendiyên hemû aliyan ku berjewendiyên wan li Sûriyê hene bigire, pêk tê.”
Hebîb xwe wiha dewam kir: “Kongreya 3’yemîn a MSD’ê wê bi çalakiyên mezin were lidarxistin. Ji ber rewşa hesas û nazik ku Sûriye tê re derbas dibe û ji ber beşdarbûna gelek kesayet, partî û şandeyên ji derve û hundirê Sûriyê , wê rola Kongrê girîng be.” Hebîb da zanîn ku wê kongre hemû pêwîstiyên pêvejoya pêşerojê diyar bike.
Hikmet Hebîb destnîşan kir ku gelek guhertin di rêveberiya meclisê, guhertinên nû di xebatên stretajîk û birêxistinkirina meclisê de wê pêk werin, da karibe bi erkên xwe rabe.
Li ser pêvajoya piştî lidarxistina kongreyê, Endamê Desteya Serokatiya MSD’ê Hikmet Hebîb da zanîn ku bi armanca avakirina cebheya demokrasiyê ku hemû gelên Sûriyê dihewîne wê forumeke danûstandinê were lidarxistin…ANHA

ShareTweetPin

Herî Dawî

Di heftiyekê de Îsarîlê 17 çalakiyên bejayî li ser axa Sûriyê pêk anîne
NÛÇE

Di heftiyekê de Îsarîlê 17 çalakiyên bejayî li ser axa Sûriyê pêk anîne

25/07/2026
Xeta Iraq-Sûriyê-DYA’yê; Zêdeyî 600 hezar ton sotemenî hatiye hinardekirin
NÛÇE

Xeta Iraq-Sûriyê-DYA’yê; Zêdeyî 600 hezar ton sotemenî hatiye hinardekirin

25/07/2026
Li Rojhilat û Îranê di mehekê de 12 jin û du zarok hatin qetilkirin
JIN

Li Rojhilat û Îranê di mehekê de 12 jin û du zarok hatin qetilkirin

24/07/2026
Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin
NÛÇE

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin

22/07/2026
Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir
NÛÇE

Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir

22/07/2026
TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî
NÛÇE

TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî

22/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.