Parêzer Raziye Tûrgût diyar kir, ji ber ku kiryarên li Îmraliyê li gelemperiya Kurdistan û Tirkiyê hatine belavkirin, bêhiqûqî û tecrîda li girtîgehan di nava 2 salên Rewşa Awarte de gelekî giran bûne û gihîştine asta herî bilind.
TECRÎD LI HER DERÊ FERZ KIRIN
Parêzer Tûrgût rewşa li girtîgehan a dema Rewşa Awarte weke belavbûna tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li gelemperiya Tirkiye û Kurdistanê bi nav kir û got, “Bûyerên di dema Rewşa Awarte de diqewimin, belavbûna tecrîda li ser Birêz Ocalan li girtîgehên li gelemperiya Kurdistan û Tirkiyê ye. Piştî ku Birêz Ocalan hate girtin, rejîmeke înfazê ya xweser ava kirin. Ev yek bi demê re li girtîgehên din jî hate ferzkirin.”
Raziye Tûrgût da xuyakirin ku vê rewşê sala 2001’ê bi girtîgehên Tîpa F re dest pê kir û wiha dewam kir: “Bi Tîpa F re, sîstemeke tecrîdê hate avakirin. Dewletê, girtîgehên xwe yên bi ewlekariya bilind, di hundir de jî ji aliyê civakî ve xiste nava tecrîdê. Bi vê armancê mafê sporê, derketina hewşê û mafê tenduristiyê kêm kir û tecrîd bi vî rengî girantir kir. Bi Rewşa Awarte re ev pêkanîn girantir bûn. Çawa ku li Birêz Ocalan tê kirin, destûr nehate dayin ku em jî muwekîlên xwe bibînin.”
REWŞA GIRTIYÊN
NEXWEŞ GIRAN E
Li ser rewşa girtiyên nexweş Parêzer Raziye Tûrgût bi bîr xist ku herî dawî di ‘pêvajoya aştiyê’ de li ser rewşa girtiyên nexweş hevdîtin bi Wezareta Edaletê hate kirin û bi vê wesîleyê girtiyên nexweş birin Metrîsê û ji saziyên tenduristiyê rapor hatin stendin. Tûrgût da xuyakirin ku ev pêkanî piştre hate rakirin û girtiyên nexweş ji wijdanê dozger re hatin hiştin got, “Mesela, kesekî ku her du milên wî nîne û rapora ‘nabe ku li girtîgehê bê hiştin’ jê re hatiye dayin jî, bi gotina ‘endamê rêxistinê ye, kesekî xetere ye’ li girtîgehê tê hiştin. Di dema Rewşa Awarte de tiştekî baş ji bo girtiyên nexweş nebû, berevajî vê, rewşa wan girantir bû. Dema dibin girtîgehê û vedigerînin jî li wan didin.”






