Şandeyek ji rewşenbîrên Misrê bi armanca ku rewşa herêmê bişopîne û bi taybetî sîstema Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ji nêzîk ve nas bike,hat Rojavayê Kurdistanê.
Şandeya ku ji lêkolîner, nivîskar û rojnamevanan pêk tê li başûrê Başûrê Kurdistanê û li Silêmaniyê çû serdana Nûnertiya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Rojava.
Rêveberên nûnertiyê şande pêşwazî kirin û li ser sîstema Rojava û şoreşê agahî dan wan. Dr. Cawidan Hesen li ser navê nûnertiya xweseriyê derbarê sîstema rêveberiya Bakûrê Suriyê û şoreşê de agahî dan endamên şandeyê û bi xetên qalin hêmanên pergala şoreşê vegotin.Endamên şandeyê jî gelekî bi baldarî guhdarî agahiyên li ser şoreşa Rojava kirin û diyar kirin ku ew dixwazin şoreşê hîn zêdetir ji nêzîk ve nas bikin.
Şandeya Misrê piştî serdanê derbasî Rojava bû. Şande wê li Rojava wekî mêvan tevlî Kongreya Meclîsa Suriya Demokratîk MSD’ê bibe.






