Rojnameya Ronahî

Dijmin Peyaman Dide!

 DILYAR CIZÎRÎ

Di van deman de, gelê kurd û hevalbendên wan yên azadîxwaz pêşwaziya salvegera 23’yan ya Komploya Navneteweyî ya 9’ê Cotmehê dikin, di herêmê de gelek guhertinên bi lez têne jiyankirin. Dewleta Tirk di çarçoveya berdewama komployê de di şexsê Rêber Ocalan bi taybet li gelek qadan êrişî hebûna gelê Kurd û tevgera wî ya azadiyê dike.

Di heman demê de salvegera 3’yemîn Ya êrişa dagirkeriya li ser Serêkaniyê û Girê Spî ye. Şêniyên herdû bajaran Yên ji neçarî ji ber êrişên dewleta Tirk koçber bûne, ev sê sal in li kampên koçberiyê di şert û mercên herî dijwar û zehmet de ber xwe didin.

Balkêşe di heman rojê de ji sala 2020’an peymana 9’ê Cotmehê ya ji aliyê hikûmeta Iraqê û PDK’ li ser Şengalê tê ferizkirin, pêk hat.

Dijmin di bikaranîna van dîrokan de dixwaze peyaman bide û bêje ezê di vê roja gelek dewletên cîhanê ji bo tunekirina we bi min re bûn hevkar, bi encam bikim. Li ser wî esasî jî êriş û planên xwe bê navber didomîne.

Di wê çarçoveyê de em dinerin îro li Imralî sîstema tecrîda di nava tecrîdê de dijwartir kirine û derxistiye asta lutkeyê. Ev 18 meh in tu agahî ji Rêber Ocalan nayê girtin. Pê re jî cezayên displînê li ser feriz dikin.

Li Başûrê Kurdistanê jî bê navber êrişî şervanên azadiyê dike û ji  bo encamê bi dest bixin hemû cûreyên çekan û yên qedexekirî jî bi kar tîne. Ev li ber çavên hemû cîhanê tê kirin.

Li Rojava jî siyaseta xwe ya êrişkariyê û tunekirinê bê navber didomîne. Rojane topbaran û êrişên di riya şerê taybet û dorpêçê li ser herêmê dimeşîne. Li herêmên dagirkirî jî lez dane xebatên xwe yên guhertina demokrafî û dixwaze herêmê ji nû ve dîzayîn bikin.

Ji bo pêkanîna armancên xwe û ji bo dijberiya Rêveberiya Xweser û civaka herêmê bi hikûmeta Şamê û Rûsiya re ketiya nava hevkariyê, da ku planên xwe pêk bînin.

Di rewşeke wiha de dijmin giranî dide roja 9’ê Cotmehê û dixwaze di wateya vê rojê de peyamên qirkirin û tunekirinê bide gelê kurd, sîstemake parastinê ya çawa pêwîste û divê gavên çawa werin avêtin.

Ji ber wê jî tê xwestin gelê kurd jî ji bo bersivdayîna peyamên dijmin her di nava liv û tevgerê de bin.

Rêbertî li Imralî bê navbera li berxwe dide û tekoşîna ji bo azadiyê li şûna hemû gelê kurd dide meşandin.

Li herêmên gêrîla jî berxwedanek mezin heye û planên wan vala têne derxistin. Li Şengalê jî her çendî di nava hewldanan de ne, nikarin itîfaq û peymanên xwe pêk bînin. Li Rojava jî rastî bawerî û berxwedaneke mezin a şervanên herêmê tên.

Ev hemû xalên me rêzkirin jî li dijî komployê ne û xetên vala derxistina wê ne. Lê ji bo têkbirina komployê bi temamî bi dawî bibe, pêwîstî bi zêdekirina tekoşîn û xebatê heye.

Pêwistî bi hevgirtin û giranî dayîna nirxên tekoşînê heye.

Ev bi xwedîderketina Rêbertî û tekoşîna li dijî planan pêkane.