Saturday, July 25, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Leşker ji tirsa nikarin serê xwe rakin

16/07/2018
in Uncategorized
A A
Leşker ji tirsa nikarin serê xwe rakin
Share on FacebookShare on Twitter

Êrîşên dewleta Tirk ên dagirkeriyê, Kanûna 2017’an li dijî herêma Bradostê ya Başûrê Kurdistanê dest pê kirin. Hêzên gerîla jî bi rengekî bêhempa li dijî dagirkeriyê li ber xwe didin û dor li leşkerên Tirk girtine.
Êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li herêma Bradostê ya Başûrê Kurdistanê, Kanûna 2017’an dest pê kirin. Meha Nîsanê ev dagirkerî kete qonaxeke nû û hêzên dagirker gihîştin girê Lêlîkanê yê navçeya Sîdekan a bajarê Hewlêrê. Gerîlayên HPG û YJA Starê bi rengekî bê hempa li dijî dagirkeriyê li ber xwe didin û dor li leşkerên Tirk girtine.
Dewleta Tirk a dagirker Kanûna 2017’an bi plana dagirkirina herêma Bradostê derbasî navçeyên Hecîbeg, Kanîreş, Gelî Reş, Gir Sîro, Gundê Bermizê û çend gundê din bû û meha Nîsanê jî êrîşên xwe yên dagirkeriyê berbelavî geliyê Elî Dirêj, Girê Lêlîkanê û Girê Evdalkovî kir. Li hemberî vê dagirkeriyê gerîlayên HPG’ê tenê li Geliyê Elî Dirêj 73 çalakî li dijî leşkerên Tirk pêk anîn. Di encama çalakiyan de 261 leşkerên artêşa Tirk a dagirker hatine kuştin û 42 leşker jî birîndar bûn.
BALAFIR BOMBEYAN DIBARÎNIN
Leşkerên Tirk ên dagirker ku nikarin bersivê bidin gerîla û newêrin serê xwe ji çeperan rakin, ji aliyê hêzên gerîla ve hatine doprêçkirin. Gerîlayên HPG’ê têkildarî rewşa li herêmê axivîn û gotin; “Leşkerên Tirk heta niha ji bejahî ve bi pêş ve neçûne û dewleta Tirk nikare ji bo wan tiştekî bişîne. Ji bejahî ve nikare leşkerên xwe bişîne, lewma tenê bi helîkopteran leşkerên xwe vediguhezîne û mirî û birîndarên xwe radike. Bê navber 3 balafir bi alîkariya balafireke sîxur, li ser herêmê digerin. Leşkerên Tirk jî ji tirsa çalakiyên gerîla nikarin serê xwe ji çeperên xwe derxin. Ew hêzên li navçeyê hatine bicih kirin 2 rojan carekê ji aliyê dewleta Tirk ve tên guhertin.
Dema leşkerên Tirk li çalakiyeke gerîla radest tên, ji aliyê psîkolojîk ve têk diçin. Li aliyê din balafirên şer jî herêmên gundên Lêlîkanê û navçeyên derdor bomebaran dikin. Ji bo welatiyên navçeyê bitirsînin ku li ser mal û milkên xwe biçin, bombebaranê dikin. Gelê navçeyê tevî hemû zextan dev ji warê xwe bernade.”
Gerîlayên HPG û YJA Starê her roj li dijî leşkerên Tirk ên dagirker çalakiyan dikin…ANF

ShareTweetPin

Herî Dawî

Di heftiyekê de Îsarîlê 17 çalakiyên bejayî li ser axa Sûriyê pêk anîne
NÛÇE

Di heftiyekê de Îsarîlê 17 çalakiyên bejayî li ser axa Sûriyê pêk anîne

25/07/2026
Xeta Iraq-Sûriyê-DYA’yê; Zêdeyî 600 hezar ton sotemenî hatiye hinardekirin
NÛÇE

Xeta Iraq-Sûriyê-DYA’yê; Zêdeyî 600 hezar ton sotemenî hatiye hinardekirin

25/07/2026
Li Rojhilat û Îranê di mehekê de 12 jin û du zarok hatin qetilkirin
JIN

Li Rojhilat û Îranê di mehekê de 12 jin û du zarok hatin qetilkirin

24/07/2026
Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin
NÛÇE

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin

22/07/2026
Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir
NÛÇE

Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir

22/07/2026
TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî
NÛÇE

TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî

22/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.