Monday, June 8, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Rê hebe kes naxwaze li Efrînê bimîne

16/07/2018
in Uncategorized
A A
Rê hebe kes naxwaze li Efrînê bimîne
Share on FacebookShare on Twitter

Gotin têra zilma çete û leşkerên Tirk yên dagirker ku li Efrînê dikin, nake. Malbateke ku ji ber zilm û hovîtiya dagirkeran ji Efrînê revî û xwe gihand Şehbayê behsa kiryarên dagirkeran kir û got, “Li Efrînê guhertina demokrafîk êdî gelek eşkere xuya dibe, weke ku em li bajarekî biyanî bûn. Ger rê vekirîbe yek kes jî naxwaze li Efrînê bimîne.”

Malbateke ji bajarê Efrînê ji ber destdirêjiyên çeteyên girêdayî dewleta Tirk ya dagirker neçar ma ji Efrînê bireve, diyar kir ku ne pêkan e ew di wan mercan de bijîn û xwe gihandin herêma Şehbayê. Malbatê diyar kir ku ew 4 rojan li ser rê mane û gelek bendên kontrolê yên komên çete xerac ji wan standine.
Welatiya bi navê E.B. li rex hevser û her du zarokên xwe di dema êrîşa dagirker a artêşa tirk û komên çete yên girêdayî wê li dijî herêma Efrînê de neçar man berê xwe bidin Şehbayê û piştî demekê malbat careke din vegeriya Efrînê da ku rê li pêşiya çeteyan bigirin û nehêlin malên wan werin dizîn. Malbatê xwe gihand Efrînê û guman dikirin ku wê jiyana xwe normal li Efrînê berdewam bikin. Lê rewş ne li gorî daxwaza wan bû û nikaribûn tenê mehekê li Efrînê bimînin. Di encamê de careke din neçar man ji Efrînê derkevin û berê xwe careke din dan ehbayê.
MÎNA BAJAREKÎ BIYANÎ BÛ
E.B. girêdayî vegera wan a Efrînê de diyar kir ku ew di bendên kontrolê yên artêşa tirk û komên çete yên girêdayî wê re derbas dibûn û li hemû bendên kontrolê ew rastî gotinên kirêt dihatin û xerac ji wan distandin da ku derbasî Efrînê bibin û wiha got: “Li bajarê Efrînê çete bi awayekî zêde li her derê belav bûbûn û guhertina demografîk li Efrînê eşkere ye. Wekî ku em li bajarekî biyanî bûn.”
E.B. destnîşan kir ku welatiyên Efrînê yên ku vedigerin malên xwe rastî pirsgirêka desteserkirina malên xwe tên û malbatên ku komên çete û artêşa tirk li şûna wan bi cih kirine dernakevin û eger ji van malbatan were xwestin ku ji malên Efrîniyan derbikevin gefa talan û wêrankirina malan dixwin.
ÇETE HEV DIKUJIN
Girêdayî rewşa ewlehiyê di bajêr de E.B. da zanîn ku ewlehî li bajarê Efrînê bi temamî tune ye û wiha got: “Rewşa li Efrînê metirsîdar e. Çete hevdu dikujin û tevliheviyê li bajêr derdixînin.”
Girêdayî destdirêjiyên komên çete E.B. ragihand ku artêşa tirk a dagirker û komên çete yên girêdayî wê bi zanebûn tirs û xofê di nava welatiyên Efrînê de belav dikin û rojane bi ser malên Efrîniyan de tên û di bin hincetên cuda de welatiyan direvînin. E.B. got ku gelek jin û zarok û temen mezin jî hatine revandin û çarenûsa piraniya wan hê jî nehatiye zanîn.
ME TEHEMÛL NEKIR
E.B. di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku ji ber destdirêjiyên rojane yên leşkerên tirk û çeteyên girêdayî wan êdî nema ew dikarin rewşa li Efrînê tehemul bikin û careke din neçar man vegerin Şehbayê û wiha got: “Em 4 rojan li ser pêyan dihatin. Me xwe li çol û çiyayên Efrînê da û em gihiştin Şehbayê.”
E.B. wiha dawî li axaftina xwe anî: “Eger rêya Şehbayê ji welatiyên Efrînê re vekirî be tenê welatiyekî Efrînê li wir namîne.”…ANHA

ShareTweetPin

Herî Dawî

150 Malbatên Êzîdî yên li kampên Başûr diman vegeriyan Şengalê
NÛÇE

150 Malbatên Êzîdî yên li kampên Başûr diman vegeriyan Şengalê

08/06/2026
Perwîn Yûsif: Banga aştiyê banga sedsalê ye
NÛÇE

Rêber Apo: Entegrasyona demokratîk bi demokrasiya xwecihî bi wate dibe

08/06/2026
Ji Rojavayê Kurdistanê şermezarkirina gotinên nijadperest ên Rehmî Koç
NÛÇE

Ji Rojavayê Kurdistanê şermezarkirina gotinên nijadperest ên Rehmî Koç

08/06/2026
Li wanê Mehrîcana Keda Jinan a Berhemdar
JIN

Li wanê Mehrîcana Keda Jinan a Berhemdar

08/06/2026
Ji Bakurê Kurdistanê Kampanya “Ciwanên komînal li dijî Şerê Taybet li qada ne”
JIN

Ji Bakurê Kurdistanê Kampanya “Ciwanên komînal li dijî Şerê Taybet li qada ne”

08/06/2026
YRJ’ê; Êrişa li ser Ajansa Nûçeyan a Jinê hewldana bêdengkirina dengê rastiyê ye
JIN

YRJ’ê; Êrişa li ser Ajansa Nûçeyan a Jinê hewldana bêdengkirina dengê rastiyê ye

07/06/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.