Saturday, July 25, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Xwepêşandanên li Iraqê berdewam dikin

16/07/2018
in Uncategorized
A A
Xwepêşandanên li Iraqê berdewam dikin

محتجون عراقيون يضرمون النار في إطارات بمدخل البصرة يوم 12 يوليو تموز 2018. تصوير: عصام السوداني - رويترز.

Share on FacebookShare on Twitter

Xwepêşandan û aloziyên li parêzgeha Besrayê destpê kir, li Bexda, Necef, Zîkar û Kerbelayê berdewam dike û têgotin ku wê pêla xwepêşandanan li herêmên din jî belav bibe. Serokwezîrê Iraqê ji bo dawî li xwepêşandanan were diyar kir ku ewê 3.5 milyar dolar bûdce ji bo van herêman veqetînin.
Ev zêdeyî hefteyeke niştecihên parêzgeha Besrayê bi sedema kêmbûna ceyran û xizmetguzariyê di xwepêşandanê de ne. Ev çend roje xwepêşandan berbelavê parêzgehên din yên Iraqê jî bû. Li paytext Bexda (Meydana Tehrîr), Besra, Mîsan, Necef, Kerbela û Zîkarê xwepêşandan berdewam dike û tê gotin ku dibe li parêzgehên din jî belav bibe.
Li Kerbela û Besrayê xwepêşander ser avahiya Walîtiyê de girtin û di encamê de alozî di navbera hêzên ewlekarî û xwepêşanderan de derket.
Li ser zêdebûna aloziyan Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî serdana Besrayê kiribû û bûyeran di cih de şopandibû. Li gorî ragihandinên Iraqê, Ebadî 3 milyar û 500 milyon dînar bûdce ji bo pêwîstiyên parêzgeha Besrayê veqetandiye. Her wiha têgotin ku Ebadî fermandaye ku parzûngeha avê û xizmetên tendûristiyê jî ji bo herêmê pêk bînin.
Her wiha hinek ragihandin jî îdîa dikin ku artêşa Iraqê hêzên ewlekariyê ji Kerkûkê vekişandiye, ji bo sewqê parêzgehên alozî lê hene bikin.
Heya niha bi sedan kes di van xwepêşandanan de birîndar bûne û hêzên ewlekariyê li hemû parêzgehên Iraqê hatine bi cih kirin. Di heman demê de li hinek parêzgehên ku alozî lê derketine qedexeya derketina derve hatiye ragihandin.

ShareTweetPin

Herî Dawî

Di heftiyekê de Îsarîlê 17 çalakiyên bejayî li ser axa Sûriyê pêk anîne
NÛÇE

Di heftiyekê de Îsarîlê 17 çalakiyên bejayî li ser axa Sûriyê pêk anîne

25/07/2026
Xeta Iraq-Sûriyê-DYA’yê; Zêdeyî 600 hezar ton sotemenî hatiye hinardekirin
NÛÇE

Xeta Iraq-Sûriyê-DYA’yê; Zêdeyî 600 hezar ton sotemenî hatiye hinardekirin

25/07/2026
Li Rojhilat û Îranê di mehekê de 12 jin û du zarok hatin qetilkirin
JIN

Li Rojhilat û Îranê di mehekê de 12 jin û du zarok hatin qetilkirin

24/07/2026
Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin
NÛÇE

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin

22/07/2026
Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir
NÛÇE

Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir

22/07/2026
TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî
NÛÇE

TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî

22/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.