Friday, May 9, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Rêveberiya Sotemeniyê ya Qamişlo belavkirina mazotê berdewam dike

28/09/2022
in Uncategorized
A A
Rêveberiya Sotemeniyê ya Qamişlo belavkirina mazotê berdewam dike
Share on FacebookShare on Twitter

 

Rojbîn Zagroz/Qamişlo

Hevseroka Rêveberiya Sotemeniyê ya kantona Qamişlo Firyal Ibrahîm da zanîn ku rêjeya belavkirina mazotê heta niha gihîştiye 50% û got, emê belavkirina mazotê li ser şêniyên bajarê Qamişlo û gundewarên wê dewam bikin.

Rêveberiya Sotemeniyê li bajarê Qamişlo, destpêka heyva Tebaxê dest bi belavkirina mazota demsala zivistanê li ser malbatên bajêr kir. Heta niha belavkirin berdewam e û dê di heyva bê de bi dawî bibe. Da ku beriya serma zivistanê dest pê bike tevayiya malbatan mazota xwe bidest xistibin.

Derbarê awayê belavkirina mazotê li ser malbtan hevseroka Rêveberiya Sotemeniyê ya Kantona Qamoişlo Firyal Ibrahîm diyar kir ku wan îsal zû dest bi belavkirina mazotê kir û got, rewşa belavkirina ya îsal ji ya sala borî baştir e.

Belavkirina 5 milyon litre mazot li malbatan

Firyal Ibrahîm da zanîn ku rojane mazot li malbatan tê belavkirin û axaftina xwe wiha domand: “Jimara malbatên kantona Qamişlo nêzî 65 hezarî ye. Jixwe 41 hezar malbat navê wan di lîsteya belavkirinê de heye. Heta niha mazot li 17 hezar malbat hatiye belavkirin. Herwiha heta niha 5 milyon litre mazot li malbatan hatiye belavkirin û hê jî belavkirin berdewame. Rojê nêzî 320 hezar litre tê brelavkirin.”

Firyal ji bo malbatên ku navê wan di lîsteyê de neqeydkirî ne wiha got: “Nêzî 24 hezar malbat hene navê wan neqeydkirî ne. Niha em li ser vê yekê kar dikin û emê navê wan di lîsteya belavkirina mazotê de qeyd bikin. Dema em qeydkirina navan bi dawî bikin emê mazotê li wan jî belav bikin.”

`Ji bo her malbatakê 300 litre mazot tê dayîn`

Firyal Ibrahîm diyar kir ku heta niha belavkirin bi awayekî dirust tê belavkirin û ti astengî û zehmetî derneketine holê. Herwiha got, me mazot li gelek tax û gundewarên Qamişlo belav kirin. Wek gundê Hîmo, Til Faris, Navkurê, Til Şeîr, Cirnik, Tenûriyê û gundên derdorê, taxa Hilêliyê, Erbewiyê, Enteriyê, Qedûrbêk, Cûdî û niha li Kornîş î hê belavkirin dewam dike. taxên ku mazot lê nehatiye belavkirin taxa Xerbî, Aşûriyê, wista û beşek ji Kornîşê jî maye. Her malbatê 300 litre mazot dighêjê. Her litrek mazot jî bi 150 Lîreyê ye.

Sedema kêmbûna rêjeya mazotê

Feryal got, Sala borî her malbatekê para wê 400 lître mazot bû, Lê îsal ji ber ku xwaringeh, dikan, kargeh û erebeyên mazotê û jenerator zêdetir bûne, ji bo her malbatê 300 lître mazot hat dayîn. Lê ne zêdebûna kargeh û erebeyan tenê, dorpêça li ser herêmê ya ji aliyê dagirkeriya Tirkî û hikûmeta Şamê ve jî bû sedema ku rêjeya nazotê kêmtir bibe. Lewra dixwazin pêşketin û geşepêdanê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rawestînin.

Derbarê kalîteya mazota îsal de jî Firyal wiha got: “Qalîteya mazota ku ji bo germkirinê tê dabeşkirin li gorî sala borî ne xirab e û eger miqdareke din ji mazotê bighêje me, emê careke din li ser malbatan belav bikin.”

Hevseroka Rêveberiya sotemeniyê ya Kantona Qamişlo Firyal Ibrahîm di dawiya axaftina xwe de got, Em li gorî derfetên heyî, xizmeta gel bikin û em ê xebatên xwe yên ji bo xizmeta civakê dewam bikin.

 

 

 

Post Views: 52
ShareTweetPin

Herî Dawî

HRRK komxebata nirxandina li ser konferansa Yekrêzîya Kurdi lidarxist
NÛÇE

HRRK komxebata nirxandina li ser konferansa Yekrêzîya Kurdi lidarxist

08/05/2025
Kanê pêngav li ku ma?
POLÎTÎKA

Kanê pêngav li ku ma?

08/05/2025
Jinên ciwan li dijî tundiya li ser jinan semînerek li dar xistin
NÛÇE

Jinên ciwan li dijî tundiya li ser jinan semînerek li dar xistin

08/05/2025
Tekez wê têkoşîna gelan bi serkeve
JIN

Tekez wê têkoşîna gelan bi serkeve

08/05/2025
Li Bajarê Dêrikê Pêşbirka Bazdanê
NÛÇE

Li Bajarê Dêrikê Pêşbirka Bazdanê

08/05/2025
Pakistan û Hindistan pevçûnên xwe nû dikin
POLÎTÎKA

Pakistan û Hindistan pevçûnên xwe nû dikin

08/05/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.