Monday, June 8, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

14’ê Tîrmehê xeta berxwedanê temsîl dike

14/07/2018
in Uncategorized
A A
Serketin bi 14’ê Tîrmehê misoger bû
Share on FacebookShare on Twitter

Di 14’ê Tîrmeha 1982’an de kadroyên pêşeng yên PKK’ê Kemal Pîr, Xeyrî Dûrmûş, Akîf Yilmaz û Elî Çîçek li hember zilma dagirkeriya dewleta Tirk çalakiya “Rojiya Mirinê ya Mezin” dest pê kirin. PKK’ê bi boneya 36’emîn salvegera 14’ê Tîrmehê li dijî faşîzmê banga berxwedana giştî kir. PKK’ê got, “14’ê Tîrmehê roja rûmeta neteweyî ye.”

Komîteya Rêveber a PKK’ê ji bo berxwedana 14’ê Tîrmehê got, “Roja Rûmeta Neteweyî” û li dijî faşîzmê ji bo berxwedana topyekûn bang kir.
Komîteya Rêveber a PKK’ê bi wesîleya salvegera 36’an a Rojiya Mirine ya Mezin a 14’ê Tîrmehê daxuyaniyeke nivîskî weşand.
ROJA RÛMETA NETEWEYÎ
PKK’ê Berxwedana Rojiya Mirinê ya Mezin a 14’ê Tîrmehê ku rê li ber berxwedana azadiyê ya Kurdistanê vekir, careke din silav kir û got, “Em vê Roja Rûmeta Neteweyî li Rêber Apo, hemû hevrêyên xwe û gelê xwe pîroz dikin, di şexsê afirînerên berxwedana mezin Mihemed Xeyrî Dûrmûş, Kemal Pîr, Akîf Yilmaz û Elî Çîçek de şehîdên xwe yên têkoşîna azadiyê bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînin. Em careke din dibêjin ku li ser xeta berxwedanê ya 14’ê Tîrmehê em ê li ser şopa şehîdên xwe heta serketinê bimeşin.
Tê zanîn ku biryara berxwedana dîrokî ya ji bo têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê ya hemdem, li Zindana Amedê ji aliyê hevrê Mazlûm, Xeyrî û Kemal ve hatiye dayin. Weke gel û tevger, ev sih û şeş sal in em li ser bingeha vê berxwedana dîrokî dimeşin û bi ser dikevin. Sih û şeş sal in hemû destketiyên bi navê azadî û hebûna Kurdan li ser bingeha vê xetê di nava têkoşînê de tên afirandin. Lewma bandora baldarî û sewqkirinê ya berxwedana mezin îro jî bi rengekî zindî dewam dike. Xet û ruhê serketinê yê 14’ê Tîrmehê îro jî rêya me ronî dike.
Weke ku tê zanîn, Berxwedana Rojiya Mirinê ya Mezin a 14’ê Tîrmehê ya li Zindana Amedê hate kirin, yekemîn çalakiya mezin e ku li dijî darbeya leşkerî-faşîst a 12’ê Îlona 1980’î hatiye kirin û ji aliyê îdeolojîk ve ew têk biriye. Lewma berxwedana li dijî faşîzmê, ruh, xet, wêrekî û fedakarî û rêbaza serketinê temsîl dike. Nîşanî me dide ku berxwedana li dijî faşîzmê divê çawa be û rêya serketinê radixe pêş çavan. Xeta berxwedana fedayî ya partiya me ya li dijî faşîzmê eşkere kiriye. Ji aliyê Rêber Apo ve weke ‘Çalakiyeke têrker û yekgirtî ya ku xeta berxwedanê ya partiya me temsîl dike’ hatiye nirxandin û pênasekirin.
Li dijî êrîşên faşîst ên 12’ê Îlonê, 14’ê Tîrmeha 1982’an li zindanê û 15’ê Tebaxa 1984’an li çiyê çi hatibe kirin, îro jî tevgera me, gelê me û hemû hêzên şoreşger-demokratîk li dijî êrîşên faşîst ên AKP-MHP’ê li her qadê heman tiştî dikin. Li dijî êrîşên faşîst-qirker ên topyekûn, berxwedana azadiyê ya topyekûn tê kirin.
Li ser vê bingehê em Berxwedana Rojiya Mirinê ya Mezin a 14’ê Tîrmehê careke din silav dikin, bang li hemû hevrê û gelê xwe dikin ku li dijî faşîzma AKP-MHP’ê xwe di xeta serketinê û berxwedanê ya 14’ê Tîrmehê de bêhtir bi rêxistn bikin, hîn bi xurtî têbikoşin û serketineke mezin bi dest bixin.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

150 Malbatên Êzîdî yên li kampên Başûr diman vegeriyan Şengalê
NÛÇE

150 Malbatên Êzîdî yên li kampên Başûr diman vegeriyan Şengalê

08/06/2026
Perwîn Yûsif: Banga aştiyê banga sedsalê ye
NÛÇE

Rêber Apo: Entegrasyona demokratîk bi demokrasiya xwecihî bi wate dibe

08/06/2026
Ji Rojavayê Kurdistanê şermezarkirina gotinên nijadperest ên Rehmî Koç
NÛÇE

Ji Rojavayê Kurdistanê şermezarkirina gotinên nijadperest ên Rehmî Koç

08/06/2026
Li wanê Mehrîcana Keda Jinan a Berhemdar
JIN

Li wanê Mehrîcana Keda Jinan a Berhemdar

08/06/2026
Ji Bakurê Kurdistanê Kampanya “Ciwanên komînal li dijî Şerê Taybet li qada ne”
JIN

Ji Bakurê Kurdistanê Kampanya “Ciwanên komînal li dijî Şerê Taybet li qada ne”

08/06/2026
YRJ’ê; Êrişa li ser Ajansa Nûçeyan a Jinê hewldana bêdengkirina dengê rastiyê ye
JIN

YRJ’ê; Êrişa li ser Ajansa Nûçeyan a Jinê hewldana bêdengkirina dengê rastiyê ye

07/06/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.