Gerîlayên HPG’ê li gelek herêman li dijî artêşa dagirker a Tirk çalakiyên sekvanî û sabotajê kirin. Li Colemêrg, Şirnex û Mêrdînê di çalakiyan de herî kêm 6 leşker hatin kuştin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser çalakiyên gerîla daxuyaniyeke nivîskî weşand.
HPG’ê da zanîn ku hêzên gêrîla çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Pîroz û Şehîd Agirî de li Colemêrg, Şêrnex û Mêrdînê li dijî artêşa TC a dagirker çalakî li dar xistin. HPG’ê da zanîn ku di van çalakiyan de 6 leşkerên Tirk hatine kuştin û hêjmarek zêde jî birîndar bûne.
12’ê Tîrmehê saet 07:30’î hêzên me yên YJA Starê li dijî leşkerên li ser girê Şehîd Elîşêr ê li navçeya Geverê çend çalakiyên sekvaniyê kirin. Di çalakiyan de 2 leşkerên dijmin hatin kuştin.






