Saturday, July 25, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Rêyên Qamişlo tên çêkirin

14/07/2018
in Uncategorized
A A
Rêyên Qamişlo tên çêkirin
Share on FacebookShare on Twitter

Rêveberiya Şaredariyan a Qamişlo dest bi çêkirina rêyên têketin û derketina Qamişlo kir.
Şaredariyên Qamişlo yên Rojhilat (Şerqî) û Rojava (Xerbî), sala par rêyên têketin û derketina Qamişlo çêkirin. Lê ji ber sedemên derfetên kêm, ne pisporî û xetên avê, rê di nîvî de man. Piştî wê salekê rêyên hatin çêkirin jî xirab bûn. Ji ber toza ku havînê radibû û heriya zivistainê gelê Qamişlo bêzar dibû. Îsal piştî cejna Remezanê Rêveberiya Şaredariyên Qamişlo dîsa dest bi projeya çêkirina rêyan kir.
Hevserokê Rêveberiya Şaredariyan a Qamişlo Mihemed Hisên diyar kir ku wê rêya Rojhilatê Qamişlo 5 km û 500 metre, rêya Rojavayê Qamişlo jî 3 km û 200 metre bê çêkirin. Hisên da zanîn ku di heman demê de wê firehiya rêyan 18 metre bê çêkirin û wê xebat heya meha 11`an berdewam bike.
Mihemed Hisên diyar kir ku ew ji bo berjewendiyên gel dixebitin û got, “Rast e gel ji ber van rêyan pir mexdûr bû lê divê gel me fêm bike, em di rewşeke awarte re derbas dibin. Em di nava şerekî de ne, gelek aliyan ev pirsgirêka rêyan zivirand pirsgirêkên siyasî.”
Welatiyê bi navê Ferhan Hesen ku mala wî li ser rêya Hilêliyê ye, ji bo çêkirina rêyan spasiya rêveberiya şaredariyan kir û wiha got: “Em spasiyê dikin ku we dengê me gihand rêveberiyê. Vê rêyê gelek acizî da me. Niha dest bi çêkirina wê kirine. Em hêvîdarin zû temam bibe. Em gelek spasiya rêveberiyê dikin.”
Welatiyê bi navê Bengîn Ehmed Silêman ku dikana wî li taxa Um Firsan a li ser rêya Tirbespiyê ye jî keyfxweşiya xwe ya ji bo çêbûna rê anî ziman û got: “Ji ber toza vê rêyê me nedikarî dikana xwe vekin. Em pir aciz dibûn. Niha rêveberiyê dest bi çêkirina rê kiriye. Em pir keyfxweş bûn, ne tenê em gel tev keyfxweş e.”…ANHA

ShareTweetPin

Herî Dawî

Di heftiyekê de Îsarîlê 17 çalakiyên bejayî li ser axa Sûriyê pêk anîne
NÛÇE

Di heftiyekê de Îsarîlê 17 çalakiyên bejayî li ser axa Sûriyê pêk anîne

25/07/2026
Xeta Iraq-Sûriyê-DYA’yê; Zêdeyî 600 hezar ton sotemenî hatiye hinardekirin
NÛÇE

Xeta Iraq-Sûriyê-DYA’yê; Zêdeyî 600 hezar ton sotemenî hatiye hinardekirin

25/07/2026
Li Rojhilat û Îranê di mehekê de 12 jin û du zarok hatin qetilkirin
JIN

Li Rojhilat û Îranê di mehekê de 12 jin û du zarok hatin qetilkirin

24/07/2026
Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin
NÛÇE

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin

22/07/2026
Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir
NÛÇE

Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir

22/07/2026
TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî
NÛÇE

TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî

22/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.