Saturday, July 25, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Bila deriyên Îmraliyê bên vekirin

14/07/2018
in Uncategorized
A A
Bila deriyên Îmraliyê bên vekirin
Share on FacebookShare on Twitter

Birayê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Mihemed Ocalan tecrîda li ser Ocalan nirxand û got: “Çav û guhê milyonan kesan li Îmraliyê ye.”
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ê li Grava Îmraliyê ye, ji 27’ê Tîrmeha 2011’an ve bi parêzerên xwe re, ji 11’ê îlona 2016’an ve jî bi malbata xwe re nikare hevdîtin pêk bîne. Malbata Ocalan bal kişand ser tecrîdê û bang li raya giştî û gelan kir ku ji bo başkirina şert û mercên Ocalan tev bigerin.
Birayê Ocalan, Mihemed Ocalan diyar kir ku ji roja Ocalan anîn Tirkiyê û vir ve di bin tecrîdê de radigirin û got: “Hin serdeman tecrîdê nerm kirin. Hin deman jî tecrîdê giran kirin. Ev 19 sal e qet tecrîd nehatiye rakirin.”
DIVÊ DESTÛRÊ BIDIN HEVDÎTINÊ
Ocalan da zanîn ku tecrîda pêk tê ji nîsana 2015’an ve hin girantir bûye û wiha got: “Tenê ez carek çûm hevdîtinê. Hemû serlêdanên me yên hevdîtinê jî ji ber sedemên pûç û vala tên redkirin.”
Ocalan bang li hemû civaka navnetewî kir û wiha dewam kir: “Ji bo demokrasî li Tirkiyê bicih bibe û aştî li Rojhilata Navîn mayînde bibe, divê riyên hevdîtina bi Ocalan re bên vekirin. Tecrîd sûcê mirovahiyê ye. Dibe ku hûn polîtîk û siyasî ji Ocalan hez nekin, lê bes ew vîna bi milyonan gel e. Tecrîdkirina kesek vîna bi milyonan û binpêkirina rêgezên hiqûqa navnetewî nayê qebûlkirin. Niha çav û guhê bi milyonan kesî li Îmraliyê ye. Ji 2016’an ve agahî jê nayê girtin. Ji bo gumanên bi milyonan ji holê rabe divê demildest destûr bê dayîn û hevdîtin pêk were.”
TECRÎD BÊ ŞIKANDIN WÊ AŞITÎ PÊK WERE
Ocalan anî ziman ku lazime di serî de gelê kurd û hemû gelên li ser axa Rojhilata Navîn li dijî tecrîdê têbikoşin û got: “Ji bo tecrîda li ser Ocalan bê rakirin divê bi lezgînî bikevin tevgerê. Heta ji destê dewletê tê nagire rojeva xwe. Ev nayê qebûlkirin. Ji bo têkoşîna demokratîk bê li pêşxistin, lazime em tecrîdê bişkînin. Heke tecrîd bê şikandin wê şertên pêkanîna aşitiyê çêbibin. Lewra nifteya aşitiyê di destê Ocalan de ye.”
PÊWÎSTE DERIYÊN ÎMRALIYÊ BÊN VEKIRIN
Xwişka Ocalan, Fatma Ocalan jî axivî û destnîşan kir ku ew ji rewşa birayê xwe Ocalan bifikar e û got: “Em nizanin rewşa tenduristiya wî çawa ye. Ji bo ev fikarên me ji holê rabin, divê deriyên Îmraliyê bên vekirin.”
TECRÎD ŞER KÛR DIKE
Xwarziyê Ocalan, Elî Ocalan jî diyar kir ku tecrîda li ser Ocalan hin bêtir şer kûr dike û wiha got: “Ev nêzîkatî ji aşitiyê re xizmet nake. Heke hevdîtin bi Ocalan re bihatana kirin, wê ev pêvajoya tundiyê jî tunebûya. Ocalan ji bo ku ev rewşa tundiyê derneketa holê wê gelek tiştan bikira. Li gorî min Ocalan di navbera gelên Tirk û Kurd de pira aşitiyê ye. Divê dewlet vê yekê baş bibîne.”
Ocalan da zanîn ku lazim e hêzên demokratîk û saziyên navnetewî berpirsyariya xwe bînin cih û şertên li İmraliyê bên başkirin û riyên hevdîtinê bên vekirin…MA

ShareTweetPin

Herî Dawî

Di heftiyekê de Îsarîlê 17 çalakiyên bejayî li ser axa Sûriyê pêk anîne
NÛÇE

Di heftiyekê de Îsarîlê 17 çalakiyên bejayî li ser axa Sûriyê pêk anîne

25/07/2026
Xeta Iraq-Sûriyê-DYA’yê; Zêdeyî 600 hezar ton sotemenî hatiye hinardekirin
NÛÇE

Xeta Iraq-Sûriyê-DYA’yê; Zêdeyî 600 hezar ton sotemenî hatiye hinardekirin

25/07/2026
Li Rojhilat û Îranê di mehekê de 12 jin û du zarok hatin qetilkirin
JIN

Li Rojhilat û Îranê di mehekê de 12 jin û du zarok hatin qetilkirin

24/07/2026
Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin
NÛÇE

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin

22/07/2026
Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir
NÛÇE

Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir

22/07/2026
TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî
NÛÇE

TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî

22/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.