Saturday, July 25, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Wê Îranê ji Sûriyê derxînin

14/07/2018
in Uncategorized
A A
Wê Îranê ji Sûriyê derxînin
Share on FacebookShare on Twitter

Endamê Desteya Siyasî ya MSD’ê Hikûmet Hebîb diyar kir ku civîna bilind a di navbera Rûsya û Amerîka ku wê pêk were, wê itîfaqan bi xwe re bîne ku bandorê li Sûriyê bike û got: “Wê Îran beranberî ku Rûsya û Rêjîma Sûriyê Idlibê bigirin, ji Sûriyê derkeve.”
Endamê Desteya Siyasî ya Meclîsa Sûriya Demokratîk MSD’ê Hikmet Hebîb pêşketinên dawî yên li Sûriyê û rewşa Tirkiyê nirxand.
Hebîb derbarê rewşa başûrê Sûriyê û derxistina komên çekdar ji başûr ber bi bakurê Sûriyê ve ev tişt anî ziman: “Ji destpêkê ve me got ku herêmên ‘Kêmkirina şer” xelatên hin dewleta ne. Tiştê vê yekê isbat dike, niha li başûrê Sûriyê pêk tê. Îsraîl di encama itîfaqa bi Rûsya re rê da ku rêjîma Sûriyê li başûr pêş bike, da ku Îran ji sînorê xwe dûr bixe. Li gorî daneyên heyî diyar e ku di navbera Amerîka û Rûsya de itîfaq heye bi vê yekê jî dixwazin Îranê ji dosya Sûriyê derxînin. Rûsya ev soz daye Amerîka û Îsraîlê, ev yek jî wê bibe sedema nakokiyan di navbera Rûsya û Îranê de.”
Hebîb, derbarê helwesta wan wekî MSD’ê jî diyar kir ku ew hêvî dikin li başûrê Sûriyê çareseriyek dûrî kuştin, wêraniyê pêk were û wiha dewam kir: “Em hêvî dikin ku sivîl neyên kuştin. Komên navê opozisyonê li xwe kirine, fam kirin, ku ew ê nikaribin li dijî rêjîma Sûriyê û Rûsya şer bikin. Lê wan asta daxwazên xwe bilind kirin û ji ya xwe daneketin, ev jî ji ber ku ew bi derve ve girêdayîne û ne xwediyê biryarê ne.”
Hikmet Hebîb di berdewama axaftina xwe de bal kişand ser civîna bilind a di navbera Rûsya û Amerîka ku tê payîn di rojên pêş de were lidarxistin û ev tişt anî ziman: “Civîna Rûsya û Amerîka wê bandorê li rewşa Sûriyê bike. Amerîka wê sozê ji Rûsya bigire ku Îranê dûrî Sûriyê bixe, beranberî wê dê Rûsya û rêjîm destê xwe deynin ser Idlibê.”
EM JI DIYALOGÊ RE AMADE NE
Hebîb, derbarê danûstendinan de jî diyar kir ku ew ji danûstendinên Sûrî-Sûrî re amade ne û wiha dewam kir: “Ji bo pêkanîna hêviyên gelê xwe, em ji danûstendinan re amade ne, armanca me avakirina sîstemek demokratîk ne navendî ku mafê hemû gelê Sûriyê biparêze. Di vê meha pêşiya me de, wê Kongreya MSD’ê were lidarxistin, em bi rêbazek nû dest bi tekoşînê bikin, da ku em danûstendina di navbera hemû gelê Sûriyê de pêş bixin. Tekane riya çareserkirina hemû aloziyan danûstendin in.”
Endamê Desteya Siyasî ya MSD’ê Hikmet Hebîb di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku têkiliyên di navbera Rûsya û Amerîka taktîkîne û ne stratejîke û got: “Hikûmeta AKP’ê jî beşek ji projeyên wan ên nû yên di herêmê de ne. Bi taybetî piştî ku sîstema desthildariya Tirkiyê kirin desthildariya serokkomar. Ev jî wê bibe sedema ku aloziya hundirîn kûrtir bibe, bi taybet piştî têkçûna aboriya Tirkiyê, ev yek ji aliyê her kesî de tê dîtin.”…ANHA

ShareTweetPin

Herî Dawî

Di heftiyekê de Îsarîlê 17 çalakiyên bejayî li ser axa Sûriyê pêk anîne
NÛÇE

Di heftiyekê de Îsarîlê 17 çalakiyên bejayî li ser axa Sûriyê pêk anîne

25/07/2026
Xeta Iraq-Sûriyê-DYA’yê; Zêdeyî 600 hezar ton sotemenî hatiye hinardekirin
NÛÇE

Xeta Iraq-Sûriyê-DYA’yê; Zêdeyî 600 hezar ton sotemenî hatiye hinardekirin

25/07/2026
Li Rojhilat û Îranê di mehekê de 12 jin û du zarok hatin qetilkirin
JIN

Li Rojhilat û Îranê di mehekê de 12 jin û du zarok hatin qetilkirin

24/07/2026
Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin
NÛÇE

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin

22/07/2026
Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir
NÛÇE

Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir

22/07/2026
TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî
NÛÇE

TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî

22/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.