Saturday, July 25, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Li ser Firatê danûstandin hene

14/07/2018
in Uncategorized
A A
Li ser Firatê danûstandin hene
Share on FacebookShare on Twitter

Hevseroka Meclisa Sûriya Demokratîk MSD’ê Îlham Ehmed ji bo ku karmend û pisporên Bendava Feratê vegerin bi rêveberiya bendavê re bixebitin dan û standin di navbera berpirsên rêjîmê û rayederên rêveberiya herêmî ya Tepqayê de hene. Ehmed got, “xêr û berên Sûriyê yên hemû gelên Sûriyê ne û mafê her kesî ye sûdê jê bibîne.

Îlham Ehmed da zanîn ku ji bo vegerandina karmend û pisporên Bendava Firatê da ku bi rêveberiya bendavê re kar bikin, danûstandin di navbera berpirsên rêjîma Sûriyê û berpirsên meclisên herêmî yên Tebqayê de heye.
Hevseroka Meclisa Sûriya Demokratîk MSD’ê Îlham Ehmed têkildarî gotegotên ku di demên dawîn de derbarê herêma Tebqayê de têne gotin, axivî.
Îlham Ehmed diyar kir ku ji bo çareserkirina pirsgirêkên wan bi rêjîmê re wan tu carî rêya leşkerî bi kar neaniye, berevajî wan diyalog bikaranîne û got: ʺLê dema em rastî êrîşê hatin me parastina xwe kir. Tiştekî normal e ku danûstandin di aliyê xizmetguzarî de ji bo gelê me were destpêkirin. Me berê jî gotibû xêr û berên Sûriyê yên hemû gelên Sûriyê ne û mafê her kesî ye sûdê jê wergire.ʺ
Îlham Ehmed derbarê danûstandinên ku niha bi rêjîmê re têne kirin de ev tişt got: “Niha danûstandin tenê di asta herêmî de têne kirin, ango danûstandin di navbera berpirsên saziyên xizmetguzarî yên rêjîmê û berpirsên meclisên herêmî û saziyên xizmetguzariyê yên Tebqayê de heye. Ev danûstandin jî tenê di çarçoveya vegerandina karmend û pisporên berê yên Bendava Firatê de ye da ku bi rêveberiya bendavê re ya girêdayî Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Tebqayê bixebitin.ʺ
Hevseroka MSD`ê Îlham Ehmed tekez kir ku danûstandinên bi vî rengî tiştekî xwezayî ne, ji ber ku gelê Sûriyê jê sûdê werdigire û dibe ku ji bo tiştên din ên xizmetguzariyê danûstandin dewam bike.
Îham Ehmed derbarê dosyaya ewlekariyê de diyar kir ku ev dosyayeke gelekî hesas e û girêdayî dozên neteweyî û pêkanîna demokrasiyê ye û ev jî ne girêdayî mijarên danûstandinên ku niha têne kirin û wiha got: ʺTiştên ku têne gotin ku wê careke din ʺçargoşeya ewlekarîʺ ango hêzên ewlekariyê vegerin, ji rastiyê dûr e.ʺ…ANHA

ShareTweetPin

Herî Dawî

Di heftiyekê de Îsarîlê 17 çalakiyên bejayî li ser axa Sûriyê pêk anîne
NÛÇE

Di heftiyekê de Îsarîlê 17 çalakiyên bejayî li ser axa Sûriyê pêk anîne

25/07/2026
Xeta Iraq-Sûriyê-DYA’yê; Zêdeyî 600 hezar ton sotemenî hatiye hinardekirin
NÛÇE

Xeta Iraq-Sûriyê-DYA’yê; Zêdeyî 600 hezar ton sotemenî hatiye hinardekirin

25/07/2026
Li Rojhilat û Îranê di mehekê de 12 jin û du zarok hatin qetilkirin
JIN

Li Rojhilat û Îranê di mehekê de 12 jin û du zarok hatin qetilkirin

24/07/2026
Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin
NÛÇE

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin

22/07/2026
Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir
NÛÇE

Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir

22/07/2026
TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî
NÛÇE

TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî

22/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.