Kurdî ji aliyê peyvên zanistî ve hinekî qels maye. Ya rast ne hinekî, pirr qels maye. Çima? Ji ber ku dewletek ya Kurdan nîne û ji ber wê sazî û dezgehên zanistê nînin. Sazî û dezgehên li ser zimanê Kurdî dixebitin jî derfetên wan pirr kêmin û eva henê ji bandorê li ser pêjve çûna zimanî dike. Gelik caran bi taybetî li bakûrê Kurdistanê saziyên li ser zimanê Kurdî xebatê dikin hatine girtin û rastî êrîşan hatine, xebatên wan hatine asteng kirin, xebatkar hatine girtin, weşanên wan hatine destilser kirin, çapxanê wan hatine dadan. Li bakûr di nava van her dû salên dawî de çi sazî û dezgeh, rojname, malperên înternetê, saziyên lêkolînê û hwd hemî ji aliyê dewletê ve hatine girtin. Ji ber wê niha li bakûr hemû xebatên li ser zimanê Kurdî hatine rawestandin.
Him ziman him ji zanist du tiştên zindî ne. Her dû ji her tim xwe nû dikin û pêjve diçin. Di vê xwe nû kirin û pêjve çûnê de bandorê li ser hev dû dikin û têkiliyeka wan ya xurt heye. Her zanist pevyên nû diafirîne, termînolojiya xwe ya xweser çêdike û bi vêre ji zimanî dewlemend dike. Peyv û termînolojiya zanistî ji bo zanistê gelkî girîng e. Herweha hemî zanist jî peyvan ji zimanî distînin. Ev yeka henê ji him zanistê xurt dike him ji zimanî xurt dike. Ji ber wê her zanyar di heman demê de divê hakimê zimanê xwe yê zigmakî be ji. Zimanê Kurdî di vî warî de mixabin zêde bê siûd e. Ji ber ku di nav Kurdan de bê dewlet bûyîn heye, him zanist di nav Kurdan de nîne him ji zimanê zanistê nîne û zimanekî zanistî çênebûye. Ew Kurdên li ser zanistê xebatan dikin ji mixabin bi zimanê netewên din ango zimanê dewletên desthilatdar yê fermî dikin. Gelik kesên Kurd, zimanê wan yê zigmakî Kurdiye, ked dane zimanê Tirkî, Farisî yan ji Erebî. Van Kurdan gelik berhemên wêjeyî, zanistî dane van zimanan, lê mixabin nekarîne bi zimanê xwe binivîsin yan ji hewl nedane! Gelo ma têkiliya ziman û zanistê tenê dan û standina peyvan e? Nexê. Him zimanê zanistê çêdibe, him ji zimanekî zanistî çêdibe. Ev yeka henê ji tiştekî pirr watedare ji bo her dû aliyan. Me got her zanist termînolojiyeka xwe ya xweser çêdike. Lê ev termînolojî tenê bi serê xwe nikare zanistê vebêje. Kîj baskê zanistê be bila ew be, bi alîkariya ziman xwe digihîne civakê û mereqdarên xwe. Gelik nivîskaran pirtûk li ser zanistê nivîsîne, gelik zanyaran ji li ser zimanî nivîsîne.
Ji aliyê zimanê Kurdî, sazî û dezgehên Kurdî û herweha ji aliyê nivîskarên Kurd de, ev mijareka gelik girîng e. Mînak tiştên teknolojîk yên derdikevin, em hemiyan bi navê wan ê biyanî dixebitînin. Dîsa di warê tibbê, sosyolojiyê, psîkolijiyê, hiqûqê û hwd wisaye. Divê her nivîskarek di warê pizboriya xwe de li ser vê bisekine. Hêj yekitiya Kurdan çênebiye, lê komel û yekitiyên nivîskarên Kurd hene. Kurd PEN heye. Çi li Ewropa, çi li bakûr, çi li başûr, çi li rojava û li rojhilat be, divê weke peywireka exlaqî ya li pêjberî zimanê zikmakî û herweha li pêjberî civaka Kurd, zanyar û nivîskarên Kurd di vî warî de bikaribin vê valeya mezin dagirin. Nivîskar û zanyarên Kurd dikarin vê yekê di nava xwe de dabaş û çareser bikin.
Sîpan ŞÎNDA