Dîlan Mulhim\Qamişlo
Rêvebera Ofîsa jin a Heyva Sor a Kurd Şêrîn Xelîl derbarê vegerandina desthilata Şamê ji duyemîn karwanên alîkariyan ku ji bo herêma Berava Sûriyê hatib şandin wiha got: “Em heta roja îro hewldanên xwe dikin ku careke di kerwanên me yên alîkariyê derbasî deverên Berava Sûriyê bibin.”
Dema ku duyemîn kampaniya alîkariyên mirovî yên Heyva Sor a Kurd ji bajarê Tebqa bi rê ket ji aliyê desthilata Şamê ya nû ve hate vegerandin. Girêdayî vê mijarê rêvebera Ofîsa Jin a Heyva Sor a Kurd Şêrîn Xelîl ji Rojnameya me re axivî.
‘Ji aliyê desthilata Şamê ve kerwanên me hatin vegerandin’
Şêrîn Xelîl di destpêka axaftina xwe de wiha got: “Weke tê zanîn karwanên me yên alîkariya mirovî di 12’ ê Nîsanê de ji bajarê Tebqa bi rê ket, lê dema ku gişhiştin xalên hikumeta Şamê ya nû ji aliyê wan ve kerwan hatin vegerandin. Hikumeta Şamê di kampaniya destpêkê de merc kir ku logoya Heyva Sor a Kurd a ku li ser balhilgiran bû, bê rahiştin. Ji bo ku derbasî berava Sûriyê bibin, lê careka din hikumeta Şamê merc kir ku logoyên me werin rakirin, herwiha di gotin ku Heyva Sor a Kurd hemahengî bi me re nekiriye. Ruxmî ku me hemahengî bi hikumeta Şamê re kirbû û erînî ji wan girt bû, lê kirin merc ku hemahengiya we ne bi me re bû. Piştire me bihîst ku Heyva Sor a Erebî Sûrî dixwest pakêtin xwarinê li depoyên ku ew eyarkirine werin valakirin, herwiha li gorî şert û bercên wan pakêtên xwarin werin belavkirin. Ji ber ku nayê qebûlkirin ku depoyên ku em naxwazin pakêtin xwarinê li wan werin belavkirin. Ji ber vê yekê karwanên me hatin vegerandin û ne hiştin ku derbasî beravên Sûriyê bibin.”
‘Pêşkêşkirina alîkariyan erkekî mirovî ye’
Şêrîn Xelîl da zanîn ku ev kampaniya wan bi hemahengiya instatîfa gel bû ew jî li gorî îradeya gel tevdigerin û wiha pê de çû: ” Heyva Sor a Kurd li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, pêşkêşkirina alîkariyên mirovî ji bo gelên Sûriyê zirar dîtine, erkê berpirsyartiyê digire ser milê xwe, ev yek jî ruxmî hemû astengiyên ku derdikevin li pêşiya me. Di heman demê de heta roja îro em hewldanên xwe dikin ku careke di kerwanên me derbasî beravên Sûriyê bibin. Dema ku kerwanên alîkariyê vegeriyan me hemû pakêtên xwarinên birin cihekî biwele, herwiha ji bo ku em erêkirin bistînin careke di kerwanên me darbasî deverên berava Sûriyê bibin. Heta niha hewldan û erêkirin tên kirin bi hikumeta Şamê re ji bo ku kerwanên me careka didin bi aliyê berava Sûriyê ve bi rê kevin. Lê heta deman niha tiştekî xwecih nîne ku gelo wê erêkirin ji aliyê hikumeta Şamê ve were kirin yan na.”
Rêvebera Ofîsa jin a Heyva Sor a Kurd Şêrîn Xelîl axaftina xwe wiha bi dawî kir: ” Em dixwazin ku bi hemû aliyên peywendîdare têkiliyî û erêkirinê bikin. Ji bo ku em erêkirin bi destbixin û alîkariyên mirovî bi gihînin deverên berava Sûriyê. Banga min ji rêxistin mirovî re heye ku hemû hewldanên xwe bikin û bi me re alîkar bin. ji bo ku karewanên alîkariyên mirovî yên Heyva Sor a Kurd derbasî berava Sûriyê bibin.”