Lîderê Kurd Dr. Abdulrehman Qasimlo, 13’ê Tîrmeha 1989’an li Viyanayê dema bi du hevalên xwe re bi rejîmê re li dora maseya danûstandinan rûniştibû hate kuştin. Di ser vê sûîqestê re 29 sal derbas bûn, lê hîn kujer nehatine darizandin.
22’ê Çileya 1946’an dema ku li meydana Çarçira ya Mahabadê Komara Kurdistanê hate ragihandin Ebdulrahman Qasimlo 16 salî bû. Xwendekarek bû ku xwe ji bo zanîngeha li Tehranê amade dikir. Qasimlo di 14 saliya xwe de bû endamê baskê ciwanan ê partiya Komunîst Tûdey. Hilweşîna Komara Mahabadê, darvekirina Qazî Mûhammed li Çarçira û girtina bavê xwe li Tehranê bihîst.
Van bûyeran bandora xwe li ser jiyana Qasimlo jî kir. Partiya sosyalîst a ku di sala 1948’an de li Çekoslovakyayê hate ser hikum, ciwanên Tûdeyî vexwend welatê xwe. Di nav van ciwanên Îranê de tenê Kurdek hebû, ew jî Ebdulrehman Qasimloyê 18 salî bû. Rojên wî yên li Pragê dest pê kir.
Qasimlo di sala 1957’an de li Zanîngeha Pragê êdî bûbû hîndekar. Piştî bêdengiya 20 salan a Mehabadê, li Rojhilatê Kurdistanê di sala 1967’an de, di Newrozê de hinek ciwanan li hemberî rêveberiya Şah Pehlewî bi derfetên biçûk dest bi berxwedanê kirin.
Di sala 1973’an de Qasimlo bû sekreterê Paritiya Demokrat a Kurdistanê ya Îranê (PDK-Î). Slogana wî ya kongreyê de jî ev bû, “Ji Îranê re demokrasî, ji Kurdistanê re otonomî.”
Qasimlo dema di 1976’an de vegeriya Pragê û piştre jî li Parîsê bi cih bû. Ligel seroktiya PDK-Î li zanîngeha Sorbonê ya Parîsê bû doktor û li vê derê ders da. Di Mijdara 1978’an de dema rejîma Şah Pehlevî hilweşiya, Qasimlo vegeriya Kurdistanê.
Di 1’ê Sibata 1979’an de wê balafira Hûmeynî ji Parîsê biçûya Tehranê. Di havîna 1978’an de Qasimlo çend caran çûbû serdana Hûmeynî û hin soz jê stendibû. Piştî ku Hûmeynî çû Îranê û piştî 10 rojan şoreşa xwe îlan kir, ji Kurdan re digot, “Ez ê we bibînim.”
Lê Hûmeynî di 28’ê Adarê de bi heyeta Kurdan re civiya û bi ti awayî nêzî muzakereyan nedibû. Digot “Di îslamê de Kurd, Azerî, Fars, netewe tune. Em hemû ji ummeta Xwedê ne.” Qasimlo jî di qadan de digot, “Em Kurd ji xayînên xwe re dibêjin cehş, ji îro pê ve yê ku baweriyê bi gotinên Hûmeynî bîne ‘cehş’ e. Ma we çi zû îxaneta 1975’an ji bî kir?”
Di 17’ê Tebaxa 1979’an de Hûmeynî ji bo Qasimlo got, “Ew dijminê Xwedê ye.” Di nîvê duyemîn ê sedsala 20’an de yek ji mezintirîn qirkirin li ser Kurdistanê dihate ferzkirin. Wê wextê herî kêm 10 hezar Kurdên sivîl hatin kuştin.
DANÛSTANDINÊN BI REJÎMA TEHRANÊ RE
Şerê Îran û Iraqê yê di sala 1980’î de qedera Rojhilatê Kurdistanê guherand. Şerê heta sala 1984’an bi giranî domiya, nêzî 10 hezar pêşmergeyan jiyana xwe ji dest dan. Qasimlo jî baregeha xwe biribû çiyayê Qendîlê. Di nîveka sala 1980’an de bi qasidiya serokê YNK’ê Celal Talabanî bi Tehranê re têkilî danî.
Herdu alî cara pêşîn di 30’ê Kanûna 1988’an de li mala Xebat Marûf ê YNK’yî li hev civiyan. Civînê du rojan dewam kir. Qasimlo ji daxwaza “Perwerdehiya bi Kurdî, bila Kurdî bibe zimanê duyem ê fermî” daneket. Piştî mirina Hûmeynî Rafsancanî hate dewsa wî û muzakereyan dîsa dest pê kir.
Vê carê Fadil Resûl bû qasid. Resûl li Viyanayê dijiya û lobîvanekî Kurd bû. Hevdîtinên serokên Kurdan wî amade dikir.
Qasimlo dixwest hevdîtin li Parîsê be. Îraniyan jî digotin “Ya Viyana yan jî Berlîn. Parîs nabe”. Qasimlo di 11’ê Tîrmehê de çû Viyanayê.
Dr. Qasimlo beriya hevdîtina 13’ê Tîrmehê ya bi Îraniyan ji Wezareta Karê Hundir ê Avûstûryayê ji bo saet 16.00’an randevû stendibû. Lê sekreterê wezîr got ku randevû hatiye betalkirin. Kitekita herî krîtîk ev e ku, hevdîtin çima hatiye betalkirin û wê Dr. Qasimlo çi ji hikumeta Avûstûryayê re bigota.
Randevû wê di saet 17.30’an de li rêya Lînken Bahngasse ya li herêma sêyemîn a Viyanayê pêk bihata û Fadil Resûl cihê hevdîtinê eyar kiribû.
Di vê demê de sê Îranî; Cafer Sahraroodî, Mustafa Ajvadî û Amîr Mansoûr Bozorgîan ji otêlê derketibûn û gihaştibûn cihê civînê. Di bêrîkên wan de pasaportên dîplomatan hebûn û 10’ê Tîrmehê hatibûn Viyanayê. Piştre şahidê wê rojê yê bi navê xwe yê kod ‘Şahid D’ wê bigota, Mahmût Ehmedî Nejad ku 2005’an wê bibûya serokkomar jî bi wan re bûye û keşf kiriye.
Hemû alî li maseya hêwanê rûniştibûn û danûstandinê dest pê kiribû. Danûstandin li ser bandekê dihate tomarkirin. Piştre ji wê bandê wê dengê Qasimlo bihata bihîstin ku polîsên Avûstûryayê ew band deşîfre kiribûn. Qasimlo digot: ‘’Hem ez ê destvala vegerim û hem jî ez ê bibêjim Îranê li ser otonomiya ku sond xwariye dixebite? Ez nikarim wiha bikim.’’ Piştî gotinan dengê guleyan…
Bi guleyên ku ji du çekan derketî Qasimlo ji enî, cênîk û stûyê xwe, Resûl jî ji qoqê serê xwe û stûyê xwe wê derb dixwe.






