Saturday, July 25, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Dayîka Ewaş jî çi dît û çi nedît

14/07/2018
in Uncategorized
A A
Dayîka Ewaş jî çi dît û çi nedît
Share on FacebookShare on Twitter

Yek ji mirovên herî temendirêj di cîhanê de yek jî dayîka Ewaş Baqî ye. Temenê dayîka Ewaş 120 sale û niha li Kobanê dijî. Dayîka Ewaş ya ku di nava temenê xwe yê dirêj de şahidî ji gelek buyeran re kiriye diyar kir ku sedema temendirêjiya wê jiyana xwezayî ya li gund e.

Yek ji mirovên temendirêj dayika Ewaş Baqî di 120 saliya xwe de hê jî li gundekî Kobanê dijî û diyar dike ku sedema temendirêjiya wê jiyana gund e.
Li gundê Girdê yê kantona Kobanê dayika bi navê Ewaş Baqî yek ji kesên temenmezin e û di 120 saliya xwe de hê jî jiyana xwe didomîne. Ewaş Baqî di sala 1898’an de hatiye dinyayê û niha di nava mirovên herî temenmezin de cih digire. 7 zarokên Ewaş Baqî hene û kurê wê yê mezin 80 salî ye û kurê wê yê herî biçûk jî 65 salî ye. Ewaş Baqî bi eslê xwe ji bajarê Rihayê ye. Beriya 34 salan hevserê Ewaş Baqî çûye ser dilovaniya Xwedê. Tu pirsgirêkên tenduristî yên dayika Ewaş Baqî heta niha tune ne.
Dayika Ewaş Baqî niha dem bi dem rastî pirsgirêkên hiş û jibîrkirinê tê, lê çûna xwe ya bakurê Kurdistanê tu carî ji bîr nake û diyar dike ku di dema çûna wê de sînor di navbera rojava û bakurê Kurdistanê de tune bûn.
Şopên deqan li ser rûyê Ewaş Baqî yên dema ciwantiya wê de hê jî li ser rûyê wê diyar in. Dayika Ewaş diyar kir ku dema wê rûyê xwe deq kiriye nayê bîra wê. Ewaş Baqî car bi car hêdî hêdî dimeşe. Dayîka Ewaş Baqî dibêje ku heta niha wê nexweşxane nedîtiye û tu pirsgirêkên wê yên tenduristî tune ne û ew dermanên xwezayî bi kar tîne, her wiha piraniya dema xwe di malê de derbas dike.
EWAŞ BAQÎ DÎROK E
Ewaş Baqî diyar dike ku dema Şerê Cîhanê yê Yekemîn dest pê kir, ew 16 salî bû û di Şerê Cîhanê yê Duyemîn de 41 salî bû. Ewaş Baqî dibêje ku di Şerê Cîhanê yê Yekemîn de çekên otomatîk tune bûn. Ewaş dibêje ku di 55 saliya wê de şoreşa Kubayê pêk hatiye. Her wiha gelek bûyerên tundiyê yên wekî komkujiyên li dijî Ermeniyan, komkujiya Dêrsimê, darvekirina Şêx Seîd û gelek bûyerên din bi bîr tîne.
Ewaş Baqî yek ji kesên herî temenmezine di cîhanê de, bi taybetî piştî ku Jeanne Calmen a 122 salî çû ser dilovaniya Xweda. Sarah Knauss 119, Lucy Hannah 117, Maria Capovilla 116 û Maggie Pauling Barnes 115 salî bûn û hemûyan jiyana xwe ji dest da. Ewaş Baqî niha wek mirova herî mezin di cîhanê de diyar dibe.
Girêdayî temendirêjiyê Ewaş Baqî dibêje ku ew bi jiyana gundewar ve gelekî girêdayî maye û wiha dibêje: “Gelek tişt û bûyer nayên bîra min, lê min giştî jiyana xwe li gund derbas kiriye. Jiyana gundîtiyê temenê mirovan dirêj dike.”…ANHA

ShareTweetPin

Herî Dawî

Di heftiyekê de Îsarîlê 17 çalakiyên bejayî li ser axa Sûriyê pêk anîne
NÛÇE

Di heftiyekê de Îsarîlê 17 çalakiyên bejayî li ser axa Sûriyê pêk anîne

25/07/2026
Xeta Iraq-Sûriyê-DYA’yê; Zêdeyî 600 hezar ton sotemenî hatiye hinardekirin
NÛÇE

Xeta Iraq-Sûriyê-DYA’yê; Zêdeyî 600 hezar ton sotemenî hatiye hinardekirin

25/07/2026
Li Rojhilat û Îranê di mehekê de 12 jin û du zarok hatin qetilkirin
JIN

Li Rojhilat û Îranê di mehekê de 12 jin û du zarok hatin qetilkirin

24/07/2026
Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin
NÛÇE

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin

22/07/2026
Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir
NÛÇE

Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir

22/07/2026
TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî
NÛÇE

TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî

22/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.