Hunermendê bi nav û deng Hozan Serhed tevî ku 20 sal li ser şehadeta wî re derbas bû jî lê mûzîka ku wî afirandiye nûjeniya xwe diparêze. Hozan Serhed reng û stîleke nû beşdarî mûzîka Kurdî kir. Ew bi stranên xwe bû dengê şoreşa Kurdistanê.
Hozan Serhed bi navê xwe yê rast Silêman Alpdogan di sala 1970 de li bajarê Agirî tê dinê. Di roja 12’ê Tîrmehê li herêma Faraşînê tevlî karwanên şehîdan dibe. Hozan Serhed hunermendekî bi nav û deng û şehîde tekoşîna azadiyê ye. Hozan Serhed bi muzîka xwe ya cuda ku pêşxistin reng, rih û stîleke cuda da mûzîka Kurd. Serhed di warê muzîkê de xwedî qabiliyet û afrîneriyeke cuda bû. Tembûra wî tenê weke orkestrayekê bû. Stranên wî yên weke Hewlêr, Mizgîna Leheng, Sema Yuce hê jî di roja îro de bandoreke mezin li ser her kesî dike.
Silêman Alpdogan ji du xwîşk û sê birayan ê herî biçûke. Serhed, zarokatî û ciwantiya xwe li navçeya Agirî Patnosê derbas dike; heya dibistana navîn li vir dixwîne. Hîn di 7 salîya xwede bala wî diçe li ser tembûrê.
Di salên 1985-1986’an de ku du sal di li ser dest pêk kirina şerê çekdarî ya têkoşîna neteweyî ya Kurdistanê ra derbas dibe, têkoşîn germ û berfireh dibe. Li hemberî vê, şaxa şerê taybet ê Tirkiyê jî vala nasekine û taktîkan diafirîne. Di encama vê yekêde li Tirkiyê û Kurdistanê furyaya hozanên zarok dest pêk dike. Bi vî awayî ciwanan ber bi wî alî de dikişînin. Serhed jî wê demê ne di zanîna neteweyîde ye û dikeve nav vê bazarê. Ew ji bo ku kasêta xwe ya yekemîn derxîne diçe Stenbolê û li wir bi navê Murad Esen kasêta bi navê Gulo derdixe. Di heman demê de yek ji wan hozanên biçûk jî Emrah e. Silêman demekê bi Emrah re li malekê dimîne lê paşê vedigere Patnosê. Ew di sala 1988’an de dikeve ezmûnê û Konservatuara Dewletê ya Zanîngeha Ege beşa Muzîka Tirkî qezenc dike. Salên konserwatuarê ji bo wî dibin salên xwe lêpirsînkirinê û li xwe vegerînê. Ew li vir giranîyê dide nîqaşên li ser di rastîya Kurdistanê de divê asta huner û hunermend çi be.
Li zanîngehê ew û jineke bi navê Yıldız hev û du nas dikin û di sala 1991’ê de dizewicîn. Di tîrmeha heman salê de jî her du beşdarî nav refên Têkoşîna Azadiya Kurdistanê dibin. Yıldız, li Cizîrê tê girtin û 12 sal û 6 mehan cezayê zîndanê lê tê birîn. Silêman jî pêşî diçe Heftanînê ji wir jî derbasî Akademiya Mahsum Korkmaz dibe. Ji wir ji ber mamosta bûna wî ya di warê muzîkê da wî dişînin Hunerkomê. Li vir di nav Koma Berxwedan de dixebite.
Li Ewropayê ji bo xebata muzîkê her çiqas derfet hebûn jî wî di got şoreşgerek divê vegere welatê xwe, ev ji bo şoreşger peywireke û wiha digot: “Çavkanîyeke me ya hêja heye. Vegera li ser wê çavkanîyê bi taybetî derxistina çanda Kurdî, peywireke me ye.”
Hozan Serhad daxwazên xwe pêk tîne û di sala 1996’an de vedigere ser çavkanîyê. Piştî ku çend mehan li Zapê dimîne, diçe Navenda Çanda Mezopotamyayê ya Hewlêrê. Li vir hema li her deverên Başûrê Kurdistanê beşdarî dawet û şahîyan dibe.
PÊVAJOYA
BEŞDARBÛNA PKK’Ê
Hozan Serhed ji sala 1998 an pê de bi nav şer de cih digire. Di Sibata 1999 an de beşdarî Komcivîna 6’emîn a PKK ê dibe. Ew di komcivînê de, ji bo karên Ewropayê tê peywirdarkirin, lê ji ber ku bi komloyeke navdewletî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dîl tê girtin, dixwaze ku çûyîna wî bê peş xistin. Di komcivînê de her wiha bîryar tê dayîn ku koma ku derhêner Xelîl Uysal jî di navê de cihê xwe digire herin herêma Botanê. Hozan Serhed jî ji bo kişandina klîban, dixwaze bi wan ra here.
ŞEHADETA WÎ
Hozan Serhed tevî yekîneya xwe di tîrmeha 1999’an de li Elkê, Colemêrgê dikeve kemîna artêşa Tirk. Ew ji komê vediqete lê bi birîndarî dikeve destê dijmin; di vê pêvajoyê de li hemberî zordarîyê li serî radike. Hozan Serhed di roja 10’emîn a dîlketinê de li Faraşînê derdixin operasyonê û Serhed li wir dikeve nav karwanên şehîdan.






