Li Zindana Amedê Elî Temel bi textikek û tayê gorê ji xwe re tembûrek çêkirî strana ‘Va ye PKK rabû’ çêkir. Çîroka vê stranê ku mohra xwe li dîroka 35 salan a Kurdan daye.
ÊŞKENCEYA 120 ROJAN
Elî Temel 1960’î li Dêrika Mêrdînê, li gundê Girêsor tê dinê. Hê di zaroktiyê de rastiya Kurdan nas dike. Pêşengên PKK’ê Xeyrî Durmuş û Ferhat Kurtay nas dike, dikeve bin bandora wan û dibe Apocî.
Temel 27’ê Çile ya 1980’yî tê destgîrkirin û 120 rojan dimîne. Lê ferz dikin ku li hevalên xwe bide, qebûl nake û êşkenceya demdirêj dest pê dike.
Elî Temel piştî 4 mehan li Girtîgeha Girtî ya Mêrdînê dimîne dişînin Zindana Amedê.
PIŞTÎ WÊ ŞEVÊ
Çîroka strana ‘Va ye PKK rabû’ digihe heta bi zindana Amedê.
Elî yê ku 17 saliya xwe Apociyan nas dike êdî herî pir 20 salî ye. Bi Kemal Pîr, Xeyrî Durmuş û Elî Çîçek re di nav berxwedanê de ye.
Wan rojên tarî yên zindanê bi Ferhat Kurtay re di koxuşa 33 kesî de dima. Kurdî ji bo Elî azaweriyek bû. Digot, ‘’tenê bi Kurdî dikarim hilma xwe bistînim’’. Wê serdema hovîtiyê bi Ferhat re Kurdî hînî hevalê xwe yê koxuşê dikir.
18’ê Gulana 1982’yan Ferhat û sê hevrêyên wî dema ku bedena we dane ber êgir Elî jî li wir bû.
VAYE PKK RABÛ
Elî li zindanê yek ji kesê herî hilberîner bû Tim dinivîsî. Mehmet Îsa Kizil ku bûbû şahid strana ‘Va ye PKK rabû’ wiha behs dike:
‘’Elî digote min, ‘’Ez ê helbestê binivisim. Tu jî alîkariyê bike, ahenga wê em bi hev re zevt bikin’’. Me tayên naylonî yên gorên xwe jêkirin. Piştre me ev tayên naylonî li teşiyekî gerand û ev ta me kire têlên tembûrê. Elî ev texteyê ku li girtîgehê ditî li qotiya şoker monte kir, tayên naylonî yên gorê me pê ve girêda. Piştre jî nota û perdeyên tembûrê çêkir.
Elî dema ku li vê amûrê xist dengê tembûrê jê derket. Bi tembûra xwe gotinên strana ‘Va ye PKK rabû’ dinivîsî û digot. Min jî ev gotin dubare dikirin. Elî wiha gotinên stranê temam kir. Dema ku me ev stran gotî weke ku hemû dinya dibû ya me em kêfxweş dibûn.’’
Elî Temel strana xwe ya ‘Va ye PKK rabû’ bi tembûra xwe ji hevalê xwe yê koxuşê re digot, guhdarvanên wî yên pêşî hevrêyên wî yên berxwedêr bûn. Pir ji stranê hez dikirin.
Elî digot, ‘’Ez ê vê stranê bişînim derve. Dema ku derkete derveyî girtîgehê wê pir were ecibandin, hûn ê bibînin.’’
Elî şaş nedibû. Ji Amedê ta Botan, Zagrosê ev 35 sal in Kurd bi vê stanê mezin dibin.
Elî bi gotinên vê stranê bi morala ku ji çalakiya 15’ê Tebaxê ya ser Dihê û Şemzînanê nivîsîbû.
Li çiyê şerê gerîla geş bûbû, li gund û navçeyên Kurdistanê gel rabûbû serhildanê û dewleta Tirk gelekî tengav bûbû. Soza Elî hebû ji bo Ferhat, Kemal û Hayrî. Bi cihgirtina li nava saziyên çandê yên Kurd re ew soza xwe bi cih anî.
Bêguman Elî Temel bi muzîk û stranên xwe bû yek ji hunermendên girîng ku di hunera şoreşgerî ya Kurd de rê li ber pêvajoyeke nû vekir.
Ji stranên Elî Temel albûma destpêkê ya Koma Çiya bi navê “Rozerîn” sala 1991’ê derket. Strana ‘Şitla Azadî’ ya li ser Ferhat Kûrtayan nivîsandî bû strana serhildanê.
BERÊ XWE DA ÇIYÊ
Elî berê xwe da çiyê û li çiyê şer kir.
Sala 1992’an dema ku ji bo bibe gerîla bi rê ket, pênûs û tembûra xwe jî bi xwere bir. Di pîrozbahiyên 15’ê Tebaxê yên heman salê de li Akademiya Mahsûm Korkmaz bi tembûra xwe derket pêşberî namzetên nû yên gerîla.
Piştî perwerdeya leşkerî berê xwe da cih û warê lê ji dayik bûye, çû Mêrdînê. Pênûs û tembûra wî li wir jî timî pê re bû. Bi wê Kurdiya xwe ya bedew helbest nivîsî û bi skêçên xwe dilê gerîla xweş kir. 13’ê Tîrmeha 1994’an li Şemrexê di şer de birîndar bû. Ji aliyê Fermandarê Jendermeyan ê wê demê Hasan Atîlla Ûgûr ve hate şehîd xistin.
BI ŞITLA AZADÎ
HATE VEŞARTIN
Malbatê ji bo cenazeyê Temel bibîne bi salan li ber xwe da. Herî dawî sala 2014’an hestiyên Elî dîtin. Piştre ji bo Elî merasîmeke bi heybet hate kirin. Bi hezaran kes li Goristana Girê Bîrê ya Qoserê bi strana ‘Şitla Azadî’ Elî oxir kirin. Û axa cihê ku Elî lê hate şehîd xistin, li ser gora wî hate reşandin.
Elî Temel li pey xwe stranên bedew hişt û çû cem hevrêyê xwe Ferhat Kûrtay. Di ser mirina wî re 24 sal derbas bûn, stranên wî hîn jî tên guhdarîkirin…Yenî Ozgur Polîtîka






