Saturday, July 25, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Jinên Erdexanê havînê li Zozanên Serhedê ne

13/07/2018
in Uncategorized
A A
Jinên Erdexanê havînê li Zozanên Serhedê ne
Share on FacebookShare on Twitter

Jinên Erdexanî ku di havînê de dewarên xwe dibin zozanan, behsa zor û zehmetiyên jiyana li zozanan kirin. Jinan bilêv kir ku pere zivistanê deyn dikin û beramberê vî pereyî 2 mehan ji bo banedaran, mehkê ji bo pêdiviyên malê, hilberandina penêr û rûn dixebitin.
Bi hatina havînê re Erdexanî heywanên xwe dibin zozanan. Şêniyên gundê Panikê yê girêdayî nehiyeya Xoçvanê, li zozanan avahiyeke yekodeyî ji bo xwe û ji bo heywanên xwe jî axurekî çêdikin. Her wiha li gel 4 hezar dewarî, şêniyên herêmê debara xwe bi xweyîkirina qazan jî dikin. Jinan bilêv kir ku zozan ji gund xweştir in, lê belê ji bo pereyê ku zivistanê deyn dikin, 2 mehan ji bo banedaran, mehekê ji bo pêdiviyên malê, hilberandina penêr û rûn dixebitin.
ZOZAN JI GUND XWEŞTIR IN
Ayten Yildiz ku li zozana ye, da zanîn ku ew 3 mehan li zozanan dimînin û di meha dawî de jî ew penêr, rûn û toraqê çêdikin. Yildiz, anî ziman ku ew rojê 13 çêlekan didoşe. Yildiz bilêv kir ku zozan ji gund xweştir in û got: “Ji bo me jinan zozan ji gundan rihetir in. Em serê sibehê û êvarî şîr didoşin û piştî vê em tên cem hev û sohbet dikin. Zozan ji gund xweştir in. Em jin bi berên ku em li zozanan hildiberînin û jê qezenc dikin didin ser hev û zivistanê pê debara xwe dikin.”
LI ZOZANAN QAZAN
JÎ XWEDÎ DIKIN

Sûna Yildiz jî, 30 qaz bi xwe re anîne zozanan û wan xwedî dike. Yildiz got: “Em bi qaz û mirîşkan re eleqedar dibin. Em serê sibehê êm didin qazan, paşê em wan bera mêrgê didin. Berêvarî qaz bi xwe tên an jî em diçin wan tînin. Xweyîkirina qaz û mirîşkan ne zehmet e.” Yildiz, bilêv kir ku şîrê ku li marketan lîtreya wî bi 4 lîreyî ye ew bi lîre û 20 qurîşî didin. Her wiha Yildiz bilêv kir ku dema şilî be jiyana li zozanan zehmet e û got: “Li zozanan ên zehmetê dikişînin jin in. Niha mêr li gund in û betal in. Dema çandiniyê jî mêr zehmetiyê dikişînin. Ji bo jinan jiyana li zozanan li gor a gund xweştir e. Li gund karê malê, karê baxçeyan, karê heywana heye, em dibetilin.”
ŞÎR DIFIROŞIM PÊ DEYNÊ XWE DIDIM
Leyla Demîr jî, anî ziman ku meheh e li zozana ye û ji bo ew heywanên xwe xweyî bikin hatine zozanan. Demîr got: “Em bi deyn pereyan ji banedaran distînin û 2 mehan ji bo wan dixebitin û şîr didin wan. Dema deyn diqede em ji bo zivistanê amadekariyên xwe dikin. Em penêr û rûn çêdikin. Li gor serê heywanê em zivistanê pere big iştî ji banedaran distînin. Hin mal 30 hezar lîre, hin jê 10 hezar, hin jê 40 hezar lîre distînin. Vê zivistanê min 5 hezar lîre stend, lê hîn min nedaye. Çimkî lîtreya şîr daketiye 95 qurîşan. Yanî em niakrin deynê xwe bidin.” Demîr, da zanîn ku dema ew ewil çûn zozanan wan ji 15 çêlekan 100 lître şîr dotiye, lê niha piştî kêmbûna baranê ev yek daketiye 60 lîtreyî…Mujdar CAN/ MA

ShareTweetPin

Herî Dawî

Di heftiyekê de Îsarîlê 17 çalakiyên bejayî li ser axa Sûriyê pêk anîne
NÛÇE

Di heftiyekê de Îsarîlê 17 çalakiyên bejayî li ser axa Sûriyê pêk anîne

25/07/2026
Xeta Iraq-Sûriyê-DYA’yê; Zêdeyî 600 hezar ton sotemenî hatiye hinardekirin
NÛÇE

Xeta Iraq-Sûriyê-DYA’yê; Zêdeyî 600 hezar ton sotemenî hatiye hinardekirin

25/07/2026
Li Rojhilat û Îranê di mehekê de 12 jin û du zarok hatin qetilkirin
JIN

Li Rojhilat û Îranê di mehekê de 12 jin û du zarok hatin qetilkirin

24/07/2026
Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin
NÛÇE

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin

22/07/2026
Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir
NÛÇE

Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir

22/07/2026
TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî
NÛÇE

TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî

22/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.