Saturday, July 25, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Bi rêbazên leşkerî çareserî pêk nayê

13/07/2018
in Uncategorized
A A
Bi rêbazên leşkerî çareserî pêk nayê
Share on FacebookShare on Twitter

Navenda Têkliyên Dîplomasî ya Tevgera Civaka Demokratîk TEV-DEM’ê girêdayî rewşa li Efrînê û buyerên li Deraayê rû didin û xebatên avakirina komîteya destûrî de daxuyaniyek da weşand.
Daxuyanî li Navenda Têkliyên Dîplomasî ya TEV-DEM’ê yê li Qamişlo yê bi amadebûna gelek dezgehên çapemenî hate dayîn. Daxuyanî ji aliyê Berdevkê Navenda Têkiliyên Dîplomasî yê TEV-DEM`ê Kemal Akif ve hate xwendin.
Di daxuyaniyê de hate gotin ku artêşa Tirk a dagirker û komên çete yên girêdayî wê li Efrînê asta hovîtiya xwe bilind dikin û hemû pîvan û qanûnên navnetewî binpê dikin. Her wiha hate gotin ku buyerên li Deraayê rû didin nayê wateya çareseriya aloziya Sûriyê û divê rêjîm baş nas bike ku çareserî bi çalakiyên leşkerî pêk nayê.
Rewşa li Efrînê:
Destdirêjî û kirinên dewleta Tirk li Efrînê her diçe dijwartir dibin û hemû pîvan û qanûnên navnetewî binpê dikin. Evan destdirêjî di çarçoveya qirkirina gelekî berxwedêr de pêk tê. Gelek raporên navnetewî derketin û li gorî van raporan piştrast dibe ku evan destdirêjiyên li dijî welatiyên Efrînê binpêkirina pîvan û rêgezên mafên miorvan e. Ti alîkarî bi koçberên Efrînê re nayê kirin. Tirkiye dewleteke dagirker e û hebûna wê li giştî Sûriyê metirsiyeke mezin e. Her wiha li dijî hemû parçeyên Kurdistanê siyaseta qirkirinê dide meşandin. Tişta ku li Başûrê Kurdistanê rû dide berdewama siyaseta Tirkiyê ya li Efrînê ye. Tirkiye bi hemû hêz û derfetên xwe hewl dide hebûna gelê Kurd li her deverekê tune bike. Pêdivî bi helwesteke Kurdî ya xurt heye û ev helwest jî girêdayî lidarxistina Kongreya Netewî ya Kurdistanê ye. Divê hemû aliyên Kurdistanê helwesta xwe nîşan bidin da ku ev kongre were lidarixistin û destkeftî bêne parastin.
Rewa li Deraa:
Rêjîma Sûriyê hê jî bawer dike ku serkeftinên leşkerî bingeha çareseriyê ye. Çareserî ne pêkan e bi pêşveçûnên leşkerî pêk were. Tişta ku li Deraa rû dide nayê wateya ku çareseriyek ji aloziya Sûriyê re tê danîn. Divê rêjîm baş nas bike ku ji ber guhertinên pêk hatine nepêkan e weke berê vegere. Pêwîstiya çareserkirina aloziya Sûriyê bi diyalog û çareseriyeke aştiyane heye. Her wiha pêwîstî bi destûreke nû heye da ku mafên hemû pêkhateyên Sûriyê têde bêne parastin. Ev destûr divê destûrekî demokratîk be û ji aliyê hemû welatiyên Sûriyeyê ve bête hûnandin. Destwerdanên herêmî û navnetewî ji bo amadekirina lîsteyên komîteya destûrî hewldaneke nayê qebûlkirin û em bi temamî red dikin. Em dixwazin ber bi avakirina Sûriyeke nû ve biçin. Lihevkirina aliyên Sûriyê di pêkanîna çareserî, aramî û demokrasiyê de bingeh e.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

Di heftiyekê de Îsarîlê 17 çalakiyên bejayî li ser axa Sûriyê pêk anîne
NÛÇE

Di heftiyekê de Îsarîlê 17 çalakiyên bejayî li ser axa Sûriyê pêk anîne

25/07/2026
Xeta Iraq-Sûriyê-DYA’yê; Zêdeyî 600 hezar ton sotemenî hatiye hinardekirin
NÛÇE

Xeta Iraq-Sûriyê-DYA’yê; Zêdeyî 600 hezar ton sotemenî hatiye hinardekirin

25/07/2026
Li Rojhilat û Îranê di mehekê de 12 jin û du zarok hatin qetilkirin
JIN

Li Rojhilat û Îranê di mehekê de 12 jin û du zarok hatin qetilkirin

24/07/2026
Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin
NÛÇE

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin

22/07/2026
Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir
NÛÇE

Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir

22/07/2026
TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî
NÛÇE

TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî

22/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.