Saturday, July 25, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Amadekariyên Konferansa ciwanan didomin

13/07/2018
in Uncategorized
A A
Amadekariyên Konferansa ciwanan didomin
Share on FacebookShare on Twitter

Li Rojava tevgerên ciwanan amadekariyên Konferansa Duyemîn a Ciwanên Rojhilata Navîn dikin. Endamê Komîteya Amadekar a Konferansê Akîf Mistefa diyar kir ku armanca konferansê ew e ku di belavkirina fikrê netewa demokratîk de ciwan bibin xwedî roleke sereke da ku ev fikir li hemû rojhilatanavîn belav bibe.

Endamê Komîteya Amadekar a Konferansa Duyemîn a Ciwanên Rojhilata Navîn Akif Mustefa anî ziman ku amadekariyên konferansê li Rojava didomin û destnîşan kir ku armanca konferansê xurtkirina rola ciwanan a di belavkirina fikrê neteweya demokartîk de ye, da ku ji hemû pirsgirêkên Rojhilata Navîn re bibin bersiv.
Li Rojava rêxistin û tevgerên ciwanan amadekariyên Konferansa Duyemîn a Ciwanên Rojhilata Navîn dikin. Derbarê mijarê de Endamê Komîteya Amadekar a Konferansa Duyemîn a Ciwanên Rojhilata Navîn Akif Mustefa anî ziman ku amadekariyên konferansê ji dema bidawîbûna konferansa yekemîn ku di Adara 2015’an de li bajarê Amedê yê bakurê Kurdistanê hate lidarxistin, dest pê kir û wiha got: “Konferansa yekemîn di sala 2015’an de li bajarê Amedê yê bakurê Kurdistanê, bi amadebûna nûnerên rêxistinên ciwanan ên Sûriye û Rojava hate lidarxistin. Ji biryarên ku di konferansê de hatin dayîn, ew bû ku konferansa duyemîn li Rojava were lidarxistin, ji ber ku Rojava wek qadeke girîng a têkoşîna gelan ji bo demokrasiyê tê naskirin. Her wiha biryar hate dayîn ku koordînasyonek were avakirin da ku biryarên konferansê û pêkanîna wê bişopînin. Koordînasyonê civîna xwe ya yekem di mijdara 2015’an de li paytexa Lubnan Beyrûtê bi amadebûna nûnerên Sûriye û Rojava, Iraq, Tirkiye û bakurê Kurdistanê û Qibrisê hate lidarxistin.”
HEVDÎTIN DIDOMIN
Mustefa destnişan kir ku amadekariyên lidarxistina konferansa duyemîn bê navber didomin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Li Rojava amadekariyên konferansa duyemîn didomin. Di çarçoveya amadekariyan de, di meha gulanê de civîneke berfireh li bajarê Silêmanî yê başûrê Kurdistanê hate lidarxistin. Di civînê de tekezî li ser girîngiya lidarxistina konferansê hate kirin. Li ser vê yekê li Rojava amadekarî têne kirin. Komîteya Amadekar hevdîtinên xwe bi tevgerên ciwanan ên kurd, ereb, suryan, ermen re didomîne. Tê payîn ku komîte dê di demeke nêzîk de encamên çalakî û amadekariyên xwe bi daxuyaniyeke çapemeniyê aşkera bike.”
CIWAN ROLA XWE BILÎZIN
Têkildarî armancên konferansê, Mustefa destnîşan kir ku ew hewl didin rola ciwanan xurt bikin, da ku karibin ji bo çareserkirina pirsgirêkên Rojhilata Navîn bibin bersiv û wiha domand: “Em hemû dizanin ku Rojhilata Navîn bûye navenda krîzê, beşê ciwanan jî pêşengên civakê de û hêza wê ya herî dînamîk e. Em jî hewl didin vê rolê bi pêş bixin, heta ku karibin ji bo çareserkirina pirsgirêkên heyî bibin bersiv û Rojhilata Navîn ji krîzê xelas bikin û civakeke exlaqî û polîtîk ava bikin. Armanca din a konferansê jî fikrê şoreşa gelên demokratîk li Rojhilata Navîn belav bibe. Em hewl bidin sîstema neteweya demokratîk di çarçoveya Rojava de sînordar nemîne, di heman demê de li tavahî Rojhilata Navîn belav bibe, ji ber çareya herî guncaw a hemû pirsgirêkên Rojhilata Navîn e.”
Endamê Komîteya Amadekar a Konferansa Duyemîn a Ciwanên Rojhilata Navîn di dawiya axaftina xwe de bang li rêxistin û tevgerên ciwanên demokratîk, şoreşger, çepgir û komunîst kir ku beşdarî konferansê bibin û wiha got: “Bi hev re aloziya Rojhilata Navîn çareser bikin û Rojhilateke Navîn a demokratîk û civakeke exlaqî û polîtîk ava bikin.”…ANHA

ShareTweetPin

Herî Dawî

Di heftiyekê de Îsarîlê 17 çalakiyên bejayî li ser axa Sûriyê pêk anîne
NÛÇE

Di heftiyekê de Îsarîlê 17 çalakiyên bejayî li ser axa Sûriyê pêk anîne

25/07/2026
Xeta Iraq-Sûriyê-DYA’yê; Zêdeyî 600 hezar ton sotemenî hatiye hinardekirin
NÛÇE

Xeta Iraq-Sûriyê-DYA’yê; Zêdeyî 600 hezar ton sotemenî hatiye hinardekirin

25/07/2026
Li Rojhilat û Îranê di mehekê de 12 jin û du zarok hatin qetilkirin
JIN

Li Rojhilat û Îranê di mehekê de 12 jin û du zarok hatin qetilkirin

24/07/2026
Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin
NÛÇE

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin

22/07/2026
Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir
NÛÇE

Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir

22/07/2026
TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî
NÛÇE

TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî

22/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.