4ê Hezîrana 1989an dema ku Xûmeynî mir, hukûmeta Rafsencanî ji Kurdan re hin peyamên erênî şand. Tehranê dixwest bi Qasimlo re hin hevdîtinên nû pêk bîne. Dixwestin pêvajoya muzekereyan bidin destpêkirin. Ji bo vê yekê kesayetê bi navê Fadil Resûl ku li Viyana dijiya, ket dewrê.
Dr. Qasimlo ji bo hevdîtinan Parîs pêşniyar kir, wan jî digot an Berlîn an jî Viyana. Di dawî de balefira ku Dr. Qasimlo û berpisyarê PDK-Î yê Frensa Evdilqadîr Azerî têde bûn, 11ê Tîrmehê ji Parîs rabû û êvarê saet 08 :00an li balefirxaneya Viyana-Schewechat danî.
EWROJ….
13 Tîrmeh 1989
Dr. Qasimlo saet di 15.00an de dema ku ji avahiya wezeratê derket û ber bi navnîşana hevdîtinê birê ket, haya wî ji bêbextiyê tune bû. Wesayita ku wî û alîkarê wî Evdilqadir Azerî dibir cihê hevdîtinê, ji aliyê berpirsyarê PDK-Î yê Viyana Kerim Piroty ve dihate ajotin. Dr. Qasimlo û Azerî dema nêzî Otêla Hîlton bûn ji texsiya Pîroty a şîn û marka Opel peya bûn û meşiyan. Kerim Piroty li wê derê mabû.
Dr. Qasimlo û Azerî dema ku ber bi cihê hevdîtonê dimeşiyan, her sê kesên Îranî Cafer Sahraroodi, Mustafa Ajvadi û Amir Mansour Bozorgian ji otêlê veqetiyabûn hatibûn cihê hevdîtinê.
Di berîka van 3 kesan de pasportên diplomatan hebûn. 10ê Tîrmehê hatibûn Viyanayê. Li otêlên cûda rezervasyon kiribûn, lê danê sibeya roja bûyerê, li otêla Hîlton hatibûn cem hev. Li cihê bûyerê kefşek jî kiribûn.
Li mala hevdîtinê, ji her du heyetan re Resûl derî vekir. Her du alî li dora masayek rûniştibûn û muzekereyan destpê kir. Bi tenê Amir Mansour wek ewlekarê heyeta Îran li piya sekinîbû. Hevdîtin kasetê dihatin qeydkirin.
Piştre, li gor vî kasetê ku polîsên Awistûrya aşkere kirin Qasimlo digot; “Ez dest vala venagerim û ez nikarim bibêjim ku Îran sozê Otonomiyê daye û ji bo vê yekê wê hewl bidin. “ Piştî van gotinan deng bi sîlehan ket.
Bi gulleyên ku ji 2 çekan derketin, Dr. Qasimlo, xwediyê malê Fadil Resûl û Evdilqadîr Azerî jiyana xwe ji dest dan.
Ekîbên polîsan saet di 19:37an de gihştin cihê bûyerê. Ji êrîşkaran Cafer Sahraroodi birîndar bibû û di nav xwînê de dîtin. Hevalê wî Mansour Bozorgian jî nezî cihê bûyerê hat girtin.
Birîndarbûna Cafer Sahraroodi hemû planên wan ser û bin kiribû. Sahraroodi rakirin nexweşxaneyê û Bozorgian jî birin qereqola Schottenring.
Di vê çarçoveyê de Bozorgian radestî balyozxaneya Îranê kirin. Derketina derve jî qedexe kirin. 18ê, Bozorgian dixwest ji Viyana derbikeve, li balefirxanê hat girtin. Dora rojê ji bo ‘talukeya bazdana wî tune ye’ serbest hat berdan, bi şertek diviya ku Awustrya terk neke.
Sahraroodi 15ê Tîrmehê ji nexweşxanê derket û di îfadeya xwe de digot; “Ez li korîdorê bûm, kesek derî vekir û gulle berî min da. “
Lê hemû agahiyên ku bi dest diketin van Îraniyan îşaret dikirin. polîsan şeva bûyerê çek û evraqên motorsîklêta ku pê bazda bûn di sergo de dîtin. Şahidek jî gotibû 3 kes bi motorsiklêtê derbas bûne. Hemû pênaseyên şahidan, Sahrarood destnîşan dikirin. Lê 22yê Tîrmehê Viyana teslîmî zextên ku ji Tehranê dihatin bûn û saet 19.00an Sahrarood ji nexweşxanê hat derxistin bi balefrek wî şandin welatê wî.
Cenazeyê Dr. Evdirehman Qasimlo bi merasimek girseyî li Parîsê li goristana Kurd jî lê hebûn hat definkirin.
Ew roj, ji gelek welatên Ewropa siyasedmedarên navdar û parlementer li wê goristanê bûn. Lê balkêş bû, ji Awustirya tu kes li wê derê tune bû.
ÎROJ…
Kujer bi awayek aşkere, bê ku werin darizandin li ser zextên Îranê ji Viyana derketin. Edalet pêk nehatibû. Belê Kurd car din bibûn qûrbana berjewendiyên dewletan. Piştî komploya Viyana sala 1990an di bazirganiya navbera Îran û Viyana de ji sedî 60 zêdebûn hat dîtin. Di komploya Viyana de navê Serokkomarê berê yê Îranê Mehmûd Ehmedî Nejad derbas dibû.
Li hember siyasedmedarên kurdan ji aliyê dewleta Îranê ve her dem siyasetek taybet hat meşandin. Hin siyasedmedarên kurd hatin îdamkirin û îroj hin kes li benda roja îdamê nin.
Farûk SAKIK