Li Kobanê amadekariyên pêşwazîkirina salvegera 6’emîn a Şoreşa 19’ê Tîrmehê dest pê kirin.
Çirûska Şoreşa Rojava, 19’ê Tîrmeha 2012’an de ji Kobanê dest pê kir û li tevahî Rojava belav bû.
Salvegera Şoreşa 19’ê Tîrmehê her sal li Rojava, Bakurê Sûriyê û tevahî Kurdistan û welatên din ên cîhanê tê pîrozkirin.
Bi nêzîkbûna salvegera şoreşê re, li kantona Kobanê amadekariyên pêşwazîkirina salvegerê destpê kir.
Di vê çarçoveyê de komîteyeke amadekar ji nûnerên saziyên sivîl û leşkerî yên kantona Kobanê hate avakirin. Komîte ji bo birêxistinkirina çalakariyan civînan lidar dixe.
Li gorî endamên komîteyê wê çalakî 14’ê mehê destpê bike. Her wiha wê mîhrîcanek were organîzekirin, tê de çalakiyên çandî, civakî û hunerî werin lidarxistin.






