Akademiya Perwerdeya Civaka Demokratîk ji bo 25 mamosteyên Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk (KPC.D) perwerdeya bîrdozî dabû destpêkirin. Perwerdeya ku li Dibistana Alan Mihemed dihat dayîn 17 rojan dewam kir.
Di perwerdeyê de waneyên li ser “Girîngiya Perwerdê, Civaka Xwezayî, Şêwaza Xîtabê, Welatparêzî, Çand û Exlaq, Şerê Taybet, Dîroka Jin, Dîroka Sûriyê û Şoreşa Rojava, Jineolojî, Netewa Demokratîk û Rexne û Xwerexnekirin” hatin dayîn.
Dewreya perwerdê bi nirxandina waneyan ji aliyê beşdaran ve û bi tevlîbûna komîteyek ji Akademiyên Civaka Demokratîk bi dawî bû.






